Weha dibêjin
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 22 íæäíæ 2010
Mijar: Nûçe



Yasîn Hisên

(Dema rexne peyda nebe, hemû cûreyên wêjeyê li binguhê hev dikevin)
(Gava çeka rexneyê tête li ser babeteke me î wêjeyî, em jî çekên xweyî nepen derdixînin, û bera yek kêr be û yek penêr be).
Du pendên rexneyî ên nuh di derbarê wêjeya kurd de…. ji devê rexnevanekî kurd hatine guhestin…


- helbestvanekî mezin û têr û gelekî zengîn carekê bi devekî fireh got: helbestvanên kurd li Sûrya peyda nabin anku helbesta kurdî li Sûrya tune ye.
- nivîskarekî bi nav û deng carekê got: nivîskar di nava kurdên Sûrya de tune ne, tenê çendek hene ji xwe re helbestan dinivîsînin.
-çalakvanekî mezin di dema festîvaleke mezin de ku li darketibû weha got:me xwest helbestvanekî mezin ji kurdên Sûrya li festîvala me beþdar bibe, lê me helbesta mezin nedît, belê helbestvanên mezin li Sûrya pirbûn.
- nivîskarekî kurd - ji yên ku bi zimanê Erebî dinivîsînin- weha got: ê ku jîr be bela xwe berra nava çanda Erebî de, lê di baweriya min de ê ku bi zimanê kurdî dinivîsîne ji nivîsa xwe ne bawere.

 Û weha pêþinyar gelekin ji bona peydakirina helbestvanan û nivîskaran. Hinek dibêjin ku nivîskarên we divê li moxil kevin, da serrad û genim ji hev cihê bibin, û hinek dibêjin bandora helbesta Erebî li helbesta we bûye, anku helbesta kurdî cuda ye ji helbesta dunyayê û divê em ji wê re staylê wê çêbikin.

Dema min ev babet bi nivîskarekî kurd re gengeþe dikir, min xwest ez nerîna wî jî nas bikim, nerîna wî ev bû:
-Yabo, divê hûn ji xwe re tiþtekî bikin.
Dema min pirsa wî tiþtî jê kir, li min vegerand:
- kuro, ji bona xwedê,,, ez naxwazim têkevim devê qeþmeran...








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2174