Baskên te ..
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 28 äæÝãÈÑ 2006
Mijar: Helbest


Ronî Elî

Bi baskên te …
Ezê dil,
ji nav aloza rûxandinê
hilgirim
Û li ser,
Dîwarên evîneke þêt
Dilekî xemyar
Vîneke bê soz
Vegrim
Û bihêlim


Bi baskên te …
Ezê tîra li ser piþta (HEDBAN)
Û mertala Dewrêþê Evdî
Wergirim
Da ji niviyên aþtiyê re
Wek xelat
Rêkim
Û
Biþînim

Bi baskên te …
Ezê dergûþa Mihabadê
Di hembêza Qazî de
Ji Hewlêrê,
Amed û Qmiþlokê re
Terxan kim
Û bi ala ku,
Rengê xwe da
Bipêçim
Û bineqþînim

Bi baskên te …
Ezê li ser (dilê kurdistanê)
Hêlankim
Û ji ava
Bîngolê
Zeviyên þewtî
Û çîçekên çilmisî
Di xemla kurdistanê de
Ji nû ve avdim
Û þakim

Bi baskên te yarê …
Ezê koça wêraniyê
Dawiyê lê bînim
Û bi dîlan û halan
Di nav þevên reþ,
Û dîwarên sînorkirî de
Ahenga gerdenê li dar
Û bûka çav li rê
Li dar xim
Û bi kar xim









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=217