Erê dayê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 18 íæäíæ 2010
Mijar: Nûçe



 
Ahîn Zozanî

Erê dayê weke îroj bû,
Li bin dara hinarê te berxikê xwe dilorand.
Min jî dergûþa wî dihejand.


Lê ne ev der bû,
           ne ev mal bû,
                    û ne ev sal bû…
Lê va ye dîsan li bin dara hinarê,
Tu berxikê xwe dilorînî
Ez jî darbesta wî dihejinim.
Rondikên reben di zindana xemgîniya min de dikelin.
Ji girtîgeha dilê min bazdidin dayê…
Nema dikarin di bêzariya min de bijîn.
De bilorîne dayê bilorîne
êþa min bilorîne,
da ko gula azadiyê di goristana evîna min de þîn bibe…

24.05.2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2167