10’mîn mehrîcana Amedê a çand û hinerê: Kedeke mezin bi encamên hindik!.
Dîrok: ÇáÎãíÓ 17 íæäíæ 2010
Mijar: Nûçe



Hoşeng Osê
 
Her ku navê Amedê tê gotin, berxwedan û serhildan tê bîra mirov. Ji şex Se’îdê kal, heya bi Mazlûm doxan, Kemal Pîr, Xeyrî Durmuş…, û Wedat Aydin tên bîra mirov. Her ku navê Amedê tê bilêv kirin, dîrok kevanare, mozayîka şaristaniyan, tê bîra mirov. Her ku navê Amedê dixwînim yan jî dinvîsim, dinasim ku sîng û pişt û paytexetek Kurd û Kurdistanê heye navê wê Amed e. Anha jî, dema ez van xêzan dinivîsînim, helbesta şehîdê nemir Elî Temel “Amed” tê bîra min.


Ez 10 salin, her ku havîn dihat, çavên min li Amedê bû ku dê bide bûka çande û hinera Kurd û Kurdistan û Mozobotamiyayê. Bi derngî be jî, Amed, ez vexwendim mehrîcana xwe a 10’mîn a çande û hinerê û ev şan û rûmeta mezin da min. Lewma, ez Amedê, kevir bi kevir, mirov bi mirov, dar bi dar, mal bi mal, kolan bi kolan, ax û av û ba û esmanê wê maç û himbêz û silav dikim…
Ay Amedê, bê tu ewqas xweş û bedewî!!... hawar û hezar carî hawar ji ber xweşikbûn te, bê tu ewqas şêrîn û mêvan perwerî!!... nikarim pesnên te bidim ji tirsa te çavînî bikim.
 
Birastî, şaredariya bajarê mezin a Amedê û hemû endamên komîteya amadekar a mehrîcanê, û hemû kêsên keda wan di lidarxistina vê mehrîcanê de hebû, ji navenda “Dicle – Firatê” heya rojnama Azadiya Welat, ji Enistûtiya Amedê bigere heya komeleya nivîskarên Kurd, û heçî kesê bi qasî pozê derziyê jî keda wî di amadekirin û lidarxistina vê mehrîcanê de hebe, ew cihê rêz û silav û sipasiyê ye û bejna xwe li ber wan ditewînim. Ev meherîcan, ked û xwedydana têkoşînê ye û serencama 30 sal xwîn û berxwedana şoreşa gelê Kurde û destkefetek berz û buhaye. lewma gelek pîroz û bi rûmete. Digel vê jî, karek ewqas mezin û hêja, dibe ku hinek şeştî û kêmasiyên wî jî hebin. Li gorî min ez dikarim van şaştî û kêmasiyan di van xalan de bicivînim:
 
Gerek çalakî, di qêla nîvro de nehatana lidarxistin. Ango, gere çalakî ji demjimêr 10’ê sibê haya 12, Û demjimêr 5’ê êvarê heyanî 10’ê şevê bana. Miaxabin, gelek çalakî karjimêr 1 û 2’ê nîvro hatin lidarketin. Nemaze çalakiya helbestê ku salona şaredariya mezin malovaniya wê kir. Di cîhanê de tevahî çênebûye, helbest, di qêla nîvo de were xwendin!. Ne tenê wisa jî, di piroşorê de nivîsandiya “şebihêrka helbestê…çar beşên dilên me…”, lê çalakî katjimêr 2’ê piştî nîro bû!. Lewam gerek navê çalakiyê bikrana “nîroya helbestê”, ne şevbihêrka helbestê!. Yan jî dib ku şev li cema komîta amadekar ji katjimêra 2’ê pişt nîvo destpêdike!?.
 
Helbestvanên bejdar pirbûn, lewma gerek çalakiya helbestê biban 2 beş. Li gorî çalakiyên din, te digot qey zilim li helbestê hate kirin!.
Hinek berşdarê mehrîcanê, gerînenderên semîneran bûn û beşdarî çalakiya helbest jî bûm. Diviya rê li pêşiya kesên nû vekirina û di beşek tenê beşdar bibana. Lê mixabin, ehbabçawîştiyê meşandana û çalakiyan li hev parve kirin!.
Hinek kes, hetin vexwendin, bi rêya têkliyên şexsî, ku ev mêvan, tu sûde ne dan mehrîcanê. Xwiya bû ku hin kesên endamê komîta amadekar yan jî nêzî komîtê, xwestin mehrîcanê û şandina vexwedinan ji mêvanan re, ji bo berjewendiyên xwe yên şexsî bikar bînin û kirin jî!. Hewce nake em wan bi nav bikim ji ber ku dema vê nivîsê bixwîn dê xwe nasbikin!.
1.     Di sompozyoma Feqê Teyran, gerek kesên weke Heyder Omer û Rênaz Jiyan bihatina vexwendin digel kesên din, ji ber ku Omer û Jiyan, her dû jî lêkolînên girîng ser Feqê Teyran nivîsandine. Dûrxistina van kesan cihê pirs û gumanê ye!?. Yan her dû gerînenderên sompozyomê Omer û Jiyan nasnakin?, yan vewedinin ji wan re hetiye şandin û ew nehatine, yan jî meseleyên din hene ku gerînender li gorî kêfa xwe û têkiyên xwe, kesan vexwendine mehrîcanê!?. Ev nayê wê watê ku kesên semînergêr mafê mijarê nedanê. Na. Ji bilî M. Salih cumia, hemû sermînergêr semînerên wan baş bûn.
2.     Beşê sînema, tên belgefilîm bûn û fîlimê dirêj têde nebûn!. Çima fîlimên weke “min dît” û “şweaxan” tinebû!?. Digel vê jî, gere hemû fîlimê sînema di salonekê bihatana pêşkêş kirin. Digel vê jî, gerek semîner û gotobêj li ser rewş û pirsgirêkên sînemeya Kurdî bihatana lidarxistin. Her wisa jî, lîstikên şano jî, gelek di cihêkê bihatan pêşkêşkirin digel semîner û gotobêjên ser rewş û pirsgirêkên şanoya Kurdî.
3.     Gerek ev mehrîcan bigihêje asteke navnetewayî, ku mêvana navdar li cîhanê werin vexwendin, di warên mûzîk, wêje û hinrê de. Digel vexwendina edîtorên rûpelên çande û hinerê yên rojnameyên girîng yê cîhana Ereb û navnetwayî. Digel vexwendina saziyên navnetwayî weke Unêsko, PENa navnetewayî, rojnamevanên sînor nenas…hwd. Yan jî, her salekê, yektiya nivîskarên welatekê bibe mêvanên mehrîcanê.
4.     Dostên Kurdan yên biyanî ku bi ked û xabata xwe û bi nerînên xwe yên dostane ji bo doz û mafên Kurdan têne nasîn, werin xelat kirin.
5.     Rêze pêşbirkên çandeyî girêdayî mehrîcanê, di warê lêkolîn, roman, çîrok û helbestê werin lidarxistin û kesên serketî di rojên mehrîcanê de weirin xelatkirin.
Divê organîzekirinek ji mehrîcanê re çêbibe ku tevgera torîzmê li Amedê pêşbixe, da her kes di rojên mehrîcanê de serdana Amedê bike û tevgera Ekonomîk baş bigere ta ku Stanbol, Qoniya û Îzmîr xweziya xwe bi Amedê bînin. Wisa jî, nav û dengê mehrîcana Amdê li cîhan belav bibe û hemû peytextên cîhanê behsa Amedê û mehrîcana wê bikin weke girîngtirîn mehrîcanê çande û hinerê yên cîhanî. Dema mehrîcana Amedê bighêj asta navnetewayî dê çapemniya Tirkiyê û cîhanê mecbûr bimîne were rojên mehrîcanê û çalakiyên wê, kêlîk bi kêlîk bişopîne.
 
şaştî û kêmasiyê rûdan, ne ên ku ev 10 salin vê mehrîcanê lidardixin!. Ango, 9 sal besin ji bo ezmûne “tecrûbe” xurt û pêş keve, û nekeve van şaştiyan wisa. dema mirov van şaştiyan dibîne, mirov li ber vê kedê û li ber van derftan dikeve, û goman dike û dipirse: qey merîcana Amedê ketiye warê rotînê û di cihê xwe de maye!?. Ango, tu dibê qey komîta amadeker ji xwe re dibêje: ji me tê xwestin em mehrîcanê li darxin û hew qediya!?. Eger wisa be, yan jî bi wisa ve biçe, dêmek dê rojek bê, emê bêjim: rehma Xwedê li mehrîcana Amedê be… welle, tiştkî gelek hêja û bedew û girîng bû, lê mixabin, kêmanî û şaştî û sistayî serê vê mehrîcanê xwerin!.
 
11/6/2010
Stenbol







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2164