Di bîranîna 53 saliya damezrandina partiya me de
Dîrok: ÇáÃÍÏ 13 íæäíæ 2010
Mijar: Nûçe



  Sernivîsa Dîmoqratî *

Di salên pêncî ji çerxa bûrî de, partiya me bi destê nifşekî bijare û zana û bîrewer û hate damezrandin, ev nifşê xwedî bîr û baweriyên siyasî ne tenê li ser asta miletê kurd belê li ser asta tevaya welat, ev nifşê ku bingeha programa siyasî a partîyê danîn piştî xwendin û lêkolîneke berfireh  ji rewşa welêt re.
Li ser vê bingehê serkirdayetiya partiyê programa xwe siyasî bi hûrbînî û derekî (Medûî) danîn, dûrî pêwindiyan û hestên netewî ê teng, û li ber çav danîbûn berjewdiyên miletê Sûrya bi tevaya pêkhatiyên wê ê netewî û olî û siyasî, ev mletê ku doza jiyaneke dîmoqratî rasteqînî dike ku têde azadiya nerîn û derbirînê hebe.


Ji ber programa xwe ya  siyasî xemiland ku doza kurdî li Sûrya dozeke sereke ye li kêleka hemû dozên welêt û pêdiviye ku çareyeke dadwer û niştimanî jêre bête dayîn di riya xebata siyasî û aştiyane li gel hêz û partiyên niştimanperwer di welêt de, bi vê têgihiştê xebata xwe kir da têkiliyên xebatperwerî û têgihiştiyane bike bi hêzên niştimanperwer re.
Programa partiya me hate danîn dema ku Sûrya jiyaneke dîmoqrat dijiya, atmosfîra tirsê û serkutkirin û dirtinê tunebû, belê ev nerîna partiya me bû, û li ser vê têgihiştina xwe ma heta bi pêncî salî, tevî rewşên zehmet ji zordariya netewî û serkutkirinê ê ku bi serê wê û hindek partiyên din di welêt de hat, û serî danexist ji ji ramanên netewî ê teng re ên ku encama siyaseta şovînî bûn ên ku hin hikûmet tundperest pêkdianîn, ev kesên ku tundî û girtin didane pêşberî partiya me, her weha bi salan serî netewand ji tundiya ramanî re a ku ji nava kurd de li pêşiya wê derdiket, û ma bawer bi armancên xwe ku herdem doza yekîtiya hêz û partiyên siasî dikir ên ku xebatê dikin ji bona azadî û jiyaneke dîmoqrat, ji ber di wê baweriyê de bû ku di vê riyê re karibe mafê kurd ê dadwerî û netewyî pêkbûne.
Piştî vê rêka dirêj ji xebatê, em dikarin bibêjin ku partiya me herdem bawer bû bi programa xwe siyasî, û helwestên partiya me nehatin hejandin li beramber siloganên xerab ên ku hiştin bi demeke dirêj pê mijûl bibe, û di wê demê de di rewşin zehmet de derbas bû, ew jî dikete nava pêkhatên ku ji nava şovonistan dihate beramberî wê.
Îro jî em dibêjin ku me beşekî giring ji wî xwesteka xwe pêkaniye, ew jî pêkanîna têgihiştinê û têkiliyên baş bi hêzên siyasî ên bijarte di nava welêt de, ev hêzên ku îro roj gihiştine rasteqîniya doza kurdî di Sûrya de û giringiya peydakirina çareyeke niştimanî û dîmoqrat jêre di çarçewa yekîtiya welêt de.
Em dixwazin li vir li ser babeteke giring bibêjin ew jî ew e ku hêzên şovînî di desthilatê de û li derveyî wê dixwestin hin siloganên xerab ên ku hinek hêzên kurdî bi wan bang dikir sûdê ji wan wergir e, da bike behaneyek ji xwe re û pê zordadriyê xwe li ser miletê kurd xurtir bike û vî miletî ji her mafê xweyî tewrî hindik mehrûm bike, ev van şovîniyan bi hemû hêza xwe kar dikirin da dadweriya doza kurdî li Sûrya hilweşînin û bêgomaniyê bidin helwestên miletê kurd ji aliyê yekîtiya niştimanî di nava welat de.
Em careke din teqez dikin ku siloganên nedurust û şaş zirarê bi doza miletê kurd dikin, ji loma erkeke li ser milê me ku em li beramber wan derkevin, ji ber doza me dozeke niştimanî ye çareserkirina wê li Şamê dibe, ne li devereke din, erê em kurd in û em piştgiriya tevgera gelê xwe li perçên din dikin, lê pêdiviye ku em têbighên ku doza kurdî li Sûrya çareser dibe ne li cihekî din.
Me di ber vê siyasetê de gelek êş dîtin û me serê xwe li hember şaştiyê xwar nekir, û wê partiya me herdem bimîne pişt ji hêzên niştimanperwer û pêşverû re û daxwaza me herdem wê bimîne daxwaza mafê kurd  li Sûrya, li vir jî em hemû hêzên niştimanperwer ên Ereb û Aşûrî vexwendî dikin da piştgiriya miletê me bikin da ji bin zulm û zordariya netewî derxînin.
Partiya me heta roja îro bawer dike ku çi partiya siyasî û çiqasî hêza wî a rêxistinî xurt be wê nikaribe bilinbîniyên xwe pêk bîne bêyî piştgirî û alîkariya milet, û ku siyaseta wî ne li ser bingehin derekî be rewşa xweyîtî û derekî berçav bide. Ji vî alî me pêşketinek berbiçav dîtiye ku partiya me piştgiriya xwe ji nava gelek pêkhatiyên miletê kurd werdigire û gelek zehmetî ji vî alî de hatin pêşiya wê, ji ber ku hêzên li dijî partiya me karekî xurt dikirin li beramberî partiya me û dixwestin herdem siyaseta me çewt bidin xuyan û gelek navên xerab bi dû partiya me dixistin da milet ji partiyê bi dûr bixînin, û bi rastî jî di vê derbarê de hindek armancên xwe pêkanîn, ji ber ku ew wan hêzan siloganin netewî û pêwendî radikirin û ew ne tenê tiştek bi cih neanîn ji miletê kurd na belê li vajî wê behane xiste destê hêzên şovînî de ên ku bêtir newekhevî û zordarî û biryarên awarte bi serê miletê kurd de anîn.

* Rojnameke mehane ye Partiya Dîmoqratî Pêşverû Kurdî li Sûrya belav dike






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2162