Heft roj li Kurdistanê
Dîrok: ÇáÃËäíä 27 äæÝãÈÑ 2006
Mijar: gotar


Ezîz Xemcivîn

Di vê payîza xêr û baranê de li 7/11/2006an li kurdistana azad û þêrîn mêvan bûm..
Firoka me çalak û jêhatî ji firokxana Dubey a navnetewî bi bala Hewlêr a paytext de demjimêr 7ê êvarî firiya..
Çiqas kêlîk xwîn giran bûn, te digot "girara ber min xwarine"; bi derengî dimeþiyan, nizanim ez bi lez û bez bûm, kengî welatê þêrîn bibînim..??


Piþtî du demjimêr û nîvan kaptênê firokê ceger da xwe û ji rêwiyan re got: xwe amade bikin da bi hêsanî û kêfxweþî em li firokxana Hewlêrê peya bibin.. me jî xwe amade kir.. firoka me wek teyrekî baz xwe li ser axa welat berda xwarê…
Rêwî li dû hev rêz bûn pasportên xwe didin polîs, dor giha min; min jî xwe ji bîr kir ko li welatê xwe me; li xaka pîroz im, divê bi kurdî bi axifim; mixabin ji piçûkî de em fêr bûne bi zimanê biyanî guftugo bikin.. Rahiþtin pasporta min, tev çûn û hatin û ji hev re dibêjin ev Sûrî ye û li hev dinerin.. Min jî bîr nebir ji ber ko ez bi Erebî bi wan re peyivîm; ez hiþtim û gotin divê vîza tu li pasportê xîne, di cî de min got: Kaka min Kurd im, û nehatime bo tu tiþtî ez mêvanê fistîvala Duhok a rewþenbîrî me û tenê heft rojan ez ê bimînim…

Êdî ez derbas kirim û bihna bayê welat li rûyê min da, min bihna bayê welat kir, xewnên piçûkaniyê li hiþ þiyar bûn.. "welat welat pir þêrîn e welat, taca cîhanê xemla rojhilat"

Ewê þevê min bîranên çil salî weke filmekî li ber çavên xwe meþandin, Xwedêyooooo ev xewn bi sed hezaran kurd re çû gorê û kurdistana azad nedîtin..??

26.11.2006

dumahîk heye


 
Mizgefta Hewlêr

 
Duhok

 
Silêmaniyê: Dergehê avahiya Kurdsat

 
Silêmaniyê "Parka Azadî"

 
Dêr- Duhok

 
Keleha Hewlêr









Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=216