Þer(xwende)van
Dîrok: ÇáÃËäíä 31 ãÇíæ 2010
Mijar: Nûçe



Arjen Arî

Yén ku ji sifreya þer dixwîn û vedixwin û sih sal e té de diberbihin, dikeriffin; piþtî her kuþtiné mina þéré ji ser termé néçîra rabûyî, esseh tahma devé xwe xweþ kirine, bi zimané xwe yé kirét û bémerés derûdora devé xwe alastine. Û teqez, ewan piþtî kuþtin û herikandina xwîna Þervan*; Þervané  ne þerxwaz, ne þerker, ne jî li qada þer di eniya þer de; ekla xwîna sor î teze û þîregerm a Þervané xwendevan di biné zimané wan de maye, û pé re gotine ‘ oxxxxyaaaan…çi xweþ bû tahma vé xwîné’!


Kuþtin, ku ya kurdan be jé eþkeretir û rewatir?
Mirin, ku ya kurdan be jé hesantir û jirézétir?
Xwîn, ku ya kurdan be jé xweþtir û helaltir?

Û xwîn, xwîna ku bi ya Þervan re elem û îrîn; ji wexté ku Qabîl tevþoyé kevir î devbivir hilda û seba Leyûza’yé li sere Habîlé bira da û xwîné got, ‘ viiizzzz…’ û vir ve de, qe sekinî?

Ne beriya þûr, ne jî piþtî tivengé li ser van axan xwîn ranewestiya!
Péþewayén olî, péximber û réberan þiyan ku herikîna xwîné rawestînin, bersîng bikin?
Kuré Xweda  xwediyé Ýncilé Îsa karî ré li ber herîkîna xwîna xwe bigire, û bike ku Cihû xwîna wî nekin kahniyén ku hé jî çar mîx, tî tî, téhn  jé vedixwin?
Berî ku wî li çar mîxé bidin, ma ne ev peyama biratiyé û bi hevre jiyîné, xweþbîniyé radigihand  bawermend û peyrewén xwe, û digot,‘ yek þîmaqeké li rûyekî we bide, hûn rûyé xwe yé din bidiné’?
Îsa li tevî rûyé xwe, xwîna xwe jî da!
Muhemmed jî wisa…Muhemmed jî nekarî ré li ber herîkîna xwîné bigire. Nekarî Qur’ané mina nihîtekî téxé devé serkahniya xwîna ku li Rojhilata Navîn  hé jî diherike…Bi qasî ku ewî, qewmén bi ser olén din ve bi sé riyan vedixwend, û got, ‘ cirma kuþtiné sed devehén di temenekî, di rengekî, di bejnéké de ye’;karî bike ku Mûaviye li Kerbelayé xwîna neviyén wî neherikîne?
Berevajî véya; li ser navén wan û þopa li dû xwe hiþtî, pewrewén wan î hemdem û béxem, mina ku di zamanén dérîn de bijîn, bi her deliveyé dibéjin, ‘ Xwedawend xwîné divén’!
Ji lew, duh û îro li Rojhilata Navîn, li Rojhilata Néz; bi taybetî li ser axén ku bi xwîné hatine avdan, li ser axén ku kirasé xwîné bi bejna wan de hatiyé berdan û bi xwîné hatine pîrozkirin: Jar- us Selam, Mekke, Þam, Quds… xakén ‘pîrozwer’, bajarén ‘minewer’, war û wargehén xwelîser!
Xwelîser in, ji ber ku ji axé pirtir desthelatén tîranî, serwerén rihrebanî, xwediyén di sûreté xwedawandén þeytanî, tîhniyén xwîné ne!
Bi gotineke din, Dehaq’én hemdem in her yek!
Heryek serjéker; heryek bidarveker; her yek kujer, kelepçeker, zîndanker!

Wisa dixuye, wekî duh îro jî li ser van axan nané zaliman zilm e!
Wisa dixuye, li wî welatî kuþtina ciwanén béguneh nîvîþké ser nané hinekan e!
Wisa xuye dike, her ku bangén ‘em þer naxwazin’, édî bes e, bes eeeee, bes eeeeee’ bilind dibin, û  her ku mirovén ne þer; xér û aþtîxwaz desté biratiyé berz dikin û dixwazin xwe bikin mertalén zindî li pér û pésîrén çiyan; xwînréj bi kuþtina Þervanan dixwazin bibéjin’ de bila pahra we giryan, welaté we þînistan be’!

Xwîn raneweste, rondik, xilolîk, hésir dé her biherikin!
Xwîn raneweste, dil û mélak her dé bikizzin, biþewitin!
Xwîn raneweste, kevir û pîþo û hesté dé bigihin hev!
Û ev, dé bibe destpéka agirekî ku qet venemire, netemire!
Atéþperest jî ne alîgiré véxistina agirekî wisa ne!
Lé ev xwestek, xwestek û arezuya xwediyé ‘dewlata kur’ e, ku 80 sal e xwestine/dixwazin du gelan bikin du gurrén dev bi xwîn û wan berî pésira hevdu bidin, û ew jî bi temtéla kesén ‘ agir berdide kayé xwe dide ber bayé’; ji xwe re li herîkîna xwîné, herimîna jîné, raperikîna kîné seyr û temaþe bikin!
Berpisiyarî ew ku herkes ne bi héla pozé xwe ve; bi aliyé eqlé hevbeþ ve bibeze.
Berpirsiyarî ew e, ku dawa desthelata ji kirin û kiryarén kirét berpirsiyar, bi ser sere wan de bét qulipandin, da quna reþ û quna spî ji hev bét veqetandin!
Berpisiyarî ew e, ku bi liv tevgerén berpisiyarane, hemû hizr û héviyén wan reþerû û rûtariyan én di derbaré pékanîna péþerojeke tar î tarîstan de, bi biriqandina roja azadiyé re dé çîrvîrî hev bibe!
Û dive, bang ev be:
Werin, bi hev re em aveké li vî agirî bikin!
Péþiyan gotine, ‘ agir ku bi çiyan bikeve, ter û hiþk bi hev re diþewite!
Dilé ké bi agiré dilé diya þervanan re naperite?


*Þerzan
26705/2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2151