Masiyê Helîm Yûsiv
Dîrok: ÇáÓÈÊ 22 ãÇíæ 2010
Mijar: Nûçe



Ehmedê Huseynî
ehmedehuseyni@live.co.uk

Di romana kurdî ya îroyîn de, rakêþana vegotin û vebêjî, ristin û vehûnana çend rûpelên pêþîn ên romanê, rê li ber dudiliya xwendevên digire û wî naçar dike ku xwendinê berdewam bike. Ji xwe eger ew çend rûpelên pêþîn bi çurîskên helbestvaniyê, rewanbêjiya kurmanciyê û bi herikîna derbirînê  xemilandî bin, wê çaxê yê xwendevan jî alavên xwe yên xwendina deqekî dahênane bi þêwazekî bîrtûjane amade dike û bi coþa ku ev xwendin dê tiþtekî xweþ bidêyê, dixwîne.


Min, gelek caran, piþtî xwendina çend rûpelan, roman ji destê xwe avêtiye û min di cih de hest kiriye ku xwendina vê romanê dê ziyanê bigihîne zimanê min, xeyala min, çêjwergirtina min a wêjeyî û bîrûboçûnên min ên der barê jiyanê, mirinê, evînê, hevaltî û gelek têgeh û çemkên min ên mirovane, ango xwendina vê romanê di þûna min bi pêþ ve bibe, asoyên nû di hiþê min de veke, tiþtekî li min zêde bike, hestên min ên mirovane berfirehtir bike û wateyên cihêreng pêþkêþî nasnameya min, xewna min, merc û egerên hebûna min bike, dê min ber bi paþ de vegerîne û ziyanê bigihîne asta min a çawatî û çiyetiya xwendinê, lewre min biryara ji destavêtina romanê di cih de daye û min ew romannivîs ji ferhenga xwe û ji dîmena avakirina geþepêdana kurmanciyê avêtiye.
Bi gotinek e din, pêwist e romannivîsên kurmanciyê berî ku dest pê bikin û romanan binivîsînin, bizanibin ku xwendevanên romanê, pêþîn romanên xweþ bi zimanên din dixwînin û dikarin di kêlîkên xwendinê de, birawerdiyekê di navbera romanên zimanên din û romana kurdî de ava bikin. Ango dikarin berhemên xweþ û yên ne xweþ ji hev derxînin.
  Li vir jî dixwazim ji xwendevanên kurmanciyê re bi zimanekî eþkere û zelal bibêjim: Di cîhana wêje û afirandina kurmanciyê de, ne her tiþt hêjayî xwendinê ye, ne jî her berhemeke madem bi kurmancî hatiye nivîsandin, pêwist e em wextê xwe ji boyî xwendina wê terxan bikin!
Berhema ku çêj jê neyê wergirtin, ya ku mirovan sermest û sersom neke, ya ku xwendevanê xwe tûþî aloziyan, sawîran, dudiliyan, têramandin û hizirînan neke, ya ku mirov di nav kod û amaje û sîberên xwe de winda neke, pêwist nake were xwendin.
Hetanî ku li darê dunyayê bin, dê Masiyê Helîm Yûsiv ji bîra min neçe.
Ev neçûna Masî ji hiþ, wek nimûne, nîþana herî ronak a serkeftina nivîsandina romanekê ye.
Wek ku çawan hetanî aniha Prince Myshkin û Rascolinov ên Dostoyevsky, Juan Brithiadoyê Rolvoyî, Ahabê Herman Melville û Jose Arcadio Buendia û Florentino Aretha yên G. G. Marquez ji bîra min neçûne, wisa jî dê Masî wek lehengekî serencrakêþ, têkelkêþ, jîndar û kartêker ji bîra min neçe.
Desthilatbazî û dagîrkirina Masî ya hest û bîr û bîrewerî û hizrên xwendevanên xwe, serencama proseseke wijdanî, siyasî, civakî û derûnî ye. Romannivîsê romanê, di kêlîka ku qehremanê xwe, mîna gelek romannivîsan hema hema dikuje, wî radestî bûyeran, rûdanan, kêþeyan, gîrûgiriftan û barûdoxan dike, li koþeyên erdnîgariyekê wî bêsima û bêarmanc û bêhêvî û bê ling û bê evîn dihêle, di heman kêlîkê de, Masiyê xwe hetanî radeya dawîn a nîgaþan û xeyalan û fantaziyan, ji hundirê hundir ve ronî, eþkere û þirove dike. Ji hundir ve ronîkirina kesan, zeftkirina nakokiyên bingehîn û cewherî yên hest û têramandinan, bi lêhûrbûn û hûrgilî pêþkêþkirina rabirdû û aniha û siberoja qehremên û amajepêdana çarenûsa trajîk a bûnewerê ku di bizava giþtî ya romanê de desthilat e, wisa dikin ku þopa Mazî di þaneyan de kûrtir bibe û di hiþ de jî ezmûnên xwe yên takekesane û gelemper bi cih bike.
Cûre, qat, þêwaz û formên vegotina zimanî yên di romanê de, ango bikaranîna zimanên cihêreng û cihêwaz ên ku derbirînê pêktînin- zimanê þer, zimanê tenhatiyê, zimanê evîn û mikurhatinê, zimanê tirsê, zimanê dilsojiyê, zimanê hevaltî û mirinê- û hewldana Helîm Yûsiv ku xwendevanê xwe bi zimanê yekaheng newestîne, çend hoker û faktorên din in ku, di Gava Ku Masî Tî Dibin de, mirovan hem bi Masî re tî dikin û hem jî rê nadin xwendevên da ku xwe vehesîne.
18. 05. 2010
London






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2135