Dixwazim bibim endam partiyek
Drok: 30 2010
Mijar: Ne



Sîrwan H. Berko – Berlîn

Ez 21-salî bûm dema ez di payîza 1998ê de bûm endamê Partiya Sosyaldemokrat a Elmanyayê (SPD). Eger ez îroj li xwe mûkir werim, hingî min nedizanî bê çima SPD û ne partiyeke din. Sedema ku ez hingî bûm endamê SPDê çalakiyeke mezin a ji bo hilbijartinên parlamentê bû, ku ji aliyê rêxistina ciwanên SPDê ve hatibû amadekirin. Wan hingî ji min pirsî, min jî got erê. Hingî heyt sal di ser hatina min a Elmanyayê re derbas bûbûn û min dixwest xurtir bikevim nav civaka elmanî. Pitî min programa SPDê xwend, min ev partî bêtir nêzîkî bîrûboçûnên xwe dît. Min dizanî bê ev partî çi dixwaze û ji bo çi dixebite. Ez ta roja îroj endamê SPDê me.


Gelek caran ez ji xwe dipirsim bê çima ez nabim endamê partiyeke kurdî; partiyeke xwedî programeke maqûl û endamine ku kêm-zêde mîna min difikirin. Ji dema ku tê bîra min, armanca min tim ew bû ku balê bikiînim ser rewa miletê xwe û ji bo batirkirina rewa wî çalak bim. Ji wê rojê û ta niha jî ez li partiyeke kurdî digerim, ku programa wê ji bo çareserkirina Pirsa Kurdî li Sûriyê zelal û ekere be; programeke ku hemû xalên wê ji bo herkesî zelal bin, ku pirsek bê bersiv nemîne. Ez li partiyekê digerim ku dizane çi dixwaze û çawa xwestekên xwe bi cî bîne. Ez li partiyekê digerim ku armanca wê ya sereke ne hizbîtî be, lêbelê bicîanîna bendên programa wê be. Ez li partiyekê digerim ku ez tê de bibim endam, ne sofiyê serokekî ebedî. Dixwazim bibim endamê partiyekê, ku maf dide min vekirî û ekere siyaseta partiya xwe rexne bikim bêyî ku mohra xayintiyê yan jî perçebûnê li min bê xistin. Ez çavên xwe li partiyekê digerînim, ku ji bilî avêtina dirûm û gotinên qelew, siyaseteke maqûl û berhemdar pêk bîne. Dixwazim bibim endamê partiyekê ku kesayetiya wê xurt be, lê ne koleya berjewendiyên partiyine din li beên din ên Kurdistanê be. Li partiyekê digerim ku zarok û ciwanan, qîz û xortan, ji hembêza dayikên wan narevîne û naîne erekî ji bo armancine nediyar, da ku pitre di tabûtan de vegerin malên xwe. Dixwazim bibim endamê partiyekê ku bikaribe çend salan bijî bêyî ku perçe bibe. Ez li partiyekê digerim ku ji kesên serbixwe û zane netirse û ji ezmûnên wan sûdê bigire. Dixwazim bibim endamê partiyeke nûjen ku xwe berdewam nû dike û di nav toza dîrokê de nemîne.
Eger partiyeke wilo hebe, jê tika (reca) dikim ku zû forma endametiyê ji min re biîne, da ku bibim endamê wê.







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2112