Sorikê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 28 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Omer kurê As
,* wek ko di dîroka Ereban de hatiye nivîsandin, qehremanek bû. Rojekê pêximber Muhemed, Omer kurê As diþîne cengeke giran, demeke kin an dirêj vegeriya û wekû dibêjin, mêriko serkeftineke afsaneyî kir û hem jî ew xelk talan kirin(jin û mal) bi xwe re anîn.  Qehremanê Ereb û deqê pêximber Omer kurê As serbilind, sinbêlan ba dide û bi wê payebilindiyê di civata Muhemed û hevrêyên wî de rûniþt. Ji her hêlê ve zilamên pêximber pîroziya wî û ola (þûr) li ser evê serkeftinê kirin.


Rabû Omer ji kêfan re xwest ko ji pêximber bipirse, da rûmetê xwe li bal wî binase, got: Pêximberê Xwedê, gelo “heztir” an þêrîntir kes li ber dilê te kî ye?
Pêximber bê dudilî û bê ko birame, lê vegerand û got: Sorikê *
Omer sar bû, lê zana bû, di cih de got pêximberê Xwedê! Mebesta min ji zilaman kî ye?
Pêximber yekser got: Bavê Sorikê!*
Omer kurê As pîs û sar bû, ew qas kar, xebat û qehremanî di ber “ola þûr û zor-zorinde” de û dawiya dawî, qenciya wî çû ji Sorikê û Bavê Sorikê re!
Gelekî dilteng nebin û bi taybetî bawermendên Kurd lê ev rastî nayêne veþartin. Min ev kurteçîrok anî ziman, ji bo ez ji we re li ser ragihandina kurdî û wekîniyekê an kemperiyekê bi çîroka Sorikê re bikim.
Bi rastî Sorikan(mê û nêr) þax û baxên xwe berdane ragihandinê, heta ko yên mîna Sorikê hebin, cih ji me yên çav hingivî, rû genimî, kej, esmer û reþ re nîn e. Belê ragihandina kurdî bi giþtî dibêjim, lê taybetî televizyonên partiyan, malperên cor bi cor, kovar û rojname jî, ji evê rewþa bilindkirina Sorikan ne kêm in! Vêca gelî xwendevanan, bila hûn ne gelekî geþbîn bin, û neramin dê zû bi zû ev rewþ bê guhertin!
Em Kurd bi giþtî ev çanda sexte di serê me de hatiye çandin, dibe hinek ji me diramin ko rê bidin kesên xwedî rêz û rûmet (mebesta min bi pênûs, huner û þêwe...h, d) lê mixabin kesên ko ferman û þêwirdarî ketiye destên wan de, nahêlin afrêner bi mafê xwe þad bibin.
Naxwazim nimûne û navan bibêjim, lê çi kesê/a ko nêzîkî evê seqayê ye, sextekaran baþ dinase û dizane jî ko heta ji wan bê rê nadin hunermend, nivîskar, rojnamevan û torevanên hêja!
Pirgotin di evê mijarê de sûde nîn e. Di seredana min î welat a dawî de, bi gelek hevalên nivîskar, hunermend û rewþenbîran re rûniþtim, me derd û kulên xwe parve kirin. Hemû gengeþeyên me ne dûrî evan mijaran bûn.
Hevalekî li ser “nivîskareke jin” ji min pirs kir, û got: Te hevpeyivîna wê a dawî xwend, min got na! Got ev nivîskar pir bi nav û deng bûye! Min got çawa? Got heta niha bîst hevpeyivîn û gotar li ser hatine nivîsandin, tev ko temenê wê ê internêtî ne bêtir ji du salan e!  Vêca min jê pirsî; eger nivîskareke internêtî bi temenê xwe dusalî be û bîst hevpeyivîn digel bûne, ma ev tê wateya ko ew bi nav û deng bûye? Got tu dikarî evê pirsa xwe ji ragihandina me a sexte bikî!
Di ewê gengeþeyê de hilbijartinên Îraqê li bîra min hatin, nivîskareke Kurd li Ewropa dijî, weke berbijar ji hêla partiyeke Kurdistanî ve hat hilbijartin. Ew jî nivîskareke internetî ye, ji berî çend salan ve pesnê serok û merokan dide û name û þabaþiyan ji vê hêlê û ewê hêlê re dike. Di evan hilbijartinên dawî de, gelek deng anîn û biserket, beraber jî siyasetmedarin berbijar hebûn, temenê xwe tev de di xebata netewî de derbas kirine, biser ne ketin! (Bê guman ez ne dijî dengdana dîmuqratî û nerîna dengdêran im).
Pendeke kurdî heye dibêje “Hin dikin, hin dixwin” bila ev dem jî wisan biçe, bila sextekar bi destên sextekarên weke xwe biserkevin, lê ez bawer nakim rewþ wisa çewt û leç bimîne.
 ____________________________________________________________
Sorikê: Ayiþa (Diya bawermendan), keça Bavê Bekir, hevrêyê pêximber Muhemed, sala 4 ji pêximberîtiya Muhemed ew ji dayik bûye û sala 58an jiyana xwe dest daye. Hêjayî gotinê ye, dema Muhemed ew li xwe mehir kir, 9salî bû.
Bavê Sorikê: Bavê Bekir
Omer kurê As: sala 573z ji dayik bûye û sala 664 jiyana xwe ji dest daye. Kurê Asê Qureyþî ye. 

Avestakurd








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2108