hna em wek xwe ne
Drok: 23 2010
Mijar: Ne



Silêman azer

Berî sed û diwazdeh salan merovekî Kurd dikarîbû direweke gelek dijwar û ewarete de yekemîn rojnameya Kurd bi navê Kurdistan damezirîne,û ew bibe rojeke dîrokî di jiyana Kurdî de,û bi saya wê yekê her sal em vê rojê li bîrtînin û hatiye binavkirin roja rojnamegeriya Kurdî.Û di vê rojê de divê em jibîrnekin ku em bejna xwe li ber karê vî cewamêrî bitewînin û em bilind karê wî binerxînin.Mîr Miqdad Midehet Bedirxan ew kesê bidilovaniyekê ev karê hêja di 22 nîsana sala 1898 an li Qahîre paytexta Misrê damezirand.


Lê îro roj em bêçare ne ku em li ber vê pirsê rawestin û em hewil bidin bersiva vê pirsa giring bidin:pitî 112 salan ka rewa rojnamegeriya Kurdî çawa ye û berê wê li kû ye.
Ger em nexwazin xwe bixapînin û em rast bin bi xwe re rewa rojnamegeriya Kurdî ne diwarekî durist û saxelm deye,û hîna ew nikare xwe bide naskirin bê ma ew çi dixwaze û rêbaza xwe çawa diopîne.
Tevî ku divê demê de alavên ragihandin û çapemeniyê pirbûne û derfeteke hêja li cîhanê bela bûye û her kes dikare sûdeyê ji wergire lê mixabin miletê Kurd bi êweyekî gelekî kevnar û negitî danûstandinê bi vê desxistinê re dike.
Yekemîn: Tv ya kurdî ku ew di gerînokeke gelek kenvar û paketî de kar dike,bêtir ew wek reklamin partîtî û dipesndana serok û partiyên xwe de mijûlin û nikarin ji wê ramanê xwe rizgar bikin ku ew ji boyî berjewendiyên Miletekî ne yê vê partiyê û vî serokê hatine demezirand,nikarin biêweyekî serbest kar bikin û ew bikarê xwe yî rojnamevanî rabin,lê ji nûçeyê partî û serokê xwe pêve tu titî pêkêî temaevanên xwe nakin.
Rojname ji xwe bicarekê nînin û yên heyî jî belavokên partiyane û ew nûçeyên bihûrtî û genîbûyî pitî ku merovan ew jibîrkirine dighînin xwendevanên xwe.
Li vir bêtir titê ku roja îro tê xwendin û opandin jî ew malperê internetin,û mixabin ku malperê internet bûne meydana êl û malbat û kesin gelekî dûr ji nivîsandin û rojnevaniyê.
Bê guman rewa malperan jî wek ya Tv ya Kurdî ye,her malbatekê û êlekê malpereke xwe yî taybet damezirandiye û bitenê ji bo nûçeyê vê malbat û êlê bighîne,û yên mayî ji van malperan bi êweyekî bêserûber û tolhiladn û nedurustî karê wan tê kirin.
Ta roja îro malperên kurdî nikarin bejna xwe li ber malperê cîhanî bilind bikin û ew bikevin wê meydana ku nûçeya herî taze ew e ya ku xwendevan û kesan ber bi xwe ve dikîne,û ew ji wê forma kilasîk û yek regnî derkeve.
Gelo medya kurdî bitevayî dikare raman û daxwazên xwe biêweyekî zanistî û karsazî bighîne miletên cîhanê û kesayetiya xwe û miletê xwe pêkê bike.Ez bidilxemgînî dibêjim na,tu kes ji bilî me medya me naopîne û temae nake,û em nikarin ji xwe bipirsin gelo ma bitenê bese ku em kul û derdên xwe ji hevre bêjin û ma wê çawa cîhan birewa me zanibe bivî êweyê ragihandinê.
Di dawî de ez rewa rojmaneya Kurdî dûrî rewa wî ya siyasî nabînim,ew guhertin û pêketina ku em dixwazin girêdayî karê meyî siyasî ye û tucarî ew nikare xwe jibin bandora nerînên siyasî derxîne û ev yek ji bobelat û nexweiyê medya kurdî ye,serdestiya hêzên siyasî û destdirêjiya wan dinav medya kurdî de û ma naxwe çima ev gazin û rexne li medya welatên serdestî me, eger em jî wek wan karê xwe diopînin û dikin.

Silemanazer@hotmail.com







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2101