Rźūresma bīranīna koēbūna nivīskarź kurd Rezoyź Osź li Stockholmź
Dīrok: ĒįĆŃČŚĒĮ 21 ĆČŃķį 2010
Mijar: Nūēe



Bo rêzgirtin li giyanê nivîskarê kurdî hêja Rezoyê Osê, û li gor biryara Federasyona Komelên Kurdistanî, di 18.4.2010 de li baregeha Federasyonê li bajarê Stokholmê ahengeke gotaran hate lidarxistin. Ew ya çilrojiya koça zû ya ronakbîrê mezin Rezoyê Osê bû. Bêhtir ji žêst kesî ji revenda kurdistanî li Swêdê beždarî wê bûn.
Pižtî vekirina rêûresmê ji aliyê seroka Federasyonê xanim Žermîn Bozarselan û rawestana xuleyeke bêdeng wek rêzgirtin û rumetdan bi giyanê pîroz yê Rezoyê Osê, rêûresm ji aliyê Dr. Seededîn Mela ve û bi beždariya mamosta Zagrosê Haco, Dr. Emîn Silêman hate birêvebirin.


Pêžî nameya malbata Osê û malbata Namî bi hev re hate xwendin pižtre Ferhad Remzî Sonmuz çend rêz ji kurtejiyan û berhemên wêjeyî yên Rezoyê Osê, ko nivîskar Konê Rež nivîsandibû, xwendin. Li pey wî Lorya Namî nameya mamosta Samiyê Ehmedê Namî xwend. Mamosta Samî nexwežiya giran ya ko, Rezoyê Osê pê ketibû ronî kir û çawa du salên dirêj berxwedaneke bê hempa li hember êža giran kir, žirove kir. Samî niyaz, plan û projektên Rezo yên pêkanîna berhemên wêjeyî û zimanzanî ežkere kirin.
Pižtî wê Zagrosê Haco li gor tecrûbeya xwe ya dûr û dirêj bi mamosta Rezo re, ya di qûnaxên rengereng re dersbasbûbû, bežek ji jiyna wî ji rewižtên wî yên bilind wek: Welatperwerî, zimanê resen, dilsoziya bi dostan re, zarê žêrîn, civatxwež, wêjevanê berhem bi nirx, rexnevaniya babetane, rastgoyî û mêranî ronî kir. Wî got ko, çawa di bername û sozên xwe de, di diloziya bi karê xwe yê prîvat û yê civatî de Rezo xwedî disîplîna hižk bû. Û wî basa hezkirina Rezo ya xwezayî ji ziman û folklora kurdî re û xebata wî ya bêrawestan bo parastina zimên kir, herwekî ko, Rezo ziman bingeha sereke û ya herî giring bo avakirina kesayetiya kurdî durist didît. Zagros xwest ko daxwaza Rezo ya ji nû ve çapkirina jimarên kovara Stêr bi cih bibe.
Dr. Emîn Silêman basa ezmûna xwe ya hevbež,ya salên hežtêyî dema Rezo xwendina bilind tewakiribû û vegerabû welêt kir. Wî giringiya rola Rezo nîžankir, çawa bêrawestan di nav rêzên cemawer de ji bo xizmeta çanda kurdî Rezo nimûneyê têkožerê bergir bû.
Pižtre Dr. Seededîn gotineke dilnazik di behiya hevalrê û dostê  xwe yê koçbûyî Rezoyê Osê de xwend. Dr. Seededîn dema cara pêžî di sala 1972 de li Berlîna Rojava Rezo naskiriye bi bîr anî. Herweha wî çalakiyên hevbež di gelek waran de û li gelek cihan bi taybetî di damezrandina Hevbendiya Kawa ya Rewženbîrên Çepî Kurd li Mosko bi Nivîskar Bavê Nazê û Dr. Mihemed Necarî  re kir, û dawî çawa li ser wê  bizava pak û bêguneh leystik û bazirganî pêkhatin. Dr. Seededîn basa nirxên Rezo yên bilindî insanî û basa dilsoziya wî ya bêsînor ji gel û dostan re kir. Wî basa terxanî û têkožîna mezin ya Rezo bo bilindkirina peyva kurdî ya resen û deranîna žoxa wê peyvê kir, ew peyva ko ji ber dorpêçkirina žovenist û ji ber helmetên erbkirin û tirkirinê ketiye ber metirsiya neguhdan, windabûn û kirêtkirinê. Dr. Seededîn  bi bîr anî çawa Rezo li ber nezanî, sersarî û žerê dijminane yê ežkere li dijî her tižtê kurdî serî dihilda.Rezo li Sûrî bi mêranî, žahnazî û serbilindiya pênaskirî li hember fižar, tirsandin û dilbijandinê derdiket û têkožîn dikir.
Dr. Seededîn li ser giringiya jiyana Rezo rawesta û got ko dive jiyana Rezo bibe rêbaz ji nifžan re. Wek Rezo dive bêezîtî kar bêne kirin ji bo parastina nirxên pîroz û ji bo parastina gewherê kesayetiya kurd dûrî keysperestî û derûnlawaziya ko žovenîzma serdest xwestiye û dixwaze di nav kurdan de biçêne.
Dr. Seededîn bang kir û got ko pêwist e berhemên Rezo, yên wî nikarîbû derêne, bêne çapbikirin û bi hêvî ye ko dê sibe dara Rezo ber bide û dê navê Rezo li dibistan û dezgehên kurdî nižtimanî bête kirin, dûrî koletiya îro ya ko Rezo bû goriyê wê. 
Pižtre nameya hevalê Rezo Dr. Lazgîn Mela Mihemed hate xwendin, tê de ew bîranînên xwe ji dema xwendin û cîrantiyê dibêje.
Li pey wê nameya nazik ya nivîskar Heyder Omer hate xwendin, ew tê de hestên xwe yên xemgîn li ser vê kulê derdibire û dibêje çawa koçbûna Rezoyê Osê di vê qûnaxê de windabûneke ji çanda kurdî re.
Di dawiyê de beždaran bîranînên jiyana koçbûyê mezin ji hev re gotin û hestên xwe yên pak derbarê wî, malbata û hezkerên wî derbirîn.
Hezar silav li giyanê pak yê Rezoyê Osê, ew dê ta nemayê bête bibîranîn.
Stockhom 18-04-2010


























Cihź ev nūēe jź hatiye: Welatź me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vź nūēeyź navnīžan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2098