Rezo yê Osê wek ku min nas kir
Dîrok: ÇáÃÍÏ 18 ÃÈÑíá 2010
Mijar: Nûçe



Heyder Omer

Rezo yê Osê yekek ji wan kesên zû ji nav me barkirin bû, Ku em hîna jî hewcedarên ked û pênûs û cefayên wan bûn, lê mixabin, wek ku penda kurdî dibêje; gava mirin hat nabejê evî mezin e, an biçûk e, nabêje ev xebatkar, çalak, berhemdar e, an  tenbel e, belê destên xwe digerîne, û pirê caran jî kesên kêrhatî, çalak û ji bo gel û welatê xwe sûdar in, bi ber dava wan destan dikevin.Weha jî mirinê vê carê Reoyê Osê ji nav koma çalakvanên me vebjart, û bê dilê me ew ji dest me revand.


Tevî me dizanîbû, ku mirinê ji salekê berê de, li ber deriyê mala wî kon vegirtibû, derfet dipelandin da derbas hindir bibe, û Rezo jî bi berxwedana bê hempa pêre rû bi rû bûbû, û tevî me dizanîbû jî, ku dawî dê mirin bi ser keve, lê nûçeya vê serkevtinê roja pêncþemê li 4ê avdarê bi min giran bû, wê nûçeyê ez tengijandim, û rondikên min herikandin. Pêre jî bîriya min vegerande beriya 20 salan.
Min navê Rezoyê Osê bihîstibû, lê min ew nedîtibû, yekemîn car sala 1990, em pêrgî hev hatin. Hîngê ew ji Cezîrê hatibû, li gel rewþenbîr û nivîsevanên kurd li Helebê, hevdîtin ji bo kovara Stêr pêk dihanîn. Wê hîngê min rastiya tiþtên, ku min dibihîstin, dît.
Wêneyê wî yê berê, ku bi bandora bihîstinan,di serê min cih girtibû, ji rastiyê dûr nebû; Rezo beriya axiftvan be, guhdarê hêja bû, rûmeta kesê hember xwe digirt. Bi hestewerî û rêzdarî guhdarê te bû, gotina ter nedibrrî, û gava daxivî jî axiftina wî bi pêwr û mêzîn bû, bi dengekî nerm û hêdî bû, û ji metelok û pendên kurdî ne vala bû, heya ku cidabûn jî di navbera nerîn û boçûnan de hebûwa, ewî bi berkenî û awayê dostan e û hepîþeyî bersiva te dida, û bergeh di nabera xwe û te de kurt dikir. Ev nirx jî yekemîn nirxên danûstandinên rûmetdar in.
Cara duwemîn jî sala 1993ê me hevdu dît, xemxwariya çand û wêjeya kurdî em kirin hevpîþeyên kar û xebata rêdeksiyona kovara ( PIRS ), û weha heya havîna sala 1999ê em bi hev re man. Xebata bevbeþ ya van 7 salan kesayetiya Rezoyê Osê li ber çavên min zelaltir kir, ku ew çiqas ji bo çand û wêjaya kurdî fedakar bû.
Cara dawî jî par bû, ku ew ji bo dermankirinê hatibû Elmayayê,lê mixabin ez bi derengî hatim agahkirin, ku ew hatiye, gava min telefonî wî kir, ew li ser riya vegerê bû, vê lomê me hevdu nedît, tenê bi qasî katekê em bi hev re peyivîn. Ewê hevpeyvînê dîsan wêneyê wî yê berê li ba min çespand, û bi ser de jî berxwedana wî ya bê hempa, li hember wê nexweþiya giran, da xuyakirin.
Rast e, Rezoyê Osê, wek tekehes, di vê jiyanê de dilopek bû, û di nexþeya êthniya Kurd, û ya cîhanê de, wek ku Ezîz Nîsîn dibêje, xaleke biçûk bû, û li ser Etlesan jî di qoziyeke teng û tarî de, mîna hemî hemwelatiyên xwe, hatibû hêþtin, lê ewî rola xwe bi dilsojî û dilsozî lîst, û bi cefayên xwe ken û þahî li ser lêvên zarokên kurd weþand, û bû hevalê wî refê, ku hêviya duwaroja wêjeya kurdî geþ kirî.
Rezoyê Osê yekek ji endamên nifþê duwemîn bû li jêrxetê, ku ji sala 1970yî de dest bi hînbûn û nivîsîna kurdî kiri bû, û ta roja dawî bê rawestan dest jê derneda, çel sal ji jiyana xwe bi ser gelek warên nivîsînê û babetan de parvekiribû.
Ez naxwazim babetê dirêj, û gotinan dubare bikim, lê dixwazim hema bi kurtahî bînim bîriya guhdaran, ku ew di demezrandin û rêdeksiyonên gelek kovarn de xebitiye, çîrokên aferînî nivisandine, û gelek jî ji zargotina kurdî bo zarokan dane hev û çapkirine, û gelek lêkolînên zimanewanî û wêjeyî, hem di kovar û malperan de weþnadine, û hem jî di komcivîn û vestîvalên wêjeyî de xwendine, helbest nivisandine, hinek berhemên wêjeya erebî û ya almanî bo zimanê kurdî wegerandine, bi ser de jî gelek destnivîs bi þûn xwe de hêþtine.
Her weha çalakbûna wî di korsên fêrbûna zimanê kurdî de, di damezrandin û endametiya gelek sazî û komelên rewþenbîrî û wêjeyî kurdî de, di beþdariya gelek vestîval û kongirên wêjeyî de jî ji bîr nabe.
Ez naxwazim bibêjim, ku koçbûna Rezoyê Osê valahî di Pehnava tevgera wêjeyî û rewþenbîrî kurdî de peyda kir, ji ber ku rêhevalên wî hîn li rê ne, û wê li rê bimînin, lê tenê dixwazim bibêjim, stêrkeke geþ ji ezmanê wêjeya me ket, divê em her hewl bidin, da ronahiya wê ji bîra nekin.
Rezo yê Osê!. Ez nabêjim oxir be, ji ber ku dizanim veger nîne, lê dixwazim bêjim, keda te dê te her tim di bîriya me de bihêle.

Elmanya, 10. 04. 2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2093