Rizgarkirina Sriy di 17 Nsana 1947 de Mafn Kurdan
Drok: 18 2010
Mijar: Ne



  Ebdulbaqî Huseynî 

Di her sale de gelê Sûriyê çi Kurd çi Ereb çi netewen din, di roja 17 nîsanê de, roja rizgarkirina Sûriyê pîroz dikin, û bi diladî bîranîna wan canfîda û qehremanên Sûriyê di bîra xwe de tînin.., ew kesên ku karîbûn wê zor û stemkariya firansawiya pitî 25 salan tune bikin. Lekerê firensawî ê dawî, ku ji Sûriyê bi hinera berxwedana nitimanên welêt hate derxistin, di 17 nîsana sala 1947 de bû.


Ev berxwedana ku ji gelek netewa pêkhatibû, wekû em dizanin canfîdabûna li dijî firansawiya di gelek cihan pêkhatibû.., li amê û baxa Ghûta, li Helebê, li çiyayê Elewiya ,Ii çiyayê Ereb û li hemî deverên Cezîrê û bi taybet li du deverên navdar ( Amûdê û Beyandûr). Û eger me li vir navên çend qehremanan bidin xuyakirin: ji wan kesan ên Ereb evbûn; Fewzî Qawiqçî, Sultan Paa Eletre û êx Salih el-Elî.. û ji Kurdan ên ku canên xwe bi erzanî di van bûyeran de dan, evbûn: Yûsif Elizmê, Ibrahîm Henano, Ebû Diyab Berazî, Ehmed Baravî, Seîd Axa Deqorî, Haco Axa, Abas Emoka.. Ev berxwedan û canfidayî tev hatekirin, da ku ev welat rizgar bibe û hemî mirovên têde bi azadî jiyan bibin, lê siyaseta ku firensawiya li dû xwe ve hitibû (siyaseta" wan dûrî hevxe, tê biserkeve") bi hêztirbû ji wan kesên ku hikim bi dest xistinbûn, wan kesan cihê xwe ba zeftkirin û bi nerîneke ofîniyane Ii dijî her kesê Sûrî ên ne ereb derketin. Wê çaxê Kurd têde gihan ku hemî canfidaya wan - di ber vî welatî de - li ber avê çû. Ev welatê han, dema navê wê (komara Sûriyê ) bû, welatekî bo hemî kesan bû, lê pitî 63 salan li ser rizgarkirina Sûriyê , ew mejiyê qerêj ên wan ofîniyên Ereban nehatiye guhertin, ku netewak dî li welat heye navê wî Kurd e. Herwekî bûyerek dî nêzîk vê jî heye, bi dijwariya xwe nekêmî wêye, ew jî hejmartina (statîka) sala 1962 a ku temenê we bûye 48 sal, ku dora 250,000­ kes ji Kurdan nifûsên wan ji wan stendin, û gotin wan: ”Hûn biyanînin”. Titê em dizanin, pitî rizgarkirina çi welatî, divêt xêr û bêr bighê hemî kesên wî welatî, ne hin tenê bi vê serketinê bijîn, û ên dî li ber lingan herin. Ez bawerim eve ne ji sincên mirovên aristanîne, û gerek ev Erebên ofînizim ên ku Sûriye zeftkirine zanibin, ku miletek heye navê wî kurde, ew jî beek ji vî welatî ye, û hejmara wî pire, û tê hesêb netewa didwan pitî ereban. Ev kiryarên di derheqa miletê kurd li Sûriyê pêk hatine û  ta ana berdewame, divêt bêne hilanîn, ji ber ev ne karekî dimoqrasî ye, û mafê mirovan naparêze, û bi vî hawî Sûriye dikeve lîsta wan dewletên ku vî mafî naparêze. Di dawî de em bîranîna wan lehengan li bîra xwe tînin, ku ev welatê êrîn ji destê firnsawiya rizgarkirin û armanca wanî herî mezin pêkhat, dema ev xak ji destê neyaran derxistin û yekîtiya wê parastin, lê mixabin ku îro ro di destên stemkarên hundirîn deye û gelê sûriyê bi hemî netewên xwe bûne bindest. Azadî û rizgarî bo gelê Sûriyê ci kurd ci ereb.
Ev gotar di belavoka Ny Vår ( ”Buhara Nû” )de, hejmara 5an, sala 2000 li Nerwîc hatibû belavkirin. Lê min hin guherîn lêkiriye, da ku li gora vê demê be.

Oslo / 17.04.2010
 







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2092