Ji dwana helbestvan Felestn : Mehmd Derw erm yekem, ji sirda bi navnana: (Ji xwner re).
Drok: 07 2010
Mijar: Ne




Wergêr: Xalis Msewer

Zenbeqên re di dilê min
      Û di nav lêvên min de.. agirin
Ji kîjan hovîtiyê tû hate nik min
      Ey hemû xaçên erniyê ?


Bi keserên xwe re bûme heval..
    Û min destê xwe da çol û birçîbûnê
Qeher ye.. destê min..
Qeher ye.. devê min..
û xwîna damarên min ava qehrê ye
Ey xwênerên min !
pistepistê ji min hêvî nekin !
ji ahiyê bê hêvîbin
eve azariya min..
        derbeke korfelaqî di qûmê de
        û ya din di ewran de ye
besî mine ez qeherî me
       Û agir pêya wî qeh re
Dengê te, min di reh û dilê xwe de hilgirt
       Ne xeme ku te ji erê min qerya
Hemû çîrok di xwîna min de
      Çifrît: li ser lêva min di fesilîne !
Min malik û neqên wan dane ber bê
         Ku ne wek ûrên êgir be.. qafiya min !
Bi mirin, yan bi tune bûna tîpê.. bawer bûm
       Yan ji dijminê xwe re min kindira enqê danî !
Bi tîpê bawerim ku  agir be.. ne xeme ku
       Ez.. yan stembarê min arîbin !
Gava ez hatim xwar.. Bese ji hilgêrê ala min re
        Dema ku xelk li ser tirbê  binivîsin
                "Ew nemiriye"
…………………………………………………







Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2080