Li seyrangiha Henarê li nêzîk bajarê Hewlêrê, û li ser vexwendineke fermî, Koma Arî ya huner û filkilorê kurdî beþdarî ya konsêrta hunermendê navdar "Ezîz Weysî" kir.
konsêrt ji bal Yekîtî ya Lawanên Demokrata kurdistanê hat rêkxistin bi helkefta cejna newrozê û sersala nû ya kurdî, û têda hijmarek mezin ji kurdên her çar alîyên kurdistanê amadebûn.
Di despêkê de "koma Arî" bi siroda nîþtimanî (Ey Reqîb) û bi çepkên bi hezaran kesên hazir derbasî ser texta þanoyê bû û çend nimayiþên balkêþ pêþkêþkirin ku bû cihê dilxweþî û dilþadîya amadebuyan.
Piþtire sikirtêrê Yekîtî ya Lawanên Demokrata kurdistanê birêz (Omêd xoþnaw) di gutarekê de, tevî bi xêrhatin û pîrozbahî kirina newrozê û ser sala nû ya kurdî,
balkiþand ser komkujîya newroza (Reqe) ku têde hezên ewlekarîya Sûrî û cencewîdên ba`s êriþkirin ser kurdan û ev yek jî bû sedema þehîdbûna (2) ciwanên kurd û birîndarbûna bi dihan kes tevî girtina bi sedan kesên din jî, sikirtêrê Yekîtî ya Lawan sersaxî li malbata þehîdên newroza (Reqe) kir û hêvîya saxî û selametî ji bo birîndaran û azadî ji bo kesên girtî xwest.Piþtî gutara sikirtêrê Yekîtî ya Lawan, hunermendê navdar "Ezîz Weysî" hat ser þanoyê û bi dîlanên kulîlik û ciwanên Koma Arî, gurzek sitranên xwe pêþkêþkir û coþ û xroþa kesên amade zêdetir kir.
Hêjayî gotinê ev konsêrt ji bal çend kenalên asmanî wek (Kurdistan tv, zagros, newroz) û çend kenalên navxweyî ve bi awayekî zindî hat weþandin.