Bi amadebûna hejmarek mezin ji kurdên her çar parçeyên kurdistanê , ku di nav wan de kesayetiyên navdar û rewþenbîr û endamên parlemana herêma kurdistanê hebûn , îro li hember otêla silêmanî palas , bo þermezarkirina terora dewleta sûriyê li hember kurdên rojavayê kurdistanê û bi taybetî di roja newroza îsal de li bajarê Reqayê, ku deshelata sûrî komkujiyek di derheqê welatiyên bêguneh pêkanî. Ku di encamê de , sê welatî þehîd ketin û bi dehan kes jî birîndarbûn û herwisa ji wê pitir jî desdanîn ser cenazeyên þehîdan û bi dehan kesên birîndar
û welatî binçavkirin, çalekiyeka bê dengî hat lidarxistin û ew komkujî þermezarkirin û herwisa daxwaza vekirina lêpirsînê di derheqê tawanbarên vê komkujiyê de û herwisa daxwaza çareserkirina pirsa kurd bi awayekî dimokrasî kirin, û bi silogana Þehîd namirê dawî bi wê çalakiyê hat.