Newroza kurdên Rojava li Herêma kurdistanê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 24 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



Li kurdistana azad û di nav çiyayên Sefîn de, kulîlik û ciwanên Koma Arî bi dîlan, şano û sitranên filkilorî, ruyê buhar û newroz û ser sala nû ya kurdî geşkirin.
Newroza îsal ji alîyê her sê rêkxistinên Civata Siyasî li Hewlêrê "Azadî, Partî, Yekîtî"  hat birêvebirin û rêkxistin, û têda bi hezaran kurdperwer û dostên gelê kurd û tevaya rêkxistinên Civata Siyasî li Herêma Kurdistanê amadebûn.
Pirograma newrozê bi marşa "herne pêş" ya kulîlik û ciwanên Koma Arî û piştire bi deqek rawestan li ser canê şehîdên  kurd û kurdistanê û şehîdên newrozê digel siroda niştîmanî "Ey Reqîb" destpêkir


 piştire beşê mozîkê yê koma Arî bi çend awazên filiklorî dilê amadebuyan şad kirin, helbestên pêşkêşvanê şahî yê jî bêtir xelk dilgerm kirin, û bi derbasbûna kulîlkên Arî coş û xroşa amadebuyan gurtir bû û bi dîlanên filiklorî karîbûn cihê xwe di nav dilê her kesekî hazir de vekin, ciwanên Arî jî bi cil û dîlanên filiklorî di programê de cihekî diyar û balkêş girti.
Di dirêjahî ya pirogramê de, koma Arî çend şanogerî pêşkêş kirin û têde balkişandine ser êş û kul û derdên gelê me yê kurd li Kurdistana Sûrî.
Helbestvanê navdar "Emerê lalê" li ser texta şano yê bi parçe helbestekê jî amadebû, piştî bi dawî hatina pirograma Koma Arî, hunermendên amade "M. şeref, Ezîz Mihemed, Dilber, Heval qamişlokî, Rêzan, Salar "dîlan gerandin û bi govend û çepkên amadebuyan şahî ya newrozê dom kir.
Em jî Bi navê Koma Arî cejna newrozê li gelê kurd pîroz dikin û spasîyek taybet ji bo her sê rêkxistinên Hewlêrê yên "Azadî, Partî, Yekîtî" û herwiha ji bo orgvan "Emer Kurdaxî".

Komîta ragihandinê ya
 Koma Arî ya huner û filiklorê kurdî



























































































Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2058