Bê gûman Adar weki heyîva gelê Kurd tê vexwendin, Adar ewe bihar , ewe şahî û seyîran, ewe jiyan û berxwedan,
ewe Şehadet û Xwîn rijan, ewe cejna gelê me yê mêrxas û Perîşan, ewe roj û sala nû ya Arîyan, ewe evîna dilê xortan,
ewe dema xêr û baran.
Îro hemû gelê me yê Kurd yê li her car Parceyên Kurdistanê û Cihanê bi coşên welatparêzî, hestên netewî, tevî Kulîlkên xwe yê nûhatî,
kû çi mêrg û çîmenan çi li nav daristan û bexçeyan, çi ji li malan û salonan, û ci li ber Gulên dijminan dest bi şahiya xwe ya netewî kirin, bi dilan û stran û lîlelîn, bi berzkirina Alaya me ya Kurdi go rengê wê KESK û SOR û ZER bejna Qîzên ciwan hate xemilandin.