Xalis Mswer
Rezoyê Osê ew siwarê rewþenbîrya kurd, ku jiyan û dem û katên wî herdem di xizmeta kurdayetiyê de dihate derbaskirin, û mîna pêleke ji pêlên rewþenbîriyeke bilind û bêhemta gemya rewþenbîrya kurd, ber bi bejaya ronak û dahênaeke ji tore û kelepûr û wêjeya miletê kurd de di ajot.
Min Rezo ji demeke ne dûr ve naskiribû, lê çiqasî bi naskirin û hevaltiya wî þadîman û kêfxweþ bextewer bûm, ku weha mirovekî miletperwer, payebilind, zana û rewþenbîr, hezker û welatparêz, ji dost û hevalên xwe hezdikir û bi dan û stendina xwe ya xweþ, tucaran kesek ji xwe nedixeyêdan, û dilê kesî ji xwe nedihiþt.
Dibêjim Rezo yek ji pêxemberê zimanê kurdî li nav kurdên Sûryê bû, û þaxek bi kulîlk û rengîn ji þaxên bihara zimanê kurdî dora xwe xweþ û rengîn dikir, û hevqasî karîbû di dema xwe de, bi riya govar û gotar û nivîsandinên xwe yên hêja û resen, asta zimanê kurdî bilind bike. Dawî bi dilekî xemgîn û çavên bi hêsir dibêjim: Rezo xisareke mezin bû ji heval û milet û hogirê xwe re, lê bi hêvîme ku wê sed Rezo li dûv þopa welatparêzî û rewiþt û rewþenbîrya wî derkevin. Ey fêrisê zimzn û kelepûr û wêjeya kurdî, hevalê min Rezoyê Osê ji te re bihuþta baqî ji xwedayê xwe yê mihreban dixwazim, û ji ber vî dilê þkestî ve sed rehmet li gora tebî.