Desmala Govendê... Ji Dilþah Yûsiv Re
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 10 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe




Hoþeng Osê

De bihejîn e… û bihejîn e…
Stûna konê demê bihejîne…
Dergûþa elendê, elenda peyvê, peyva baranê, barana adarê, adara evînê, evîna çiyê, çiyayê xewnan, xewnên welêt, welatê elendê, bi kenê xwe, di govnda pezkovî û xezalan de, de bihejîne.


Porên xwe berde kaniyê û destên xwe ji hechecîkan re bihejîn e.
Dengê tifinga te, hîna di gewriya Cûdî de, ji Çetelê re, dastanekê pemba dimeyîne.
Helbesta te, di gewriya Serhed de, Hewlêrek ji Amedê re difirîne û Hewlêrekeke din ji Qamiþlo re dixemlîne.
Þev þeva te ye…
De peyala xwe li ya vê adarê xe, û halanan dîsa bide karxezalên çiyayî, da ji payebûna xwe hinekî dakevin, û derbasî xirecira vê xewnê bibin û  vî kabûsê ser sînga min biqewtînin.
Roj roja te ye…
De peyala xwe li ya melayê Cizîrî, û ka em dîsa vegerin Beyrûtê, da tu dîsa ‘sebahulxeyrî xana min…’ ji me re bistrê.
***
‘min bihîstî tu nexweþe dilo’….
Çi bikim bextê me tim reþe…
Bextê me kaniya jana bibil e
Bilbilê ku fîxan û dil bi kul e.
Kula bendewariya azadiyê.
Azadiya giyan û hiþ û dil e.
Dilê ji evîna welêt dinale
Nalîna deþt û çiya û newale
Newala tijî sitêrk û sorgulin
Sorgulên ku bêhn didin çendîn sale
***
Te bihîstî em nexweþin… em?.
Ez nexweþim…ez…
Bêrîkirin min dicû.
Tenahî dike min biqurtîne.
***
Ji bîra min naçe…
2001’ê bû, sersala tevgerê bû. Em li Beyrûtê bûn. Þahî bû. Mehmûd Ezîz Þakir distira. Te serê govndê kiþandibû. Desteke te di destê min de bû. Destê din, desmal dihejand.
Ji kurahiya dilê çiyayê Cûdî, û ji tîna havîna ‘Çetelê’ germtir, te dilîlan.
Guhê min li te bû, lê çavên min li wê keça Koçer bû.
Ji bîra min naçe, bê çawa te desmal dihejand, berê xwe dida esmanan û çavên xwe digirt û dilîland.
Di wê govendê de, ez bibûm weke perîkek. Ji coþ û kêfa dilê xwe, dikiram bibama perperîk û li ser dême wê koçerê deynim. Min halan da te û got: ‘ha hevala Raperîn… ha…’.. û te lîland û lîland û lîland… û keçika Koçer lîland… û ez hatim kuþtin.
Dê çawa ji bîra min biçe, dema li Heleb’ê, yekemîn car, ez pêrgî te hatim!?.
Dema tu çû çiyê ez zarok bûm.
Dema tu ji çiyê hatî, ez hîna zarok bûm.
Dema te bêriya çiyê kir, ez zarok bûm.
Dema çiya bêriya te kir, ez hîna zarok bûm.
Tu may xipþa çiyê.. ez jî mam zarokek dînoke!.
***
Hîn jî, desmala govenda te, li Çetel’ê.. li Beyrûtê.. li çiyê diheje, lê tu ne di govnedê de yî…
De ka rabe lêêê…, û bilîlîne, em dîsa herin govndê.

Ýstanbol
3/3/2010







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2037