Piştî termê hêja Rezo hat binaxkirin, çend helbest û gotin li ser gora wî hatin xwendin, li destpêkê helbestvan
Dildarê Mîdî bi vê helbesta xweyî xemgîn dest pêkir:
Belê avdarê destpêka buharê .. bi şînê bi şahiyê … xedarê evîndarê … te dîsa xwe eşkere kir avdarê … te rojek dî nîşankir avdarê … te stêreka geş di ismanê toreya kurdî anî xwarê avdarê … te guleka geş li ser dara rengîn çilmisand û vemirand avdarê… belê mamoste Ebdul Rezaq navê teyî herî şêrîn li cem me Rezo… te îro pişta xwe da miletê xwe , te ew çavên xweyî zelal girtin .. te dilê me teva şikand û te rondik ji çavê me anîn xwarê.. ax avdarê ..
Paşî mamosta Konê Reş Gotina heval û hogirên mamosta Rezo, yên nvîskar , xwend: spas sipas ji we teva re , sipas ji westandina we re , îro bi dilekê xemgîn , şikestî û bi keser em xatirê dawî ji mamosta Rezo Osê di xwazin , yê kû wek heval û hogirekî me bû , yê kû wek stêrek geş bû di nav rewşenbîr û nivîskarên kurdê sûriyê de , xuya ye kû tracîdiyeka bi xem kurda û miha avdarê bi hevre girêdide , va roja 4ê avdarê jî serê xwe Hilda û mamosta Rezo Osê ji nav me dizî … hê zûbû ji çûna wîre , hêjî pêdiviya rewşnbîriya kurdî bi wî û kesên wek wî hebû , lê wek kû kurdan gotiye : dinya baqê nîvciye , erê baqê nîvciye …..
Her weha birêz Konê Reş bi ferehî li ser jiyana wî sekinî , ji destpêka dayîkbûna wî li Gundê Dekşûriye û xwendina wî û karû xebata wî di warê nivîsandin, werger, wêje û zimanê kurdî de, û perpisyariya wî ji gelek rojname û kovarên kû bi zimanê kurdî derdiketin, û her weha çalakiyên wî yên berçav di komît û komeleyên rewşnbîrîya kurdî û di warê ziman de, û beşdarbûna wî di festival û mehrecanên kû li kurdistan û derveyî welat çêdibûn.
Paşî Bavê Helbest gotinek bi navê desteya kovara pirsê xwend:
Ma gelo ezê çi bêjim , birastî zimanê min peyv winda kirin , ezê çi bêjim mamoste , gelo te şîretkar li pişt xwe ji me re hiştin ? şîretkar di warê ziman û rêzmanê kurdî de , tim vî mamostayî di got: çi karê kû di berjewendiya kurdewariyê de bê cavê xwe jê ne girin…
Malbata mamoste Rezo, rewşenbîr, berketiyên zimanê kurdî, me desteya kovara Pirsê de , bi dilekî bi tev kul , bi keser û kovan, me nûçeya bi dilêş ya koçbarkirina rewşenbîrê kurd yê navdar , endamê payebilind yê kovara me Rezoyê Osê bihîst, buhiştî di dirêjahîya temenê xwe de ji bo ziman, û wêjeya kurdî xebateka tekûz û pîvayî bi rêve dibir, li ser vê riya dirêj , bi tev rêl û kelem gelek cefa û astengî dîtine, lê wî bi dilê germ , bi hişê xweyî vekirî , ew derbas kirine , weke me bira mamosta Rezo di xebata hevbeş ya kovara pirsê de naskiriye , ji bo kar û xebata bilindkirina asta ziman û wêjeye kurdî ew mirovekî cansivik û pêşeng bû . hemberî vê bonya gewre , kovara pirsê reş girêda ye, bi melûlî û stû xwarî gurzek gul diyarî rewanê wî dike , sersaxiya hemî rewşenbîr û berketiyên ziman û wêjeya kurdî dike, bila gora te buheşt be Rezo , serê malbata wî sax be , bila serê we tev de sax be .
Paşî birêz
Arşek baravî, Gotinek bi navê rewşebîrên bajarê Amûdê xwend.
Û li dawî Dr MemoGotina malbata rehmetî xwend:
Ey parêzvanê peyva resen Rezoyê delal… ey sembola vîna ji hesin, dostê heval… evîndarê gol û sosin nefş û lal… te ziman kir evîna mezin şîrê helal… bi te ziman şêrîn bû xema nexwe …. Bi te jî gotin bedew bû ye dûrî cfe … bi te nifşek ji dayik bûye pir bi şeref… ziman delal zelal bû ye ey qehremanê bi wefa … te xwe ji can û dil daye te kêm nekir , te tucarî ji vê dozê bernedaye derî vekir… bi te kurdî jî zîldaye kesî li te zêde nekir… te çi ked û xwêdan daye ey hilgirê hizr û fikir… eşqa te ji kurdî re bê sînor bû , wê her tim bijî wê mînakê nivîskarê canfidayê ji welêt re dipûnijî fêde nakê hêsr û fermêsk li barînim lê Rezoyê dûr ji min dijî … ji nav me barkir bi lezgînî wek şepolê derya mezin , te deng veda wek çirûsk û şewqên ji esmên yên li ser me dirijin .. tu mezinî bavê Salar , ti gor bihiştî bi gerniya evîna te hertim bi jîn , tu namirî , tu di nav cerg û dilê me de hertim dijî…
Dr Memo berdewamkir: Em sersaxiya we teva dikin, birastî Rezo stêrkeka ji esmanê wêje û torevaniya kurdî rijiye, siwarekî hespa kihêle îro peyabûye, em pênûseka bi hêz û xurt winda dikin , em bi hêvîne kû gora wî biheşt bê û hêviyên wî jî bi cih bên.
wek çawa li destpêkê wer weka li domahiyê jî, Helbestvanê kurd , Dildarê Mîdî bi vê parçe helbestekê, rêwresma xaksipartinê bi dawî anî :
Ey felek ta kengî tê li min bike fen û çew … ta kengî ezê bangkim tê bêjê tew… ta kengî ezê nalim û tê bike xew… ta kengî ezê gazîkim û tê bêjê meke lewlew … ey felek ma ez bê xwedî me , ma ez sêwî me , yan ez ji mar ji Gur cêwî me … bese feleka bê bext bese bese…
Hêjayî gotinê ye kû gelek birûsk jî, yên kû hatibûn şandin, hatin xwendin.