Bîranîna serhildana gelê kurd li Sûriyê
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 03 ãÇÑÓ 2010
Mijar: Nûçe



  Roja 12 adara 2004 an, polîsên Sûriyê bi mebesta kuþtinê temaþevanên fotbolê li bajarê Qamiþlo dane ber guleyan û 9 kes kuþtin. Di dema veþartina þehîdan yan xwepêþandanan de, li ser goristanan û di bin êþkenceyên hovane de gulebarana þovenîstan berdewam kir û jimara kuþtiyan giha 31 xort û keç ên kurd. Bi sedan brîndar û seqet bûn, bi hezaran kurd hatin girtin û hikumên dirêj li wan hatin birrîn.


Rêjîma Sûriyê dixwest kurdan çavreþî ereban bike, wan bitirsîne û rêya daxwaza mafên netewî û meruvane li ber wan bigire. Lê gelê kurd bi raperîn û serhildan ên xwe yên gelêrî û herderî, yekîtî ya swe ya netewî û hêza xwe ya dinamîk bêhempa nîshan da. Bi xwepêþandanên tevayî,  cemawerên kurd diyar kirin ko, kuþtin û têror wan natirsînin û ew tucarî têkuþîna xwe narawestînin.
Jibo rûmetkirina þehîdan, bibîranîna serhildana adarê di salvegara wê ya þeþan de û nirxandina rewþa kurdan li Sûriyê, Encûmena Kurdên Sûriyê li Swêdê (Bi piþitgiriya Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê) ahengeke çandî roja þemiya 06-03-2010 an li ABF, Sveavägen 41, Stockholm, li dar dixe.
Di rojevê de filmeke dokumenter liser serhildanê û xebata gelê kurd jibo hebûn û mafên xwe yên netewî, çandî û meruvane heye.
Bi beþdarbûn û nerînên we emê þa bibin. Hemû ser çavan bên

Cih: ABF-huset, Sveavägen 41
Dem: þemî, 2010-03-06; 13:00-15:30
Encumena Kurdên Sûriyê li Swêdê -EKSS

EuroKurd News – eurokurd.net








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=2011