Dema Azad dimre
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 17 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe




Yasîn Hisên

(Ji bona ne mirina hunermend Azad)

-1-
Kesekî nizanîbû bê çi dixwaze..û hîna jî nizan in, her rojek jêre mirinek bû, rengê mirina wî reþ,,,sor,,,þîn,,,kesk û sipî bû. Tev mirina xelkên bajêr jî dixiste xurcika xwe de û bê bêdengî bang dikir, me nizanîbû bê çi di dilê wî de heye, tiþtê di dilê wî de li ser tiliyên wê sema dikirin...û difiriyan.


-2-
Roja 15/2/2010an, li ber min rawestiya, bi saw min jê pirsî:
- Tê heta kengî rêwî be.?
- kuro tu behsa çi dike? Qey tu dîn bû ye? çend roj in û ezê herim, ma hawa hevala min î li xerîbiyê li ku ne aniha? Ma qey divê em her tiþtî bi nav bikin..
-3-
Gelek celebên mirinê hene, mirina têr û zengîna, mirina ciwamêra, mirina nemiran, mirina feqîr û perîþana..
Ya wî , hemû mirin bûn..
-4-
Diçû devereke dûr ku kes wî nabîn e, digot: kevala min birçî ye...
-5-
Jê pirsîn: sipî û reþ çi rengî dide?
- sipî...! sipîbûna þîr...þîrê jinek bîst û yek salî û di zayîna xwe a yekem de be, û reþ ..reþa þevên Amûdê... de vêga hûn bêjin bê wê çi kerafî jê derkeve?
-6-
Erêêêêêêêêê
Ez Azad im... û ê qebûl nake bera serê xwe li dîwara xe...
Û
Pêl kevala xwe kir...!








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1983