DEMÊ TU DIÇÊ
Dîrok: ÇáÃÍÏ 14 ÝÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe




  Dilovan Robarî

Rûpelên pirtûka min
Sipî dibin…
Zer dibin …
Zer dibin di kavilên wî gundî de
Gundê ku bi çûna te wêran bûyî…
Nîgarên min…nîgarên min
Dimînin bê raman.
Nehêniyên min kurt û vala dimînin
Eþkere dibin…
Çîrokên min dibin keremper
Dibin kerem per li ber bayê dikevin wenda dibin.
Wenda dibin … wendaaa


Demê tu diçê
Buhara min bê gul dimîne
Zivîstan sar û hiþk dibe
Baran  nabarê li ser rûkê min
Kanîyên hebuna te yên ku ji dilê min diherikin biser gîyanê minde di çikin.
Pistê min ji nebuna te ziwa dibe
Þeq þeq dibe
Dibe mîna çolistana arabistanê ji toz û bablisuka rêk li ber min wenda dibin.


Demê tu diçê
asîman bê reng dibin
Hêviyên min nîv nîv dibin
Xew dibê hesret
Jiyan dimîne nîve nîv…
Demê tu diçê
Pêlên deriyayê li qiraxên bi teht dixeniqin
Çav vala vala li keviyan digerin
Tîrojên rojê toz digrin..


Demê tu dice


Tofan li min radibe
Cudi li min dibe bêxêr û gemîya min bê cih û war dibe li çê çîya naqefê


Demê tu dice


Ezê sere kê denim li ser vê singê
Û bi biskên kê selawatên xwe ji guneh tehfilkirinê bixuînim .
Ji bu kê ezê sitrana fatma salih axa û cembelîyu bistêrênim
Dê helbestên cewahirî û ahmedê huseyî ji kîre bi hunim


Demê tu diçê


Ezê berê xwe bidim kîjan rexî da hinek terawîh û sinet û limêja bikim
Li ser mêjêde ezê nave kê bînim ziman
Û kîjan ayat û selewatên bîranînên me ezê bêjim
Tê li ser kîj millîbê de li dawîyê ez li te silaf bikim …


Demê tu diçê


Bayekî zer û reþ dibarê
Henasê dibirê … û tenê yek henasê hildikêþim û yek rondik ji herdu çava di gindirê
Û ez dê xirbehê wî gundîde dikevim sêkerata wexirkirinê.
Teyrê kelaþa jî laþê min naxun jiber ku goþtê laþê min ji bayê zer tehil dibê
Û gîyanê ku yek henase ji bayê reþ hilkiþandi difetisê û wekî her gîyanekî li asîmana nafirê û naçê roja heþrê û liber mêzîna xêr û guneha na sekinê
Û xudaji naxwaze min dadgeh bikê …


Demê tu diçê…demê tu dice







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1979