Çanda xwenizimkirinê Nimûne, Ehmed Huseynî
Dîrok: ÇáÃËäíä 08 İÈÑÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



Heyder Omer
Xwenizimkirin ew helweste, ku mirov, çi rewşenbîr be, çi nivîsevan, helbestvan,siyasetmedar be, xwe li astên kêm datîne, ji bo berjewendiyan ava rûwê xwe li pêş kesên din dirijîne,  rûmeta xwe erzan dike, ew kesana çi dibin bila bibin, rêber bin, serok bin, xwediyên kar bin, cidahî qet nîne.
Evê helwesta xwenizimkirinê ji zû de li cîhanê de rû daye, û heya ku mirov koleyê berjewendiyan be, wê ev helwest her tim rû bide. Berjewendperestî û xwenizimkirinê hevalcêwî ne.


Tê gotin, ku carekê Îskenderê mezin, di civînekê de, Erîstotalîs li kêleka xwe ya rastê û  serokwezîr jî li kêleka çepê dabûne rûniştin, gava wezîrekî wî derbas civînê bû, û ew rengerûnistin dît, hema bi lez çû devê xwe da ber guhê Îskender, û gotê: Ez dibînim, ku mezinê min; Îskender serokwezîr daye kêleka çepê, û Erîstotalîs jî daye ya rastê. Îskender yekser di mebebesta wezîrê xwe gihîşt, û ew li pêş endamên civînê riswa kir û gotê: Serkwezîr berhema min e, min ew çêkiriye, dikarim yekî din jî wek wî çêkim, lê ka bêje min, kî dikare Erîstotalîsekî din çê ke?! Erîstotalîs bermema xweda ye, ne Îskender, û ne kesekî din  nikarin wî çê kin, xweda ew çêkiriye.

Ev helwesta wî wezîrî cûreyekî keysebaziyê bû, ku wî dixwast xwe ji Îskender ve nêzîk bike, da berjewendiyên xwe biparêze. Îskender jî yekser tê derxist, û tevî ku ew wezîre jî, ew li ser dûv da rûniştin û riswa kir.

Tevî ku ev çanda xwenizimkirinê, bi piranî, di meydana siyasetê de rû dide, lê wêjeya cîhanê jî ji wê ne bê pare. Ez dikarim du nimûneyan ji wêjeya erebî bînim; yek ji wan helbestvanê Ereb, yê beriya dema Îslamê ye, ku navê wî El-Nabîxe El-Zubyanî ye.

Ev kesa wek ku di dîroka wêjeya erebî de hatiye gotin, helbestvanekî gelekî navdar bû, nerîna wî li ser helbestvaniya helbestvanan gelek hukardar bû; her sal carekê helbestvanên Ereb li Hîcazê, li cihekî navê wî ( Sûq Ukaz ) bû diciviyan, konek ji bo El-Nabîxe dihate avakirin, helbestvanan helbestên xwe dixwendin, û El-Nabîxe jî guhdar bû, eger wî helbestvaniya yekî ji wan bipejiranda, û pesna helbesta wî bida, ew helbestvan yekser navdar dibû, û nav û helbestên wî li ser zibanan digeriyan.

Lê carekê hin kesan gotinine ne baş li ser zibanê El-Nabîxe gihandin şah El-Numan Bin El-Munzir, ku şahê devera ( El-Hîre ) bû, û zilm û zora wî jî sînor derbas kiribûn,. Helbestvan û rexnegirê mezin El-Nabîxe hemî karînên xwe yên wêjeyî û helbestî, û navdariya xwe rexneyî, ji bo lêborînê, avêtin ber lingên El-Numan û helbesteke dirêj ji bo wî nivisand, tê de, hem ava rûwê xwe li pês şahê xwe rijand û hem jî, wek dîroknivîsên wêjeya erebî dibêjin, rê li pêş çanda xwenizimkirinê vekir, ku derbas wêjeya erebî bibe.

Nimûneyê din jî helbestvanê serdema Ebbasiyan, yê gelekî navdar El-Mutenebbî ye. Ew helbestvanê mîrê Helebê Seyf El-Dewle El-Hemedanî bû, gelek helbestên xwe ji bo wênekirina lehengiya mîrê xwe diterxandin, û di salixdana wê lehengiyê de pir pê de diçû. Çavên El-Mutenebbî her tim li wê yekê bûn, ku Seyf El-Dewle mîrîtiya deverekê bide dest wî, vê lomê jî, gava wî mîrê xwe dipesinand, ew di ser hemî kesan re digirt. Lê xala ku li ba El-Mutenebbî balkêş ew e, ku wî, bi tersî EL-Nabîxe, rûmeta xwe diparast. Raste ku wî mîrê xwe di ser mîran û şahan re digirt, lê ti caran xwe ji wî nizimtir nekir. Bi ser de jî hin caran xwe di ser mîr re digirt.

Tê gotin, ku carekê wî helbestek bi pesna mîr di civateke mîr de xwend, ew pir pesinand, û di heman helbestê de jî got:

Ez ew kesa me, ku koran wêjeya min dîtine, û kerran  gotinên min bihîstne. Hesp û şev û çol û şûr û rim û kixaz û pênûs  min nas dikin.

Endamên civatê, û Seyf el-Dewle jî, di mebesta wî gîhêştin, vê lomê yek ji wan rû bû, û gotê: Aya te çi ji mîr re hêşt?. Mîr dengê xwe nekir, zimandirêjiya El-Mutenebbî daqirtand, lê ji bîra jî nekir, heya ku nema sûdê ji El-Mutenbbî dibîne, ew ji civat û seraya xwe qewitand.

Rast e, El-Nabîxe xwe li pêş El-Numan Bin El-Munzir gelekî nizim kir, û El-Mutenebbî jî hemî kes li pêş Seyf El-Dewle nizim kirin, lê herduwan jî peyv û helbest nekirin qurbana pêlavên wan, belê rûmeta peyvê parastin, ji ber ku ewana dizanîn, ku helbest û peyv dê her tim ji bejnên mîran û serokan bilindtir bimînin, ew dê biçin lê helbest û peyv dê bimînin, çunkê peyv û helbest milet e, gel e, welat e. loma jî gava Poşkîn kuştin, romannivîsê mezin Dostoviskî, wek dînan, li rûwê xwe xist, kire qîrîn, tevaya Rûsyayê di kesyayetiya Puşkîn de kom kir û got: „ Rûsiya kuştin“. Aya ciqas şah û mezinên Rûsyayê mirin û çûn, ka hema kesekî jî got Rûsya mir?!

Bersiva pêşewayê Misirê; Seid Zexlûl jî vê yekê zor nima dike, gava wî xwast, ku destê helbestvanê mezin; Ehmed Şewqî ramûse, lê E. Şewqî destê xwe bi şîn de kişand, da nehêle. Wê hîngê pêşewa gote E. Şewqî: Ezbenî, em diçin û hûn dimînin, êdî ka derfetê bide çûyînê, bila destên mayînê ramûse.

Gelo çima helbestvan û helbestên xelkê ewqas payebilind in, ên me jî xwe û helbesta kurdî davêjin ber lingên rêber û serokan?.

Ji roja ku helbestvan Ehmed Huseynî gotin û helbest avêntin ber lingên birêz Ocelan, û kirin qurbana pêlavên wî, ji wê rojê de min jêderên helbesta kurdî, ku li ber destên min peyda dibin, tev dan, û rûpelên wan qulibandin, da ez bibînim, ka ev çanda xwenizimkirinê û nizimkirina peyv û helbestê kînga derbas wêjeya me bû ye, min tiştek nedît, tiştê min dît ew bû, ku heliwldanên rêber û serokan, ji bo kedîkirina Feqiyê Tîran li hember qîrînên wî têk çûn, û Feqî hema carekê jî ji a xwe nema, belê her tim di rûwên wan de diqîriya. Bi ser de min dît jî, ku rêber û mîr û serok jî dizanin ew kesên, ku xwe erzan dikin, û wan dipesinin, derewan dikin, lê ji bo mebest û bikar anînê, wan li ber dergehên xwe dihêlin. Ehmedê Xanî di Mem û Zînê de, li ser zibanê Mîr Ezedîn, ku bersiva Tacîn dide, dibêje:

Her çend Bekir weled zîna ye. Aşê me bi wî bi fetl û ba ye.
Ev zumre ku zalim û ewan in. Sûbaşî û şehne û dergevan in.
Aşêd me zaliman digêrin. Dexlêd me zaliman dihêrin.
( Biner: Mem û Zîn. Şirovekirina Mihemed Emîn Osman, rû 185. Malik 1146,1147,1148 ).

Dêmek serok û mîr ne ewqas nezanin, ku mebestên derûn-erzanan nas nekin, belê ewana baş dizanin, ku rûmet yekek e, ti caran nayê perçekirin; ango mirovek nikare rûmedar, û di heman demê jî rûmetfiroş be, her weha ewana dizanin, ku kesên rûmetfiroş nikarin rojekê ji rojan, ne bibin palpişt, ne jî bibin xwediyên pênûsan, ewana dizanin, ku xwediyên pênûsan dikarin erdê di bin lingên wan de bihejînin, vê lomê jî rijîmên dîkator her tim hewil didin, da xwediyên pênûsan, bi her awayî, bi diravan, bi tirsê, bi lêdanê, bi zîndankirinê, kedî bikin.

Di vê xalê de xwediyên pênûsan û karkerên pênûsan ji hevdu cida dibin, karkerên pênûs dibin berdevk û alavên ragiyadina destlatê, zilm û zora wê bi xelkê şîrîn dikin, û ala çanda tirsê û nizimkirinê hil didin, mebesta wan ew e, ku gelan xulmaş bikin, di xewa bê dawî werkin. Pê re jî  dibin hevparên çêkirina dîktatoran, pênûs jî destên wan de dibe alava wergirtina dolaran.

Lê xwediyên pênûs, di rêveçûna dîrokê de, li her deverekê bûne armanca şer û hêrişên destlatên dîkatator, û mêvanên zîndanan, ji ber ku pênûs di destên wan de alava bervedêriyê ye ji bo bidestxistran mafan û azadiyê û ciwaniyê.

Gava E. Huseynî xwîna gotin û helbestê li ber lingên birêz Ocelan rijand, ne tenê gunehkarê xwe bû, belê gunehkarê dîrokeke dûr û dirêj bû jî; ev dîroka ku helbestê di eniya wê de cih girtiye.

E. Huseynî bi wê helwesta xwe ne hezkirê birêz Ocelan e, û ne jî dilsozê doza wî ye, tiştine din deyaxên wê helwestê ne, ku hevpîşeyê me birêz Qado Şêrîn di gotarekê de diyar kiribûn,(avêstakurd) û ez jî naxwazim dubare bikim, lê dixwazim bibêjim, ku E. Huseynî, bi wê helwesta xwe rê li pêş çanda xwenizimkirinê dûz dike, da derbas çanda kurdî bibe.

Jirûmetxistina peyvê û helbestê li ber lingên birêz Ocelan wî ji Îmraliyê rigar neke, doza wî jî bi ser naxîne. Ocelan jî vê yekê baş dizane, û dizane jî ku rêber ne ji xweberê bi hêz dibin, hêza miletan rêberan bi hêz dike, û  miletê ku xwe nizim bike nikare ne rêberan û ne jî welatan rizgar bike.
Mafxwurên gelê kurd ji hezarên salan de hewil dane, û didin, da vê çandê di derûn û giyanê gelê kurd de biçînin, ji ber ku ew dizanin, ji bilî rûmetê tiştek di destên vî gelî de nema ye, tenê bi hêza rûmetê li hember dek, dolab, top û tivingên wan radiweste, û bi ser dikeve, lê eger wî ji rûmetê bê par bike, dê bi hêsanî nave wî ji dinyayê rake.







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1973