SOR
Dîrok: ÇáÎãíÓ 21 íäÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe




Hilbîn Muhemed Baqir

 (Diyariye bo ew çirayê ku şevên min ron kirî)

Ey temenê mirina dayîkê!
Di kîjan robarê bi pêlên sor
Pîtên navê te fir dibin
(w, e, l, a, t) ekê heldibjêrim


Mijara eşqê ez dîn kirim
Beramber sucdeyekê bo biçemînim
Hemû demên jivandariyê
Kulilkên hinarî li ser tiblên te diwerînim
Şev jî kefîlê bê gunehiyê
Duhî li benda te pîyasên êvariya dimeşiyam
Di xilwetgeha  xwe de xeware bûm
Çav ji nêrîna behra şevê tîr dibarîn
Niqum dikirim
Penaberim bi te
Welat
Êdî roj bi zeratiyê nahelît
Çavên te dujminin
Êdî şev tariyê napejirnît
Li hindava dêmên te yî xunavî
Çîroka evînê digêrînt
Hemû nexşên serdemî ji kar dikevin
Li hindava xewnên dahatî
Rûpelên rabirdû jibîr diçin
Bi xamê sor delet dikim
Hem nêzîk
Hem jî dûr
Barana werzan di laşekê perçevtî de
Xemla xwe dikir
Semaya ewran hêş nixaftî
Di himena ciwaniyê dipişkuvand
Bo keske sora gulanê
Bêhina hembêzê difriya
Dîmena ciwaniya rengean diguherî
Dem û gav, çirke
Di aşopa xwe de gevztin
Xweşiyeke bê sînor, min hest dikir
Ji germatiya leşî dipeşî
Û barî……
Barana soooor
Tev kulilkên sor
Li ser singa min a sor hembêz dikir
Car dipeyivî
Car ji şermê dileyizî
Tîroşkên roja kele gurî muhir dikir
Xewnê kemîna xwe veda
Di hişiyariya efsaneyan ne radibûm ve
Sor qemrî
Tîna tavê xwe vedizî
Fener di bîbîkên çavan vedimirin
Êdî ne rehma baranê têhnika min dişkînêt
Ne pêkiyên viyanê min ji vê xewnê û şeva pêçayî dibistirînit
Ez li vir nikarim ji rastiyan bawer bikim
Ger çi fêr bûm tu jî dizanê
Taya tirsê geh û demar
Li kefa destî tên guvaştin
Di salnameyka ne li bîr
Hizrên min, ser ji nû dayîk dibin ve
Û fêrî westîkan teniya dihesiyam li te digerin
Ew riha naz di sîryanên mor
Babelîskan di pencereya mirinê de
Her du destan bilind dikim
Rondikîn siwîr
Li ser lêva dibin xîsar
Hinge dizanim
Ji dil û can
Ji te hez dikim
Ji te hez dikim.

Veguhastin ji pîtên erebî bo latînî
Demhat Dêrikî








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1958