kesayetîya bê buhar di sînorê tarî û ronahîyê de
Dîrok: ÇáÃÍÏ 17 íäÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe




hozanê girkundê

êvarek bi mij û dûman li deþta
asîmanê welatêmin
belavkir ...
giyanê helbestê mîna
cama peyalê derizî ...


dil di rawanê minde
girîya û lerizî ...
gulên fedîyok
di sînga buharê de
çelmisî...
xame li ser riwê kaxezan
di paxila peyvande
lukimî ...
dema te ji hizrên
wêjeya kurdî koça xwe
barkir te çend wêneyên
þengewîn bi dîwarê
jiyanê bi dar vekirin
ûçend xewnên kelo girî
li bejna þevê
te pêçand
demsalên payizê
ji nûve sîwana xeman
li gewrîya dil revînê
kilît kirine..
û xwe gerandine..
kovanên tije jan ..
mîna kevaleke birîndar .
bi dil sarî li hirêma
hestê min xwe nîgarkir ..
te em xistin
sotîgeha dûrîyê
dem ûroj û temen
li ber lehîya bîrhatîya .
te mest û lalkir ..
þevbihêrk avdar ûnewroz
wilo di myîxana serxweþîya
boz te bê çare û sarkir...
zindan û bang serxwebûn
û raperîn û pêþketin ..
te li pêxwe hiþtin ..
te dilê yaraxwe bi girî
vekir ji hêvî ûxewnan
dûrkir ..
hiþ û sewdan ji hev
tar ûmarkir ..
sibeh bê êvar man
dîmen bê renge man ..
ûxweþî ji gulîstana evînê
barkir ...
bi çûnatere
gelek tiþt hatin guhertin
lê tu xweþ bawerbe
gîha di bin kevirande namîne
perda reþahîyê
wê ji hev zîvar zîvar
bibe ..
sibehên dîdarîyê
wê berbang bidin ..
roj wê li me hilê
kulîlk ûperwane
di yek govendêde
wê semayê bikin ..
ji nûve wê navê te bibe
gulîzara bi buhar ..
jiyan wê bi xemile
kirasê azadîyê
li bejna newrozê emê
pîrozkin ..
li ber sîmfonîya
serbestîyê þemalên
mizgînîya hebûnê
emê pêxin ...
û bi dildarî emê navê te
di çarçewek zêrînxin ..






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1953