ESMERÊ
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 13 íäÇíÑ 2010
Mijar: Nûçe



 
Demhat Dêrikî

Esmerê!
Ji wê dema aþopên min
Di navbera memikên te de
Welatê xwe yê þêvê û xewndina ayatên kirasê te yê sorî avakirî
Ez bûme penaber li paytextên êþan!


Ji wê dema lêvên te ez
Ji gor û tarîstanan þiyarkirîm
Û bi bêhna yasmîn û sorgulên xwe yê evîna canê
Birîm asîmanê evînê, jiyan li min bûye jimartina rondikên bê sînor!
Ez ê hêj çi bijêm û çi nebêjim esmerê!
Ji wê dema min tu naskirî ez bê kesim!
Ez û bê dengiya xwe bê dengin !
Ez û peyvên xwe koçberin!
Ez û navê  xwe qedexne!
Ez qedexeme qedxeme li vî welatê qedexayan esmerê!
Ez ê hêj çi bêjim esmerê?
Qehbe bi kirasê jiyanê xwe dixemilînin û laþfiroþ didin ber tiîlîliayn
Dizên rojê dibin qiblegeh û ala rûmetê bilind dikin
Evînfiroþ li bazara evînê memikan difroþin û nasnameya evînê werdigrin…
Hhhhhhhh…ji xwe re binêr temeþe bike esmerê
Dîn û miriyên me yê Amûdê jî matmayî matmayî temeþe dikin!
Erêêêêêêêêêêêêêêêêêêêê Esmerê
Ez ê hêj çi bêjim û çi nebêjim…..lê tu qedexeyî!








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1949