Cegerxwîn
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 08 äæÝãÈÑ 2006
Mijar: Nûçe


Bavê Helbest
Helbestvan-98@hotmail.com

Seyda serî danî ji nav kurda
Axîna millet hewar û qîrîn
Welat bi carek xwe reþ girêda
Zarok û mezin pîr û ciwan digirîn
Ji me sitandiye goristanê
Helbestvanê mey hêja Cigerxwîn


Þînê daniye li kurdistanê

Hêsir weke baranê dibarin
Ava çem û kaniya rawestiyan
Bilbil dil bi kul bû, hew dixwîne
 gul çilmisîn, dara xwe weþandin
deþt û çiya û zozan dinalin
Jîna xwe bihurt, tev ger û tevger
Þeþ dehê sala xwîn kiribû ciger
Bi þîret û helbesta deng dida
Seyda li her þar û gundî li her der
Ji min bawer bikin sitem xwîn e
Gotina seyda kê bawer nekir
Çav vekir seyda xame kir tiving
Ji rê neçû bi zindan û lêdan
Bi þoreþgerî deng da cîhanê
Serokê helbestvanl kurdistanê
Li her cî li nav her welata
Ji vir bigre ta Sovyetistan
Bi xamê pêxist çira azadî
Seyda bi helbesta þoreþgerî
Pêþmergê pêþî li kurdistanê
Rêka þoreþê kiribû ronahî
Bel kir li çar kenarê jînê
torê kurdî rakir da xuyayî
Wek hîm û çiya bû can paqijî
Kanî û derya bû ji helbesta
Tanî bar kir gora teng û tarî
Doza miletê xwe qet berneda
Pêþmergê wekhevî û aþtiyê
Lênînê kurda ye bi xwe seyda
Torê kurdî seyda zû ava kir
Dabû ber rêça pêþketinê
Li kurdistanê dîwan bela kir
Ji bo zanîn û bo xwendinê
Welat bi derd û êþe birano
Ciwan û hêja ye guh bidinê
Helbestvanê xêzanê cîhanê
Mêvanê Cezîrî û Herîrî
Vexwariye þerbeta biyanê
Naçe ji nav kurda wê bimînî
Ji niha ta roja nemanê
Di dilê me kurda de evînî
Te ji bîr nake dîroka kurda
Seyda sed hezar carî aferîn
Tu yî heyv û tu yî roja kurda
Rakiriye hezar hezar cigerxwîn
Çûna te pir bi êþ û dijwar e
Axivîne di pê te re birîn
Bêj gnhê me çi bû heþtê û çar
Ji me bir du rêber û du rêzan
Kanî ew cigerxwînê helbestvan
Kanî kanî Yelmazê torevan
Canê we bi rehmeta xwe þa ke
Hêvî û daxwaza me ji Yezdan
Tu ne ji destê kurda tenê çû
Ji destê miletê bindest teva
Perwerê ji rengê te pir kêm in
Pêþengê hozanê seda bîsta
Þoreþa azadiyê bi xamê pêxist
Zimanê kurde roniya cava
Cigerxwîn saxe tu car namirî
Li jînê heta nave kurd hebî
Peyman ji kurên te bavê nemir
Ala kurd wê bilind be nakevî

5/11/1984








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=194