MÊKEWA MIN
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 29 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Lewend Dalînî

Çi cara ku
Çavên dîlberê diketin,
Ber nîþana Tifinga
Min !
Dilê Min
Kor dibû!!!!!????


Û çi cara dilê dîlberê
Di kete ber qefta
Rima min!
Rim
Kuh dibû!!??

Çi cara
Mêkewa dilê yarê
Di ser davên min re
Dibûrî!
Kewê Minî ribat,
Lal dibû!!??

Û çi cara refê,
kevokên wê
Di peravên min re
Difirîn !
Nêçîrvan
Di xew de dima !!???

Çi cara memikên yarê
Di kefa mista min de,
Diketin lûs!
Jiyan ji þîr vedibû!?

Pêpelûkên sawîrê wê,
Çi cara di qûnaxên
Bêdengiya
Dilê min re dibûrîn!
Saz kok dibû!
Kok þîn dibû!!??

Û çi cara,
Bayê bêhna
Dêmên dîlberê
Di hingivî
Canê Min
Tayên Minî hiþk
Kat didan !?

Lê dema meya herdû lêvên wê
Mênakê min;
Sexweþ dikir????
Ramûsan bi min þêrîn dibûn;
Û di Laleþ û tekîyên
Zeradeþtîyan
De
Em herdû
Hembêzdibûn!!!!????
 

Havîna 2004, Qamiþlo






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1939