ti nare nn e ji van rijman re by ( bv ) areseriyek demoqrati, daday ji doza v gel re
Drok: 15 2009
Mijar: Ne



Sernivîsa deng *

Bê guman û li gor vacaya hi ya ku tê nasîn, ku nakokî (dijberî ) ji berê de û ta nuha jî, û di herdemiya xwe de, pareke ji sirûtiya têkiliya di nav bere civaka da ye, yan jî dibû û dibe ji bingeha pêvejok û pêketina civakî û ramyarî, lê ya xwe kutinî, û lêdana birakujî di nav gelan de, û nemaze ya hundirî dimîne ji wan kareyên ku kiryara pêvejokî ji gelan re kudike, yan tevirê ku welatan hildiweîne, nemaze ku ew nakokiyên han bên zorgan ji aliyê hin hêzên derve, û vêre jî pir dîmenên ne xwe derdikevin meydanê çi karkiz dibe û çi têror dibe, destpêdike û dawiyê xwe jî ne bêliyê,


û ew dimîne velukimeke di riya kiryara ( piroseya ) pêketinê, û pirensîpên hevpeyvînê, û li hevkirinê, û di piraniya deman de dimîne vekirî û her dere dijwar dibe, û welatê mebestî jî dimîne meydanek ji talan û xerakirinê re û bi demin dirêj.
Lê di piraniya xwe de ev ton ji nakokiyan dimîne wek sirûtiyek ji gelên paverû re, ji ber wêjî em dibînin ku ev ton ji nakokiyê zêdetir tûjdibin di deverên cîhanê de yên li ûn û li pa, ji wan deveran devera meye.
Îroj tevgera pêvejoka sirûtwarî tê ji alîkî de, û kiryara guhartinê ta deverên demoqratiyê ya ku hemî deverên cîhanê wistandiye ji aliyekî din de, yê ku destpêkiribû bi herfandina komelêwa susyalist, ji yekîtiya suvyêt de ta ewripa ya rojhelat, û belqan, û herfandina dîwarê berlînê, ta buyera 11 êlûnê 2001 an li emrîka yê, ta avganistanê û êraqê, û ta roja me yê îro, nuha jî em dibînin ku li meydanê hin têkiliyên ramyarî nuh tev rijîmek cîhanî nuh xwe berdide rewê, û vêre jî raruya pirojeyek cîhanî akere dibe û dikeve xizmeta mirovantiyê, ta avakirina jiyanek rêzanî naveroka xwe.. valayî qedexkirin û talankirinê li ser riya êweya hevpeyvînê, û li hevkirinê,..  ji bo çareseriya doz û teqelên ku vekula pêvejokan dike, û li pêiya biratiya gelan diskine, û nemaze di welatên ferelayan de, netewî, olî, û rêzanî..h..w, û bi taybet wek ku yê em têde dijîn, yên ku kurdistan û gelê kurd parvekirine( êraq, turkiya, êran, sûriyê )..
Ne veirtiye ku doza kurdî dozek e zor pêwîste, çi di radeya van welatanda be, û çi di herêma rojhelata navîn da be, ta ku li ser rewa navwelatî da be,.. ,..çimkî doza gelekîye hijmara xwe pêtirî dihên milyona ne, û tamarên xwe di dîrokê de kûr berdane, û li gor ku di têkoîna xwe de berdewame, hîn qedexeye ji hemî mafên xwe wek mirov, berî bikêrin din, çi netewî, yan rêzanî, yan aborî, yan civakî dibe ( bê êraqê ), û wek tê nasîn ji aliyê van rijîman de, û ji aliyê gelan da jî, ku ti tebatî nakeve deverê bêyî çareserkirina doza gelê me, ya ku armanca azadiyê, û biratiyê, û lihevkirinê dike, ne wek rijîmên ev welatên han yên ku talanî bi serêgelê kurd de anîn e,..ji nerinî ji heyîna gelê mere ta windakirina nasnameya gelême, ta kiryara helandinê di nav netewên din de di rêzaniyek erebkirinê, û firiskirinê, û turkkirinê de, û erkirina wî di pariyê nên de, ta siwaxkirina jiyana wî bi hovîtî, ta sirginkirina wî bi sertî û yekser pir caran ji deverên wî ya bav û kalan de, ta guhandina siyaseta ( cînosayd ) de ya ku hin rijîman bi kar anîn bûn, û dîsa jî nê veartin ku rewa gelê kurd ya ku tê re derbasdibe û nemaze di ev qonaxa dîrokî ya nuha de, ji tinebûnê, ji wîlkirinê, ji birçibûnê, ji qedexkirinê, ji aliyê rijîmên li dar li tehranê, û anqerê, û amê, û hemî êweyên polisî û lekerî yên qedexkar bi serê gelê me de anîn e, lê ti encam nedan, çimkî ev ton êweyên pîs ti rojan nikaribûn gelê me windabikire, lê timê dima hevpeyvîn ew çareya rast di riya çareserkirinê de di her cih û demekê de..
Hêjayî gotinê ye ku em bîrewariya hin titên pêkhatî bikin, û nemaze di van demên dawiyê de, ku gelek pêketin li ser hemî rewan ji doza gelê me re çibû, û bi cih hat, çi li meydanê navwelatî da be, û çi herêmîda be, ji ber ku xebata gelê me,…xebateke rêzanî û gelêrî bû, û karibû teve guhartinên ku li cîhanê çêdibin tanijî bikire, di wateya ku ti caran nabe ku doza kurdî bê çareya demoqratî û dadayî be, ta yekîtiya nitimanî bê parastin..
Û turkiya îroj…li ber çav e, pitî ewqas ji siyaseta neriniyê ji heyîna gelê me yê kurd re, yan nav li wan kiribû ( turkên çiya ), û qonaxên dijberiyê yên tijî xûn û er ji aliyê dezgehên lekerî ya toraniyan de dijî gelê me, û partiyên wî,, di balê wana dabû ku karibin doza me di riya hêzkariyê de bipirçqînin, û windabikin, lê ti carî ew karê han ne gihîte armancê xwe, dû re bezîn karê dekekariyê, û êweyên dekedolav û pengan,..û ewjî bi serî nebûn, dûre serokê turkiyê yê koçber turkot ozel danî ber çavê xwe du kevanên mezin, ku ti çareserî nîne bêyî çareya aitiyê ji doza gelê kurd re, û pirojeya xwe ya çareserkirinê daxist meydanê, lê mixabin ronî ne dît, û îro jî partiya dadyî ya deselat li turkiyê teve hêzin demoqrat di hundirê turkiyê de, nabînin bêyî çareserkirinek aitî di gel hevpeyvînek dan û wistandinê de ji bo çareya doza gelê kurd, û di vê warî de pirojeya xwe di derheqa çareseriyê de wek dibêjin dixwezê pêkbînê, û ev ton piroje feretirî welatê turkiyê ye, di rîgariya rojhelata navîn daye, dive hemî rijîm û gelên deverê têde alîkarbin, û çi kesbin, turk, ereb, firs, kurd, musliman ( sine, îa ), fille bin,…cihê xwe tê de bibînin..lê mixabin ku biryara dadgeha rîdarî ya bilind li turkiyê în 11122009 an de di derheqa helandina partiya civaka demoqratî ( DETP ) ê de, dibe lêdanek kutinê di pitê re ji koiên çareseriya doza gelê kurd re, û gavek e biveye û li ûn eJi vir de em dibînin rijîmên ku doza kurdî bi wan mebeste ( turkiya, êran, sûriya ) bi karekî ji dil de rabin teve hêzên demoqrat di wan welatan de teve pêkbînên wan welatan, û gavina bavêjin ji bo çareserkirina doza gelê kurd bi riyên aitî û demoqratî, li kêlek birayên xwe, ( ereb, turk, firs ) hemî xudî mafbin, di hundir berawîza yekîtiya wan welatan de, alikar be ji pêxistin, û pêvejokê re, û hemî bi hevr e bijîn bi birayetî di nav hezkirinek mezin de…
14122009
Ferhengoka gotarê :
1 – bêyî (سوى  ) 2 -bikêre (( اعتبار 3- dekekar (( محتال  4 – dekedolav (مراوغة ) 5 – ferelayan( تعدّدية )  6 – karkiz, zorbaz ( متطرّف) 7 – kiryar, pirose ( عملية ) 8 – komelêw (منظومة ) 9 – nare ( خيار) 10 – peng (خديعة ) 11 – pirensîp(مبدأ) 12 -  rîdar ( دستور) 12- rîkar, rade( مستوى) 13 – serdest (مستغل ).
   ( DENG )

* Rojnameyeke gitî ye, ji weanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê






Cih ev ne j hatiye: Welat me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo v ney navnan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1925