Daxuyaniya Yeketiya Nivîskarên Kurd – Duhok Dijî Biryara Dadgeha Tirkiyê
Dîrok: ÇáÃÍÏ 13 ÏíÓãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Bo rayê giþtî ê cîhanê û tevaya nivîskar û rewþenbîrên Turk,
Mixabin ku desthelata Turkî a fermî biryara dadgeha destûrî a turkî bi hemû hêza xwe ve, tund û tûjî a xwe carekea din dijî maf û armancên rewa ên gelê Kurd li Bakûrê Kurdistanê diyar kir, ew jî bi biryara daxistina DTP civaka demokrasî. Ev pêngav dijî mafên medenî û siyasî ye, dijî mafên mirov e, her wiha dijî prosesa azadî û demokrasiyê ye li welatekê ku hewl dide xwe bi rûyekê demokrasî nîþa bide. Mixabin ku ew danûsitandinên aþitiyê , ên ku Kurdan bawer pê anîn, di vê biryarê de hatine serjêkirin û ev yek ne di xizmet û berjewenda gelê Turk de ye.


Þovînîzma Turk gereke vê biryarê ret bikin û li xwe mukur bê, neku þad û bextewer be. Ew hizr dike ku ew serketinek a din e ji bo hukûmeta Turkî, lê em wisan hizir nakin. Lewra jî, em bi navê Yeketiya nivîskarên Kurd tayê Duhokê bi tundê vê biryarê þermizar dikin û dijî wê radiwestin, daxwazê ji tevaya rêkxiraw û saziyên civakî medenî li Turkiya, bi taybet meydana hunerî û rewþenbîrî, dikin ku helwîsta xwe a mirovatiyê û pêkvejiyanê û qebûlkirina ê din li ser binemayên rêzgirtin û paraztinê ji bo hevdû diyar bikin û em vê siyaseta fermî a þaþ reswa û þermizar dikin, daxwaza rêzgiritinê li azadî û serbestiya tevaya gelên Turkiyayê dikin.

Yeketiya Nivîskarên Kurd – duhok
12-12-2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1924