Tev wilo jî di pêlawazê de li hin cihan ne wek tirazûya giştî ye.
Di fesla nûbuharê da di gel dilber biçî geştê
Ji ew xweştir u´mur nabit li min ew hal qewî xweş tê
Mefa´îlun mefa´îlun mefa´îlun mefa´îlun
Hezec salim musemmen bit li teb-´an xweş muneqqeş tê
- / / / - / / / - / / / - / / /
مفاعيلن مفاعيلن مفاعيلن مفاعيلن
Birêz Ibrahîm ta radeyekê hewl daye ko helbestê li ser vê pêlawazê “behrê” ava bike, lê tirazûya wî di hemû malikan de ne wek hev hatiye.
Çi gulzarek bi rêk û pêk , gulek sor têde şîn hatî (16 kît)
- / / / - / / / - / / / - / / /
Ciwan û çarde salî bû ,nihînin tevde raz in (15 kît) kêm e
- / / / - / / / - / / / - / /
Li dora wê gulê man pasevanên jîr û jêhatî (16 kît) tirazûkirin çewt e
- / / / - / / / - / / / / / / /
Hezar bilbil ji bona wê bi feryad û newaz in (15 kît) kêm e
- / / / - / / / - / / / - / /
Ji tevna hiş dihûnin rist û helbestên lihevhatî (16 kît) tirazûkirin çewt e
- / / / - / / / / / / / - / / /
Li hember hev qelemkêşin gula nazik dixwazin (15 kît) kêm e
- / / / - / / / - / / / - / /
Ne hêsaye gihiştna wê ciwana rindî nûhatî (16 kît) tirazûkirin çewt e
- / / - - / / / - / / / / / / /
Dizanin tev qelen ristên qeşeng û kêşesazin (15) kêm e
- / / / - / / / - / / / - / /
Belê ristên ji rengê ristikên elmas û gewher bin (16) tirazûkirin çewt e
- / / / - / / / - / / / / / / /
Tu kes neghêje razên wan, bi endazî dirazin (15 kît) kêm e
- / / / - / / / - / / / - / /
Dilê hemyan bi wan şa bin , li ser lêvan ji ezber bin (16 kît)
- / / / - / / / - / / / - / / /
Bi xêzên xwe şekir bin yan binefşên nêv terazin (15 kît) kêm û çewt e
- / / - - / / / - / / / - / /
Li ser pêlên di helbestê, bi qapan û dirust bên tim (16 kît)
- / / / - / / / - / / / - / / /
Li ba xwenda û guhdaran giran-nirx û benaz in (15 kît) tirazûkirin kêm û çewt e
- / / / / / / / - / / / - / /
Ciwan û xort diyarîkin heval û hogir û yaran (16) tirazûkirin çewt e
- / / / - / / / - / / / / / / /
Keçên nazik li zendakin , di şûna zêr û bazin (15 kît) tirazûkirin kêm û çewt e
- / / / - / / / - / / / / / /
Wekî camên çiqa tişne vexwin jê têr nebin yekcar (16) tirazûkirin çewt e
- / / / - / / - - / / / - / / /
Zelal û hênik û xweş bin, her û her jê bixwazin (15 kît) tirazûkirin kêm û çewt e
- / / / / / / / / / / / - / /
Jehên saza bi wan serxwoş û mest bib`ne li sazên xwe (16) tirazûkirin çewt e
- / / / - / / / / / / - - / / -
Firişt dakevne govendê bibêjin ev çi saz in ?! (15 kît) kêm e
- / / / - / / / - / / / - / /
Ji çerxên xwe Gelawêj û sitêr û heyv werin xwarê (16 kît) tirazûkirin çewt e
- / / - - / / / - / / / - / / /
Li asîman bifirrin tev, li pêş çavên te baz in (15 kît) kêm e
- / / / - / / / - / / / - / /
Keser vê qenc dizanit ku di warê rist û helbestê (16) tirazûkirin çewt e
- / / / - / / - - / / / / / / /
Hemayûn ger vedî baskan bilind û serfirazin (15 kît) kêm e
- / / / - / / / - / / / - / /
Bi pênûsan , kesên wek wî dema tên mihrecanan zû (16 kît)
- / / / - / / / - / / / - / / /
Gelek mêrxas û cengawer ji meydanê dibazin (15 kît) tirazûkirin kêm û çewt e
- / / / / / / / - / / / - / /
Qurmiçandina hinek gotin:
Gihiştna = Gihiştina.
Hemyan = Hemûyan,
Neghêje = Negihêje
Bib`ne = Bibine.
Dakevne = Dakevine.
Têbînî: Di nivîsandina helbesta kêşesaz de hin hene, qurmiçandina peyvan rewa dibînin, di derbarê vê mijarê de min ji nivîskar û lêkolînerê toreya kilasîk Jan Dost pirs kir, ev bersiv da min:
Di derbarê qurmichandina gotinan de, ez bawer im ji mafê helbestvan e hinekî bi peyvan bilîze, ev yek jî bêtir di helbesta klasîk de heye, ji bo kêsheyê
Li cem Cizîrî û Xanî jî heye
Mînak:
Cizîrî dibêje:
Ez dibêm xaka riya wê tûtiya û dane ye
wî negot ez dibêjim
Li cem Xanî jî, bibê û bibêje derbas dibe
yanî ev nabe kêmanî
Hin gotinên ko nerast bikar hatine:
Ne hêsaye = Ne hêsan e.
Pasevan = Pas+van = Pasvan.
Serxwoş = Serxweş.
Sitêr = Stêr
Zendakin = Zend, zendan (li zendan kin, li zendan bikin)
Diyarîkin = Diyarî bikin
Tişne = Teştne.
Çiqa = Çiqas (Çi+qas)
Kîta (û-we) di latînî û erebî de
Kîta (û) di helbestên Melayê Cezîrî û Seydayê Xanî de jî, ji ber ko ewan helbestên xwe bi tîpên erebî diristin kîta (we) ya erebî bikar tanîn. Ev kît li gora (we) ya erebî dihat ji ber vê yekê jî di tirazûkirina helbestê de bask ( - ) anko “deng nizm” dihat. Lê dema nuha em tîpên latînî bikar tînin, ew (we) ya erebî nema gerek e; çimkî em (û) ya rasterast bilêv dikin û hem coreyekî wê yî nivîsandinê, yê xweser heye, ji lew ra ew (û, / bala) ye û deng bilind e.
Ji tevna hiş dihûnin rist
û helbestên lihevhatî
- / / / - / / / / / / / - / / /
Eger em wek nivîsandina ko bi tîpên erebî dihate nivîsandin deynin:
Ji tevna hiş dihûnin rist
we helbestên lihevhatî
- / / / - / / / - / / / - / / /
Bi giştî helbesta Ibrahîm Evdê babet tê de nîne, tenê pesnê festîvala helbestê daye. Û ew bi gulzarekê wekhev kiriye; hem daye xuyakirin ko ev kesên beşdar hemû ji bo xelata festîvalê hatine. Bi rastî ev helbestên salox û fortan dem di ser wan re derbas bûye. Berê ev helbest rola gotara wê, navtêdana gel, livandina hestan, rabûna şoreşan… h. d, rewabûn di evî şêweyî de hebû. Lê dema nuha em di sedsala bîst û yekê de ne, serdema globalîzimê gelo ev serdem û fort çi ji hev digihên?
Di malika dawî ya helbestê de, Ibrahîm pesnê xwe dide û fort û zirtan dike:
Bi pênûsan , kesên wek wî dema tên mihrecanan zû
Gelek mêrxas û cengawer ji meydanê dibazin
Ev forta Ibrahîm, li bal min pirsekê çêdike; gelo Ibrahîm û komîta nirxandinê ha ji hev bûn?
******************************************************************************
2- Biroskedar
Evê helbestê xelata yekem ya helbesta nûjen wergirt.Helbestvan: Zagros OsmanDûmahî heye..
Jêder: Avestakurd
Amadekirin: Ezîz Xemcivîn