EV SIYSETA HAN…NE BI DIRÊJIYE
Dîrok: ÇáÃÍÏ 15 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



  sernivîsa DENG (109)

 Bê goman ku her rijîmekî siyasî, sirûþt û ramyariyek xwe heye, û þêweyek danustandinê,yan riyek têkariyê teve derdorên siyasî heye, lewra jî siyaseta rijîmê di welatê me de sûriyê, maxakan û taybetmendiyek xwe heye, têde lez û bezek mezin heye ji ber ku herdem di gewrînê daye di þêweya xwe de ya dan û wistandinê bi piraniya dozan re, çi di hundir dabe, û çi di derva da be, yan tevlî aliyên siyasî, yan olî yan netewî be, çi ereb dibe, çi kurd dibe, yan hinek din dibe..h w, ti cuda tê tineye bi qaserî ku ev ton þêweya têkeve xuzmeta rijîm û arastên wî, xuya dibe ku ( rijîm ) ti têkana yekber li ser helwestekê yan nêrînekê malkan nake,


 lê ewlebê wê tiþtî ewa raste, çimkî tiþtê yekber tê de ye ku ew rêbaza zordest û sitimkarî ye ya ku radibe li ser bi dest anîna, deselat, û saman, û bi paristina amîrên xwe yan qedexkarî yên ku destên xwe qirêj di hemî tiþt û dozan  de werdandî ne û li her rîkar û radeyankê de, di xisma heyîna roçikek yasayî û siyasî di yekberekê daye, û hîn bêtir tevî  hevbendiyên xwe, çi navwelatî dibe û çi hêrimî dibe, û herdem digave berve ku van têkîliyên han di xuzmeta berjewandiyê xwe ke, û di berdewamiya zordestiya xwe de.
Di rewþa dervayî de,ji demekê de rijîm pir koþêþên fere dide di derheqa þikestina çembera cudatiya navwelatî ya paldayî li ser ji çend salên borî de, û ber ve ganxariya arasta nuh di têkîliyên nav welatî de, û nemaze di aliyê xwe ya aþitî de, û dikare ta ku amerîka bi ser xwe de wîne, û ruyekê dixewîne ku kare teve amerîke bikele, û nemaze di hin dozên herêmî de ( filestîn- lubnan- êraq ), û arasta aborî li ser bingeha bazara civakî de û jêderîna bin mûm di karubara rêzanî de, û her wiha jî di aliyê ewrupiyan de û berdewamiya hin karan bi hin welatan re wek firanse, almaniya, uspaniya, û li vê dawiyê bi kirwatiya re..h w berve îmzekirinek dawî ji peymana ortane re, û hîn berdewamî di tenîja xwe de tevlî sînê, û fenzewêl, û rusa de, û di dema ku têkara þêweyên tikîliya diblomasî dike bi yên vê re û yên dijber re, herdem digave ji bo têkîliyên xwe bi welatên herêmê re mekin bike, û nemaze bi êran û turkiyê re bi xisma hewçariya ku di nav bera wan de li ser serkêþiya herêmê de, û li vê dawiyê arastek heye ji bo vekirinekê li ser sihodiyê û urdinê re û dûra jî bi misirê  re di tekeziyekê de ku ev ton têkîliyên han ne li ser bapêja têkîliya bi aliya herêmî ya cûcar re.
Di rewþa hundirî de,di dema ku rijîmê derperîna buhara dîmeþqê kir û di demek nêz de, bi lezbûnekê jê vegeriya û ew dem perdekir, û vegerî þêweya xwe ya berê di gel dan û wistandinek pîs bi hêzin siyasî re, û dezgehên civaka þarawanî re, û rêxistinên mafê merovan re bi peransîpek tirs û mirs de, ta bi aliyên ku vê re di eniyê wî de ta bi êxwan elmuslimîn re.
Di rewþa kurdî de, helwesta millî ya rijîmê ji gelê kurd di sûriyê de ta nuha aþkere ye, ti caran rijîm ji karê xwe ya pîs di derheqa gelê me de venegeriye, û hîn tê de berdewame di pêkanîna  yasa û pirojên kevinperest de û têkariya zordestiyê û qedexkirinê ta girtin û lêkbînê ji þêst saliya sedsala berê de û ta nuha jî, û pir caran hin derewçînan dadixîne meydanê di riyê dûvçilkên xwe di warê hin çare seriyan de, û vêre jî nexþedana hin pirojên þovînî dike, ji hijmartina awerte da ta kembera erebî re ta siyaseta erebkirinê, û têkarên kuþtin û zordariyê re ta mersûma millî ya 49 1092008,ta girtinên tewþankî yên vê dawiyê ya ku dirijayî piraniya serkêþin niþtimanî bû, çi ereb, û çi kurd, û digave ku bike teþqela hijmartina awerte ya sala 5101962 an ew tenê naveroka dozê ye, ango di balê rijîmê da ye ku çareseriya wê meselê bike pê doza kurdî çareser dike. Û dîsa jî nake, û soz li pey sozê difirin, û doza kurdî jî dimîne girtî di nav lepên amîrên ewlekariyê de bê çare serî.
Ev siyaseta ku rijîm diþopîne ya tondi de bi peng û dekedolav bi þalek dekekar di derheqa herdu rewþan ya derva û hundirî re bi wek hevî, bi destekî birîn dike û bi yekê jî derman dike , û komî hev dike ta ku têkeve îdîlocya wî ya totîlîterî li ser bingehekê ku ji her aliyekê  de cihê razibûnê be, ev siyaseta han berdewame lê girêdayî demê ye, û ti kes pê netê xopandin, û demê xwe jî pir kine, û rastiyê bi ruyên xwe ya rasteqînî wê bêlibibin, di wê demê de    çimkî ev ton siyaseta ti rastiyan çinake, û ti kes jî ji xwe bi asayî derbasnake.
Tiþtê gerek di ev dem de ji hemo aliyan de çi siyasî, çi çandî, çi civakî dibe, karek rastî û zelal bikin dûrî windabûnê û pengan be, û xweþ guhartinên ku li deveran çêdibin nasbikin, û di nav berpêkbînên civaka sûriyê de bi hemî lahînên xwe çi netewî, çi olî, çi siyasî dibe, rêkeftinek demoqratîk peyda bike, li ser riya avakirina welalatek yasayî xudî maf be ya ku rewþa aborî dirêzîne, têde dad û wekhevî dirûþma tewrî mezin be, û hemî pirojên kevinperest û þovînî di derheqa gelê kurd rabe, û bê hilandin rewþa awerte û dadeyên urfî, û dadgehên awerte, û hemî girtiyên nerînê û helwesta siyasî, û nemaze girtiyên gelê me yê kurd û hevalên partiya me – partiya azadi ya kurd li sûriyê –( PAK ), û bê rakirin girtina siyasî bi carekî, û derperîna azadiya demqratîk di hundir welêt de, ji serbestiya rêxistina siyasî, û serbestiya nêrînan û þoran, û serbestiya belavkirin û belevokan..hw, berve çareseriya hemî dozên niþtimanî, û nemaze doza gelê me ya kurd di gel tevanên mafê wî yê netewî û demoqratîk di berewîza yekîtiya welêt de di xizmeta pêvejok û geþbûna wê de..

* Rojnameyeke giþtî ye, ji weþanên nivîsgeha çand û ragihandinê, ya partiya Azadî ya Kurd li Sûriyê


Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1892