SIH Û SÊDAR (ÞEHÎD IHSAN)
Dîrok: ÇáÓÈÊ 14 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Melevan Resûl

Ihsan *" keko hîmek bilind
Hêjî li ber çavê minî
Kohî mezin , bejna bilind
Jorî di ser erd û benî


Taqî ji xemlê tev durî
Sîqal , þemal û gewherî
Sef sef li dû hev hûn bi rêz
Emman e zindên namirî

Sêdar cihê rêzê ne ew
Qazî , Se-îd zû pêgihan
Seydo jî toxê wan hila
Kifþ û diyarin bê nehan

Sêpî ji bo kurdan timî
Evra cihê rêzê ne ew
Qîmet didin doza mirov
Navber di nav rast û derew

Vaye li ber dîdan xuya
Sola di bin lingê we de
Hilbû di ser ala neyar
Hem tox û hem jê gunbete

Ayat* li edrê mermilîn
Lewma firîn hûn çûn sema
Þewq û sitêrê pasevîç*
Bin sih û sola we de ma

Pîroze ev nama we girt
Ihsan Fetahê min heyî
Ez dê bikim perwaza dil
Pûtê feriþtî tu b''''xweyî
……………………………….
Ihsan: þehîd e , rijîma îranê di 12 çirya paþîn de 2009 sêdar kir .
Ayat : serdarê rijîma îranê ne ( wilayet elfeqîh ) .
Pasevîç : hêzên ewlekariya rijêmê ne .
        13/11/2009








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1886