Rêjim û soza guftûgoyê li ser pirsa kurdî
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 13 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Ismail Hemê

Partiya me biryar dabû ku di roja 12/10/2009an de xwepêþindanekê li bajarê Qamiþlo saz bike, bi helkefta salvegera (47)min ya serjimêra ewarte ya ku di parêzgeha Hesekê de sala 1962an de hatibû çêkirin û di encamê de bi deh hezaran hevwelatiyên kurd hiþtibû bê nasname û hatibûn bi navkirin wek beyanî, û bi helkefta salvegera yekemîn ya fermana serok komar ya (49)an, û jibo þermezarkirina pirojeyên regezperest û þofînî li dijî milletê kurd,û daxwaza çareserkirina pirsgirêka milletê kurd ya netewî li Sûrî


 Lê di roja 11/10/2009 partiyê daxuyaniyek belavkiribû têde bang dabû millet ku partiyê xwepêþindan rawestand ta demek dîtir çimkî rêjîmê soz daye serkirdayetiya partiyê ku di demek nêzîk de wê hevdîtinekê bi wan re bike li ser þêweyên çaresekirina pirsgirêka kurdî li Sûrî û di daxuyanê de hatibû eþkerekirin ku wê hevdîtin bi awakî fermî eþkere bibe.
Bê guman ev cara yekemîne ku rêjîma Sûrî xwe dide ber sozek wiha, û bi rengekî yekser razîdibe ku em li ser zimanê wê daxuyaniyek bi vî awayî bidin, çimkî ev rêjîm tu car li hebûna pirsgirêka kurdî mikur nehatiye, û herdem gotiye ku tu pirsê netewî kurdî li Sûrî tuneye, û li gor vê helwestê hebûna tevger û bizava kurdî siyasî jî inkarkiribû, û digot ew kurdên wek penaber hatine Sûrî bûne ereb, û tu netew ji xeynî ereba li Sûrî tune, û tu kêþên netewî ji tune…!!
Diyare ku rêjîm gihaþtiye rastiyê  ku nema dikare hebûna pirsgirêka kurd li Sûrî veþêre û li ser razê, nexasim piþtî ku deshilata Turkî xwe daye ber çareserkirina wê pirsgirêkê li Tirkî,tevî ku vê deselatê ta îro negotiye ka wê çawa çareser bike, yan wê çi bidin kurda, lê tenê erêkirin li ser hebûna pirsgirêkê qonaxek mezin û giringe li ser rêça çareseriyê, li gor vê rastiyê gava yekemîn îro li Sûrî jî tête xwestin ku rêjîm erê bike li ser hebûna pirsgirêka kurdî berî ku em bizanibin ev rêjîm çi di serî wê deye û wê çi bide
Em bawerin ku partiya derîkî giring di biryara rêjîmê de vekir û bikêmanî pirsa kurdî di hundirê rêjîmê de xist asta dan û sitandinê de, û kiriye cihê balkêþiyê, û ev bixwe destkewtineke giringe di paþerojê de em dikarin li ser ava bikin.
Em ne li heviyêne ku rêjîma Sûrî tiþtê em dixwazin bi pêk bîne, çimkî em baþ dizanin ku ev rêjîm çiye û çawaye, lê em tenê dixwazin div ê qonaxê de bi tevgera kurdî re rûnê bi rengekî fermî û erê bike ku pirsa netewî kurdî li Sûrî heye, êdî wê demê rêç li ber hemi daxwazên me dûz dibe.

 jêder:  Belavoka Yekîtî , ya kû komîteya navendî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûrî mehane dertîne, Hejmar /17/ Çirya pêþî 2621 K






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1885