Helbestên daran (3)
Dîrok: ÇáÃËäíä 02 äæÝãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Husên M. Hebeþ

Emek

Derî ji pencereyê hez dike
Pencere jî  ji kursiyê
Kursî jî ji masê…
Dar dibêje:
Spas ji xweda re
Emek û cefayê min
Bi zarokên min re
Vala neçû!


Dareke kesk û rû li ken

Darek tim kesk bû
Û rûyê wê tim li ken bû
Xwestin ko bizanibin
Çima ew tim kesk e
û rûyê wê tim li ken e?
Dilê wê vekirin
Dîtin ko çivîkek
Ji ser rehekî difire ser yê din
û hêlîna xwe
Di nîvê wî de çêkiriye.


Bê guman

Bi darekê re gotin
Tu dixwazî bibî gopalê þivanekî
Yan jî weke dîkor di qesra
Þah de bî?
Got: bê guman
Dixwazim bibim gopalê þivên.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1872