Ferda Cemîl paşa Xolo (Diyarbekirlî)
Dîrok: ÇáÎãíÓ 29 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Luqman Silêman
Luqman_sileman@live.se

 Malbata Cemîl paşa wek serbazekî nediyar di dîroka  gelêxwe de xebitine,xanedanin, gundîne, karkerin, rewşenbîrin, şoreşgerin,  û koçber bûne li ser dirêjî û pehniya kurdistanê, lê dev ji doza xwe bernedane.. Hin ji wa di koçberiya xwe de gihane Yemenê û hin gihane Ewropa ji kuştina bêbextiyê bazdane wek çêlî kewa li wa hatiye..


li vekirna Bexdê beşdar bûne yan ez dikarim bêjim Beda ji Contirkê bêbext re vekirne tevl wesa Siltan Selîmê yekim ew qirkirne û ji hev tert û bela kirne… xwedî qesir û qunaxbûn ji şesed hefsed salî ve..
dibêjin em paşa ne  ji bav û kalan  de û  beriya ku Tirk werin rojhilat,lê ji ku anîne ev paşa tî ji ber ku gotina paşa di demê Osmaniya de hatiye û derbasî nav kurda bûye.. Qesra wa li Diyarbekir hatiye avakirin beriya Musilmana û mestirîn qesre.. qesir çar carî hatiye ristûrêkirin cara dawî beriya sed û şêst saliye… 
Ferda Cemîl paşa dibêjê: Malmîsanij wesa ji min re gotiye:  Ez dîroka kîjan komelê yan partiyê yan Şoreşê vedikim yek ji malbata Cemîl paşa di navdeye, lê bê deng û ji kerî de xebata xwe dikirin…. Mihemed Cemîl paşa bavê Ferda, li komara Mihabat hatiye birîndarkirin û canê wî xanedanî hatiye moxilkirin ew canê nazik ketiye ber gula û bîst û sê çar roja ew canê terî nazik di şikeft û qulê guran de maye û xuya ye ku kesê kurda nebû ji çiya pêve, ji lewma çiya gelek cara xweşmêr‏‏ê kurda di nav pencê xwe de veşartine û ew himêzkirne, di rojê tengde di rojê girande û serê wa li ser kaba xwe daniye û stirana Felekê xayînê di kurahiya guhê wande xweşmêra de dibêjê…lê dawiyê ew xanedan dane destê Hikumeta Ingilîz û Erebî li Bexdê, û mafê darvekrine danê lê bavê wî di rêya Sûriya re ew ji hikumeta Ingilîz û Erebî sitandiye, û li Suriya cizayê xwe xwariye…. Ferda wesa bavê xwe tînê bîra xwe û dibêjê: dema ku Mele Mistefa Berzanî Koçerbû û berê wî kete Yekîtiya Sofiyet  Mihemed Cemîl paşa maye li cem zarokê wî, û di wê demê de nûka Serok Meshûd Berzanî hatibû dinê û Mihemed Cemîl paşa ew li ser pişta xwe li wa ‏‏‏çiya gerandiye….
Ferda wesa dibêjê: pirtûkê mala Cemîl paşa hene û bi Ekmenterin û bi belge ne.. Ne ku hema ez wesa ji ber xwe dibêjim ev tişt hemî hatine nivîsandin ji ber ku dîrok pir giringe, lê me weka xelkê piropogenda jixwere nekiriye…!?
Ferda xan dibêjê Malmîsanij wesa di got: ev malbat xanedanin û di qesir û qunaxan de mezinbûne, jin û mêrê wan tev xwendane û geleka ji wan li Ewropa xwendiye û bi  gundiyan re jî gundî ne û bi xanedana re jî xanedanin…. Ferda dibêjê piropogenda ji mere ne gereke û em ji piropogenda hesnekin madem çi ji me tê xwestin em wê dikin ji bo çi piropogenda…
Ferda dibêjê: apê min li gel mala Berzaniyê nemir bû ta ku kurdistan rizgarbû, ji ber ku em tucarî li şûnkariya negerane ji lewma piştî ku Kurdistan Azad bû, apê min ji kerîde çû li mala xwe rûnişt..
lê gelo ev kîne û ji kûdê ne û çawe xebitîne û çi kirine û çi nekirine deka werin emê ji
Ferda neviya pênca ya Cemîl paşa bi pirsin ka wê çi ji mere li ser malbata xwe bêjê  …..?!

 

Ferda xan ji kerema xwe tu dikare li ser xwe baxive…!?
  
Ez Ferda neviya Cemîl paşa me. Ez qîza wejdî Begim û Şermî me, dayka min û bavê min keç am û kur amê hevbûn. Diyanim qîza Ehmed Bege û bavê min kurê Mihemed Bege, û Mihemed Beg kurê Mistefa Bege û Mitefa Beg kurê Cemîl paşa ye.. yanî ez neviya pênca me ji Cemîl paşa û bi şûnde. Ez çarê dî nasdikim û ji herçara û bi şûnde Hafiz paşa ye. Yanî em ji şesed hefsed salî de paşê yê Diyarbekir bûn.. Ez bi xwe li Şamê di sala 1952 an de daykbûme (hatime dine). Mala me li Şamê bû ta ku temenê min bû pênc şeş sal lê em havîna dihatin Dirbêsiyê gundê me li biniya xatê bû. Ez mame li Sûrî di nav bera Şam û Heleb û Dirbêsiyê ta ku temenê min bû çarde pazde sal.
Di sala şêst û heşt û yan şêt û heft dema ku li Sûrî Behsî hatin rewşa me pir ne xweşbû.. Hûn li Sûrî dijîn bêgoman ji me bihtir dizanin rewşa kurda li Sûrî çaweye… Bavê min û apê min û kalê min şandin zindana Hesekê, ew demakî mane di zindanê de û piştî ku ew ji zindanê berdan ji wanre gotin: gerek hûn ji Sûrî derkevin, ciyê we li vir nîne, ev care dawiye ku em we li vir bibînin( yanî wê ew bi kuştan wesa ji wan re hate gotin) kalê min ji mere got: gerek hûn malê xwe vale bikin û bi lez xwe xilasbikin, çimkî wesa ji wîre gotibûn.. wê çaxê pesteporê me yê Tirkî hebûn lê me ne diwêrîbû ku em bi rengekî fermî di sînore herin serxetê, em ji hikumeta Tirkî di tirsan. ji lewma me di şevekî tarîde bê sitêr de berê xwe da nav têla û bi meşê me sînor derbaskir, ez nizanim em çiqasî meşîn, çimkî ez zarobû û çavê tirsê bû û di nav mayîna re derbasî kurdistana bakurbûn.. Em yekser çûne Diyarbekir, ez nêzîka di sala mam li Diyarbekir, piştî di sala ez çûme zangoyê li Enqera ( li Hecil tepe), min biyolociya xwend û dawiyê min li ser ginitîk ixtîsas kir û soswîlocî û entiropolocî ev ixtîsasên piçûk piçûk yê min hene.. û di dawiyê de piştî ku min xwendina xwe bi dawî kir, min mêrkir û di zarokê min hene û navê qîza min Renda ye û navê lawê min Mihemede..
Piştî ku min mêrkir, min dibistanek taybet vekir ez xwediyê wêbûn û ez sêzde sala mam kargêrê wê dibistana taybet û ta vê gavê ew dibistan heye navê wê (ûlkeme) ye.. Ez bawerim niha ew dibistana yekimîne li Enqera.. Ez di nav komelê jinê kurda û milteciya de xebitîm, yanî ez di nav siyaseta kurdî de bû min kardikir wek jinekî karker em ji hêla komelatî li her cî destê min hebû ji ber vê yekê ez li Tirkiyê kesatiyek minî xuya heye ji lewma serê min herdem di teq û reqa deye. Min sî salî di komela Tirkiyê de karkir hinkî baş hinkî xirab. Lê ez bawerim ew karê ku min dikir ji bo kurda başbûn, Yanî di nava sî salî de min gelek karkir, û ez sê sala li Wanê mam min karekî baş li wirjî kir ji bo kurda û milteciya,  ji ber wî karê min li Cinêfê xelatek cîhanî dane min di sala 2002 an de ji seran serî cihanê em pênc jin bûn, ev incama karê min bû jibo karê ku me di ber jin û zarok û mirovatiyê de dikir.. min sêhezar kes şandine Ewropa min ew ji mirinê tewakirne..

Başe Ferda xan dema ku li Cinêf te xelat wergirt wek jinek kurd yan wek jinek Tirk?.

Na, mixabin Tirkiyê qebûl nekir bidine min wek jinek Kurd ji lewma dane min wek hevwelatîk Tirk.
Birastî min gelek komelê civakî damezrandin û heger ku ez li ser xwe û karê ku min di komela de kirî baxivim wê pir dirêj be, ica ez pîtê stûr ji tere dibêjim… Binê di sala 2003 tan de dema ku rijîma Sedam têkçû, min kompaniya xwe ji Tirkiyê anî Kurdistanê… kompaniya min (inşa iye) û istîşariye û mehmariye. Ez bi hikumeta Kurdî re kardikim.. û dibere jî komele hene ku ez bi wanre alîkarim ne tenê ez karê abûrî dikim.
Binêr, dema ku ez hatim Kurdistanê xwaringihek xweş tunebû ku mirov lê rûne û xwarinê bi xwê. Min yekimîn xwaringiha Tirkî anî Kurdistanê  ew ya mine lê ne di destê min deyeez jêre ne valeme, û ta niha berdewame, navê wê pûşiye û cîkî me heye ji bo ciwankariya jina, ji ber ku dema ez hatim Kurdistanê min cîkî weka yê xelkê nedît ku mirov pirça xwe lê çêbikê, tu dizanê em jinin gerek em li xwe binêrin, ji lewma min tîmek ji Tirkiya anî û min cîkî gelek başe li vir çêkir û ta niha berdewame ewjî ya mine lê ne di destê min deye çimkî ez ji van tiştan re ne valeme..

Ferda xan diya te saxe?.

Bela diyamin saxe û li Diyaberkirê dijî, temenê wê bûye heştê û çar sal..

Ferda Xan zilamê te li ku dijî?.

Ew li Tirkiya li ba zaroka ye.

Ferda Xan wek ez dizanim malbata Cemîl paşa ji Tirkiyê bazdabûn lê çawe di sala 1967-1968- an de vegeran Tirkiyê û nehatin girtin……?!

Malbata Cemîl paşa di dema Osmaniya de di carî hatin sergon kirin, cara pêşî di dema  Hafiz paşan de bû ew şandin Bosna û Hirsik ji ber ku malbatek bi hêz bûn û milet ji wa hezdikir, ji lewma Osmaniya xwestin ji wa xelas bibin. Û caradî Cemîl paşa şandin Yemenê ew sêzde sala ma li wir.. Cemîl paşa di sala hezar û nihsed û heştan de çû ser dilovaniya Xwedê.
Dema ku Cemîl paşa mir, kurê wiyê mezin Mistefa Beg ciyê wî girt, û piştî ku Osmaniya efoya wan da, nûka ew ji Yemenê vegeran Welêt..
Piştî ku Kemal Atotirk hat kesî destê wî negirt rabû wî sozda kurda ku mafê wa bidê wa lê piştî ji dijminê derve û yê hundir xilas bibê. Mixabin piştî ku Ewropiya alîkariya wî kirin wî soza xwe xwar û li kurda xayîn ket. Ê malbata Cemîl paşa dijî wî sekinîn û cardî malbata Cemîl paşa tar û markirin, her yek şandin cîkî, kes ji malbata min nehiştin li Diyarbekir.. jin, zarok ,kal û xort kes nema li kurdistana Tirkiya tev şandin Izmîr û Istenbolê. Ta bi gundê me û erdê me û xaniyê me tev ji me standin tiştek bi me nehiştin, û xelkê Yoxizlafî anîn cihê me û li ser erdê me danîn..
Piştî demakî cardî Atotirk efûk derxist, em cardî vegeran ser erdê xwe li welatê xwe û me di rêya dadgihêre erdê xwe vegerand û yê ku me nedikarîbû em di rêya dadgihêre vegerînin me bi perê xwe cardî ji yê ku di destê wî debû kirî..
Û di dema Înono de yanî piştî Raperîna Şêx Seî dê nemir, Mistefa Kemal biriyar da bi darvekirna nih kesa ji malbata Cemîl Paşa, lê piştî demakî  pênc ji wan ji zindanê berdan û çar hiştin di zindanê de, yek ji wan apê min Ekrem Cemîl paşa bû, lê ewjî bi pera hatin berdan.. û piştî ku apê min Ekrem ji zindanê derket, kalê min Mihemed Cemîl paşa û Qedrî Cemîl paşa û Ekrem bi wan re berê xwe dane Sûriya wa ji mirinê bazdan, yanî di sala bîst û heftan de (1927)  em cardî koçberbûn.. Lê beriya vê, yanî di sala 1908 an de malbata min komelek çêkirbûn, û di sala 1912-1911 an de komela hêvî li Istenbolê apê min Qasim Cemîl paşa bavê Ekrem serokê wê bû û yek dî jî li Diyarbekir hebû,  serokê wê Ekrem Cemîl paşa bû û komela Azadî ew jî li Diyarbekir bû û  serokê wê jî ji mala Cemîl paşa bû, lê ez nizanim ew kîbû.. Û dema ku zarokê Cemîl paşa çûne Ewropa xwendinê li wirjî yekimîn Lûbî kurdî çêkirbûn û komelek kurdî li Lozanê çêkirbûn navê wêjî Hêvî b‏û..

Ferda xan Malmîsanij di pirtûka xwede dibêjê Cemîl paşa Teyarek diyarî daye Mistefa Kemal Atotirk tu wek nemeviya wî çi li ser vê dibêje gelo raste yan na….?

Na, ev ne raste bingih jêre nîne û dîrok jî vê nabêjê.. Binê  di dozê kurdistan de apê min Qedrî li dadgihê nivîsandiye çawe xiyanet li kurda hatiye kirin. Lê jibo Teyarê gelek xelkê li ser xeberdaye û ji xwe dîroka Teyarê û dîroka vê yekê hevdû nagirê.
Malmîsanij dibêjê: çîrokek heye wesa dibêjin ji ber ku Malmîsanij tiştek wî heye, tiştê ku dibihîze dinvîse û li cîkê dî dibêjê ji ber ku ew ne dinav tevgera kurde bû û di dawîde dibêjê ew di nav xweybûnde bû û li komala belengazî malbata Cemîl paşa pere didan û pirtûkê mala Bedirxan çapkirne û sipasiya Mihemd Ferîd kirne ji ber ku pere nebûn û tim mala Cemîl paşa û mala Bedirxan bi hevrebûn..
Binê, dema ku mirov li Erşîfê wê demê vedigerê ta bi wênê mala Cemîl paşa û mala Bedirxan bi hevrene.. meyzê, dema ku Şoreşa  Şêx Seî dê nemir têk çû, Şêx Se îd û hevalê xwe hatin girtin Tirka xwestin ku malbata Cemîl paşa jî bigrin û gelek tişta bi mala Cemîl paşa ve bikin da ku ji vê malbatê xelas bibin. Lê Şêx Se îdê nemir di dadgihê de dîfaha mala Cemîl paşa kir û got: ez vê malbatê nasnakim da ku newne girtin, ma nexwe ev malbat bi rengek ji renga bi Şoreşê re bû ji lewma Şêx Se îd ne xwestiye ku ew werin girtin.

Başe Ferd xan rola malbata Cemîl paşa di Şoreşa Şêx Se îd de çi bû…..?

Rola wan hebû, lê mixabin ta vê gavê kes li ser rola mala Cemîl paşa di Şoreşa Şêx Se îd de nesekiniye… ne tenê li Şoreşa Şêx Se îd hebû, li Agirî jî hebûn û mala Cemîl paşa li herderî hebûn, lê ta niha kesî negotiye, û gerek ji vêga û pêde ez vê meselê bêjim, ji ber xuya ye xelk naxwazin bêjin çimkî malbata min di hemî tevgerê kurdan de hebûn, û berî Şoreşa Şêx Se îd hebûn û piştî Şoreşê hebûn.. Binê, dema ku apê min di Qesir nîhayêde bû, li Bexdê û yên di Qesrê de hemî hatin bi darvekirin, apê min tenê ma ji ber ku Mele Mistefa çar yan pênc serbazên Êraqî yên ku li cem Şoreşê girtîbûn berdan, ta ku rijîma Êraqî apê min berdan… manexwe malbata min gelek qurbanî di ber pirsa kurdî de dane, çi bi malê xwe û çi bi canê xwe, ta ku Mele Mistefa ew ji destê Rijîma Êraqî xilaskiriye.. xelkê dilê wa mezin nahêlin em li bindestan de bimrin, çimkî dîrokek me heye di xebatê de, em wek Serbazê winda xebitîne ji bo miletê xwe û miletê me qet ji bîr nakê û me li deriya nahêlin.. Binê, wek mala Cemîl paşa tuneye ji ber ku em ji şesed sal hefsed sal ve hîn em hene û emê bi mînin..

Ferda xan ka em vegerin ser paşatiya di Kurdistanê de.. û bi teybet li ser paşatiya malbata te  çimkî  dibêjin di dema Osmaniya de bîst û pênc Turê Paşatiyê li Kurdistanê hatine belavkirin, (dan)yanî tê gotin: ku Osmaniya bîst û pênc kesên xuya di nav Kurdan, û Ermeniya  kirne paşa li ser sere kurd û Ermeniya, û tê gotin ku hina ji Ermeniya û hina ji kurda Tura bi destê Osmaniya hatî dan wernegirtine û mala Cemîl paşa û mala Nayîfê Koçer û hin kesê Ermenî  ew Tura paşatiyê wergirtine, tu çi dibêjê…..?

Ev gotin bingih jêre nîne, ji ber ku Hafiz paşa li Diyarbekirê bû beriya şesed salî û ji mere dibêjin burc axalere.. (Burc yanî kelha Diyarbekir) û ew kelih tev di destê malbata min de bû û ji mere digotin burc axaler... Binê, piştî ku komara Tirkî hate damezrandin paş navekê me bû Qereqoç û yek bû Burc. Piştî demakî malbata min di rêya dadgihê re xwestin paşnavê xwe vegerê nin Cemîl paşa, hikumeta Tirkî nehişt lê paş navê me ji Burc û Qereqoç kirin Cemîl Oxlo. Lê li ser Tura paşatiyê tiştê ku ez dizanim em ji hefsed salî ve paşayê Diyarbekrê ne, lê heger ku Cemîl paşa cardî ew Tur ji destê Tirka girtibê ez nizanim û min ne bihîstiye ev gotin..
 Lê ez dizanim ku Tirka kelek aniya serê malbata min ne tinê anîn serê mala Cemîl paşa wesa anîne serê mala Bedirxanî jî,  ji Koçberiyê û sîstematîk û bi rastî kurda bi tevahiya xwe zilm û zor ji destê Osmaniya û Tirka dîtiye.. Hemî malbatê kurda wesa hatiye serê wa, lê heryekê bi rengekî û di demekî de…

Ferda xan wek ez dizanim û wek tejî keremkir  ji min re got: di destpêka sedê bîstan de xort û keçê mala Cemîl paşa li mitropolê Tirka û li Ewropa di xwendin, yanî malbatek di sedê bîstan de keç û xortê xwe bişînê xwendinê li metropola ma nexwe malbatek zîrek û bîr birin  lê mixabin tu rola wan di dîroka Kurdistanê de xuyanakê.. Yanî min ne bihîstiye ku malbata Cemîl paşa bi serê xwe bi Şoreşekî yan Serhildanekî rabûne û heger ku tiştekî wesa kirbinjî lê dîroka xwe nenivîsandine….!?

Ya ku çima li ser xwe tiştek ne nivîsandine ev nexweşiyek meye em wek serbazê nediyar kardikin ji ber ku em ne li navê xwe yan li şûnkara digerin em li xebatê digeran.. Ji lewma tiştek li ser xwe ne nivîsandine. Binê, dema ku Qedrî Cemîl paşa li ser doza kurd nivîsandiye, wî kurd mezin dîtine ne xwe mezin dîtiye, ji lewma wî li ser xwe tiştek nedaniye û dema ku Ekrem Cemîl paşa wî jî ku dîroka kurd û Kurdistan ya kevin nivîsandiye Kurd kîne û ji ku hatine. wî jî li ser xwe ne nivîsandiye.. Yanî em wesa ne em li ser xwe nanivîsin.
Binê, bavê min gelek karê wî hebû, wî pir xebat kiriye bi Mele Mitefa re, lê wî tiştek ne ji mere di got: û ne dinvîsand, me tiştê wî ji devê xelkê bihîstine ne ku wî ji mere gotiye.. em bên ser Qedrî, em bên ser Osman, em bên ser Ekrem, em bên ser Cemîl. Binêre li ser Elifbêya kurdî beriya Xweybûn, malbata min derxistin..! hîn malbata min li bakurbûn çarkes hatin cem hev û Elifbêya kurdî çêkirin, lê piştî ku Celadet Bedirxan Elifbêya kurdî çêkir malbata min ya xwe kişandin û ne gotin va mejî Elifbêyek kurdî çêkiriye..
Mînak di dema komela Hêvî û Rêya Azadî de ev ji sala 1911 an ta bi sala 1927 tan pirtûkek Elifbê heye û yek bi avê ka emê çawe fêrî zimanê xwe bibin, ev malbata min çêkirne, lê wek min got: piştî Celadet Bedirxan dest bi vî karîkir wa tiştê xwe ji kerîde holê hilanîn....!!

Başe, kanî ev pirtûk li kûne Ferda Xan çima xuyanakin…?!

Ev mistemsik tev hene, lê Ekrem Cemîl paşa ne bi navê xwe di weşandin wî bi navê Komelê di weşandin. Tu dizanê yekimîn çapxane kurdî li Diyarbekir malbata min çêkriye û wa di rêya Ermeniya re aniye Diyarbekir, lê tucarî mala Cemîl paşa negotine me ev  kar kiriye û ta bi dema Hawarê jî dema ku hijmara yekim ji Hawarê derketiye,  Ekrem Cemîl paşa wî pere dane lê xelk vê nizanin….

Başe, Ferda Xan madem ev Ekmenter hemî hene ji bo çi hûn wa belav nakin da ku miletê me bi xwînê, û nasbikin vê malbat çi kiriye û werin naskirin..

Gelek ji van mistemsika Malmîsanij weşandine û hina li Qenala kurd yek hina pirogiramek li ser mala Cemîl paşa çêkirne û ev heftîke tê weşandin evjî xelk dikin ne ku em dikin çimkî xelk dibînin ku vê malbatê çiqas kar kiriye, lê dema ku wêne yan mistemsik ji ware divin ji me di xwazin emjî didin wa....Binê Govara jîn di sala 1919 an de derçûye û Govara welat ev malbata min weşandine di destpêka sedê bîstan de, lê navê Govara Hawar bihtir ciyê xwe girtiye, ji ber ku Hawar berdewam kiriye ji wan bihtir.. tevlî gi Govara Hawar sala 1931 an de derçûye, lê Govara jîn beriya wê bû û sermayê Hawar ji mala Cemî paşa bû ji mala Haco ji mala Ê dî bû ji mala Ê dî bû..  ew sermayek kurdistanî bû ne ji bo malbatekî bû, lê sernivîsê wê Celadet bû û Kamîran bû.. Binêre, di dem Hawarê de qurcikek teybet ji bo Qedrî Cemîl paşa hebû, û Qedrî tim di wê qurcikê de dinvîsand, lê me ew nekiriye pirtûk û ne weşandiye lê li rexê dî em binêrin ew Ferhinga ku di Hawarê de derdiçû îro bûye pirtûk bi navê Mîr Celadet Bedirxan… Gelek cara ji me tê pirsîn çima? Mala Cemîl paşa ev qas karkirne, lê qet tiştê xwe dernaxin. Birastî ez nizanim lê xuyadikê ev jî şêwazekê ji jiyanê ye û em perwerdeyî vî şêwazî bûne.. Binê, têbîra min dema ku mala me li Dêrbêsiyê bû odak meyî mezin hebû, Kurd ji hemî hêla dihatin cem me dixwarin û di vexwarin û li cem me di razan. Tê bîra min pîrika min heroj disê tûr birinc çêdikirin û sê çar sewal jî serjêdikirin û yek hebû navê wî Kinho bû, ew qehweçiyê me bû û bêgoman hîn ev nav tê bîra hin kesê Dirbêsiyê, yên wê demê û dengbêjê me hebûn, çîrok bêjê me hebûn, tim di oda medebûn. Ji bilî vê jî hin kesê feqîr hebûn ew tim di nav mala me de bûn bi xwarin û vexwarin, yanî mala me wek dewletek di zikê dewletekî debû û beriya vê jî li Diyarbekir wesa bû û di qesra mala Cemîl paşa de ya li Diyarbekir xwaringihekî mezin hebû û pencera wê li ser kolanê bû çi kesê feqîr û perîşan firaxa xwe tanî di wê pencerê re xwarin ji xwe re dibirin (ji xelkê Diyarbek)… Rewşen ji Mihemed Uzun re gotiye: dema ku me dengbêjek xwest mala Cemîl paşa dengbêj ji mere şandin û ew dengbêjê bi nav û denge jêre dibêjin dengbêjê mala Bedirxan…



Başe, Ferda xan hîn ew Qesir heye û kî têde ye….?

Belê, ew qesir hîn heye lê Kevin bûye ji ber ku demakî dirêj ma di destê hikumetê de, yanî hikumetê dest danîbû ser (ji me sitandibû), lê me ji hikumetê stand û ew niha li ser navê meye û mejî kire diyarî ji bo şarevaniya Diyarbekir. Lê bi mercê ku navê qesrê newê guhertin û nexin firoşgih û nebê cîkî bazirganî qesir bimînê wek cihekî kevnar û bibê ciyekî kultorî. Û ez bawerim di demê pêşde wê Mamoste Osman Baydemir serokê şarevaniya Diyarbekir qesrê ristûrêbike da ku xelk karibin herin lê bigerin. wek têbînî ji tere bêjim qesra mala Cemîl paşa mezintirîn qesre di Diyarbekir de, yanî bi qasî taxekiye  ji qesra me mestir tuneye di Diyarbekir de…



Ferda xan ev Qesira  wesa kengî hatiye avakirin û kî ji malbata te ew avakiriye.
 
Bawerbike ez nizanim, di dema kî de hatiye avakirin lê kalikê min kasêtek tomar kirbû  wî ta heft bava dihijmartin û ji mere di got: evin kalikê we.. me ew kasêt da Malmîsanij ew dara nava me ji Yldiz Serayî derxist ji perlemanê Yemenê, ji dikmantê Osmaniya. Me gelek pere dan ta ku me ew dikmant standin û yê ku da me ji mere got: odekî taybet di Erşîfê Osmanî de heye ew qepatkiriye û hemî li ser mala Cemîl paşa ye. Lê ez di zanim Qesir çar carî hatiye ristûrêkirin û cara dawî beriya sed û şêst saliye, û carekî jî beriya sê sed û bîst sala û carekî di dema Hafiz paşa jî hatiye ristûrêkirin û Qesir ne wek Qesrê ku li Diyarbekir hatine avakirin çimkî Qesir ne wek yê Musilmane hatiye avakirin û her cara ku hatiye ristûrêkirin hin tişt lê zêdekirne, û ez dizanim Qesir carekî hatiye şewitandin bi destê Osmaniya..

 Ferda xan gelo ev malbata di wê demê bi nav û deng û diyare   ku beşdarî Şoreş û serhildana bûne û Govar weşandine, lê herdem ew di rêza didowan û  yan  sisêyan dene tucarî ne ketine rêza pêşî gelo ev tişt bi fîzîka we ve girêda ye yan tiştin dî hebûn…..?!

Xuyadikê wek te got: ev bi fîzîkameve girêda ye, ji ber ku ez bi xwe jî wesa me… Ez ji tere tiştekî bêjim, beriya demakî ez li Diyarbekir bûm, pîrekek bi min re axivî, min jê pirsî tu kî û te çi divê…? Wê ji min re got: ez di xwazim te bi bînim...! Min jêre got: xêre çi heye.?! Wê ji min re got: te di kurê min dane xwend ji zaroktiyê ta ku yek ji wa bû dektor û yê dî bû Endezyar, ez di xwazim te bibînim û destê te bi ramîsim û sipasiya te bikim…
Bê pesindan ez dibêjim min pir xelk dane xwendin bê ku ez bi zanibim ew kurê kiye, tenê ez di zanim ew kurde, lê ji kuye ez lê na pirsim, yanî min gelek alîkariya miletê xwe kiriye û hîn jî emê bikin.. Em wesa ne em ne tenê ji bo mirova dikin, qîzek min heye temenê wê bîst û heft salin sêzde pisîk li bawê hene. Çi pisîka kur yê seqet wa tînê malê xwedî dike, odek taybet ji bo pisîka heye li qata xwarê û ew li qata jorê dijî, em wesa ne ev jî şêwekî jiyanê ye li cem me, em wesa dibînin mebesta me alîkariya xelkêye ev wek rêwazekî lêhatiye di malbata mede…

Qîza te li Diyrbekir dijî.. ?

Na, qîza min ev bûye demek çûye Sitembolê dijî.
Çima ez va nemûna tînim ji ber ku hin dihatin mala me di xwarin û di ve xwarin di sal sê sal diman me nedizanî navê wa çiye ji xwe me şerim dikir ku em bi pirsin, ka navê te çiye, yan navê we çiye û tu ji ku hatî, û tê bi kude herê.. Çeto hebû û bavê Dawid Baxistanî ew gelekî li cem me mane ji lewma ez dibêjim em wesa ne....Rojekî yek ji Qamişlo hat cem min ji min re got: ez nivîskarim û ji min re got: tê bîra min malbata te li Sûrîbû û ez ji Ekrem Cemîl paşa fêrî zimanê kurdî bûm û wî ji min re got: ji xwe ev şehir ya we kîkaye ya ku îro hiştî tevgera kurd li Sûriye bûye parçe parçe…

Çima qey hûn kîkîne ?..

Na, em ne kîkîne,lê ji wî webû ku em kîkîne. Em Begin em paşa  eşîra me nîne em ne ji tu eşîra ne. Em ne wek va paşayê dîne.. Hafiz paşa, Cemîl paşa ew bi xwendinê bûne paşa û me tucarî pere ji dewleta nestandine, ne ji dewleta Tirkî û ne ji dewleta Sûrî.. Ji min re hatiye gotin: dema ku em hatibûn Sûriyê, bavê min sêzde salî bû û ji sibiha ta êvara kardikir û dema ku êvara dihate mal solê wî nema ji lingê wî derdiketin ji ber kû lingê wî di solê de di werimîn… sê des çar des serî pezême hebû û kes nebû herê ber, bavê min diçû ber wîqas pezî û hîn ew zarobû temenê wî sêzde çarde salî bû.. yanî teva karkiriye cefa bûne jiyanek xweş nedîtine… Ez jî wesa me gelek hene hatine vir û çûne cem mala Berzanî û mala Berzanî xanî dane wa û mehaş didin wa.. lê ji roja ku ez hatime vir min tiştek ji kesî ne xwestiye û ez naxwazim. ez ji xwe re kardikim ez qiroşekî ji kesî na xwazim tu min bi kujê ez naxwazim lê ez didim.. Perê min nebin ez didim û perê min hebin jî ez didim. Ez ji tere bêjim di canê me hene yek xanedane em wek xanedane dijîn û em xwendane û yek dî heye himale em himaltiya xwe jî dikin û em nabêjin em Mîrin û em paşa ne…. Ica ez nizanim ev tişt başe ne başe jiyana me wesa ye….

Ka em cardî vegerin ser eşîra Ferda xan ji ber nabê yek bê eşîr bê hilbet eşîrek we heye ji ber ku dema mirov di vegerê dîroka Ewropiya  li cem wajî eşîr hebûn, lê piştî ku berê xwe dane şaristaniyê eşîrtî li şûn xwe hişrin û îro eşîrtî li Ewropa nemaye wê rojek werê eşîrtî li rojhilatjî nemînê lê mixabin îro hîn rola eşîrê li ba  me heye…

Ez nizanim ji ber ku em di şarê Diyarbekir de rabûne ji şesed hefsed salî ve û Diyarbekir metropolekî mezine û yê ku di şarade dîjî eşîra ji bîr dike bêgoman wê eşîra me hebê, lê çiye ez nizanim… hina digot: hûn Kîkîne hin dî dibêjin hûn Milîne,hinê dî di gotin: na hûn xelkê Botane, ez di zanim em kurdin û ez ji mala Cemîl paşa me û vê gavê duhezar kesin me yê malbata me hene…

Ferda cardî ez di xwazim em vegerin ser paşatiya malbata te ji ku hat…?

yek ji mala Cemîl paşa navê wî Mistefa Beg bû di dema kuştara Ermeniya de, serokê wîlayetê rojlihatbû û dema ku kuştarê destpêkir wî polîtê xwe ji milê xwe kirin û şande ji Osmaniya re û ji wanre got: yê ku di Siyasetê de yan yê ku dijî Selteneta Osmanî kardikê hûn dikarin wî bi kujin, lê zarok û pîrek û kalemêr çi gunihê wa heye û ji wanre got: ez vî karê dijî mirovatiye nakim.. Û dema ku Osmaniya Êzîdî jî kuştin cardî malbata min ew himêzkirin ji lewma ez dibêjim heger ku paşatiya me ji Osmaniya ba wê malbata min ev kuştar destek kirban, û niha gundê me tev di destê Êzêdiyade ne… Ez nizanim ku li ser çi dibêjê gelo mebesta te Himêdiye…. Heger ku mebesta te Alay yê Himêdiyê bin ez nizanim belkî yek ji mala Cemîl paşa di nav wande be.. Lê paşatiya me ne ji wir hatiye, çimkî dema ku Eskerê Osmaniya çûne ser Bexdayê wê çaxê nûka Osmaniya Erebistan dagirkirin, wê çaxê Hafiz paşa bi wan re bû wek paşakî û ew yek ji wan kesê ku çû ser Bexdê, lê dema ku Selîm paşa hat û dît malbata Hafiz paşa hewqas bi hêze û maldare,  xuyadikê ji wan tirsa ye ji lewma bi wa ketiye tev kuştine, ez bawerim di salên 1600 – 1630 an deye.. Beriya hatina Osmaniya em derebey bûn wek (Lordê Ingizîla) em wesa bûn, eskerê me hebûn, em xwediyê Diyarbekir bûn… Stembol pir kevne û Diyarbekir jî pir kevne û Osmaniya Stembol vekir, lê Diyarbekir nehatiye vekirin şer lê çênebûye.

Bi bûre ez nizanim Derebeyî çiye..?

Wek Sincaq, ji xwe beriya ku Osmanî werin, dozde Sencaq li Rojhilat hebûn çar ji wan kurdbûn yek ji wan malbata min bû li Diyarbekir û ya dî li Cizîra Botan bû ew ya mala Bedirxanbû û Senceqê Elezon û ya dî ez nizanim nayê bîra min kîbûn….

Yanî wek hikumet (Îmarat)….

Belê wesa îmarat…

Ferda xan tu çawe mala Bedirxan dibînê…

Ez pir ji wan hezdikim û ev bû demak dirêj ev herdû malbat bi hevrene û gelek fotogirafê wa bi hevre hene û nayê bîra min ku dilmanî ketî di navbera herdû malbata de.. Lê carna di navbera di bira de jî dilmanî çêdibê û di malekî de bi hevre dikevin hevrikiye… ez nizanim, lê carekî yekî di got: Şoreşa Agirî hilweşa ji ber hevrikiya di navbera malbata Bedirxan û Cemîl paşa de…
Binê, ezê tiştekî ji tere bêjim: dema ku Cemîl paşa waliyê Sêrtê bû hineka giliyê wî kirin û gotin: Cemîl paşa miletê deverê tev talankir û malê wî tev yê milete, (Yê diziyê ye). Wê çaxê komîtek hate damezrandin û çûn li malê wî nêrîn dîtin ku malê Cemîl paşa tev ji bav û kaladeye û di sala 1912 tilxiraf ji Asîtan hat û têde di gotin: pêwîste ku hûn Ekrem Cemîl paşa bigrin û di cîde werê bi darvekirin. Wê çaxê mala Cemîl paşa gelek pere dan ta ku Ekrem nehate bi darvekrin, lê ew çarde sala ma di zindanê de, ica ku Cemîl paşa Firok ji Mistefa Kemal Atotirk re kirîba wê Ekrem çarde sala bima di zindanê de?.. li vir Ferda bakire cêriya xwe ka wê pirtûka li ser malbata min ji oda min bîne… cêriyê çû pirtûk anî, pirtûk bi zimanê Tirkî bû…  Ferda xan pirtûk vekir û hin ji min re xwend û emza Mistefa Kemal Atotirk şanî min kir ya ku di sala 1933 an de li ser darvekirina Mihemed, û Ekrem û Qedrî  xistibû û bê ku wa bidin dadgihê ji ber ku Atotirk di got: ev xayîn..
Ferda dibêje Malmîsanij dîn dibû digot: ez kîjan pirtûkê yan kîjan komelê û şoreşê dinêrim yek ji mala Cemîl paşa têde heye……

Erbîl gundê Ingilîzî 7-9-2009  
    







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1867