Gera Kurdistanê (7) Dawî
Dîrok: ÇáÃÍÏ 25 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Hêvîdar Zana
hevidar_zana@hotmail.com

Ji Dezgeha Aras, şifêrê bi navê Mam Ezîz, serê sibehê hat cihê ku em lê dimînin û berê me da devera Barzan. Me xwest em baqek gul li gel xwe bibin ser Gora Nemiran, lê yan me nizanîbû gul li ku têne firotin, yan jî gulfiroş li Hewlêrê peyda nabin. Nizanim, lê em bi seetan li baqek gul geriyan.


Dawî me peyda kir û me pişta xwe da Hewlêrê. Li ser riya xwe me rêvas jî kirîn û heta ku em di nava çiyayên bilind de wenda bûn jî me rêvas xwarin. Beriya ku em bigihîjin ser Gora Nemiran, me riya xwe bi Dezgeha Herman xist. Di nava wan çiya û baniyan de avahiya herî modern û berbiçav ew e û hema li ser rê ye. Pir karan bi hev re dikin, radyo, kovar, televizyon, malpera înternetê û her wiha… Berpirsyarê wê Kekê Faxir Elî jî tevlî me bû û me berê xwe da ser Gora nemiran.


Li ser Gora Nemiran /Barzan

Em derketin hizûra Mele Mistefa Barzaniyê nemir û kurê wî yê tekoşer Idrîs Barzanî. Beriya gulên di dest min de, du rondik ji çavên min herikîn ser dîwarê goristanê. Ez ji herdemê bêhtir pê serbilind bûm ku ez neferek ji vê neteweyê me ku tekoşerên weke Barzaniyê Nemir ji nava xwe derxistine. Ev ew tekoşer e ku temenek bi rext û fîşek û çekê, di nava pêşmergeyên xwe de û li pêşiya wan borandiye. Ev qehremanekî wiha ye ku ezê çîroka jiyana wî bi serbilindî ji kurê xwe re bixwînim…  



Em ji wir jî çûn ser Goristana Enfalan. Weke yê hunermend dibêje, “Bê lome be, neyê serê tu kesî”. Deryayeke ji goran. Heta ku çavên mirov dikarin bibînin, yek li kêleka ya din, bi dirêjayî û bi ferehî. Dema tê bîra min ku ev bi tenê beşek in û ne temamiya qurbaniyan e, ez nema xwe li ser piyan digrim. Min êdî biryar da ku ez xwe kontrol nekim. Lê ew şensê mêran jî tune ye ku weke jinekê bê kontrol û ji dil bigrîn û xwe rehet bikin. Ez li wan dinerim, di nava xwe de dikelin, lê naxwazin derxînin. Ez bixwe têra salekê giriyam.


Gorên Enfalan

Li vegerê em dîsa çûn Dezgeha Herman û me hinek agahdarî li ser xebata wan wergirtin. Kêfa min pir ji wan û cihê wan re hat. Dibe ku zivistanan rewşa wan xerab be, lê dema em çûn buhar bû û derdora avahiya wan, weke tabloyeke rengîn bû, destê mirov jê nedibû. Heger xwişka min û Robîn ne li Hewlêrê bûna, ez wê rojê ji wir nediçûm. Mêvanxaneya wan jî hebû û ji gelek otêlên li Hewlêrê xweştir bû.


Li Dezgeha Herman /Barzan

Piştî ku em vegeriyan Hewlêrê bi rojekê ji Encumena Wezîran telefon hat û gotin ku serlêdana me ya ji bo dîtina Serokwezîr hatiye pejirandin û divê roja din filan seetê em amade bin. Bi rastî demeke pir krîtîk bû û me bawer nedikir ku em karibin wê hevdîtinê pêk bînin, lê çêbû.
Roja din em beriya civanê xwe bi nîv seetê li ofîsa Serokwezîr Birêz Nêçîrvan Barzanî bûn. Bêguman em di hemû protokolan re derbas bûn. Hinek kes ji wan tiştan aciz dibin, lê ez bixwe kêfxweş dibim. Madem em dewletbûnê dixwazin, divê em fêrî protokolan jî bibin. Li tu deverên dinyayê tu nikarî hema li erebeya xwe siwar bî û biçî li ber deriyê serokwezîriyê peya bibî. Heger civanê te hebe, tu têyî pêşwazîkirin, bi erebeyên taybetî diçî ber deriyê ofîsê, li wir bi alîkariya sekreterekî derbasî odeya hevdîtinê dibî û li hêviya hatina dema hevdîtinê dimînî.



Serokwezîr li gel şandeke biyanî rûniştiye, wê wan bi rê bike û piştre me qebûl bike. Di vê navberê de em li gel sekreterê Serokwezîr, li odeyeke mezin rûniştine diaxivin. Ez derdora xwe jî di ber çavan re derbas dikim. Dekorasyoneke bi zewq e. Li ser mêsa li pêş me, desteguleke pir bedew hatiye danîn, li deverên din jî bi heman şêweyî gulên xwezayî hatine bikaranîn. Dema Kek Îcra Barzanî dibîne ku ez bi gulan re mijûlim dibêje, “Cenabê Serokwezîr pir ji gulan hez dike, em li hemû ofîsan destegulên xwezayî bikar tînin”.
Her ku dema civanê me nêzîk dibe, kelecana me jî pê re bilind dibe. Pir tiştên ku em dixwazin bibêjin hene, lê dem hatiye diyarkirin, kesên ku wê piştî me jî hevdîtinê bikin hene. Divê em nehêlin ku bernameya Serokwezîr li nava hev ke ve, jixwe wê derfetê jî nadin mirov.
Em hîna wisa mijûl in, me dît derî vebû û Birêz Nêçîrvan Barzanî kete hundir, “Hûn bi xêr hatine, ser çavan” got, me silav da hev û yekser me dest pê kir. Dilbixwîn got, “Birêz Serokwezîr, beriya em werin vir, min û Hêvîdar li hev kiriye ku ew biaxive, ji ber ku Hêvîdar dibêje ku ew ji min zûtir diaxive û islûbê axaftina xwe ji ya min baştir dibîne”. Serokwezîr keniya û hinekî jî bi pesin behsa islûbê min yê pêşkêşkirinê û kurmanciya min kir. Diyar kir ku gelek caran temaşeya bernameyên min kiriye û pir ecibandiye. Bi rastî ez kêfxweş bûm.
Mafê axaftinê kete destê min. Min jî bi guhertinên ku li Kurdistanê çêbûne dest pê kir û dawî min anî ser rewşa kurdên li derveyî welat ku li gora nerîna min pir hatine paşguhkirin.
Di wê navberê de qehwe hate pêşkêşkirin. Lê ez nizanim me çawa vexwar. Dilbixwîn jî bêhtir behsa rewşa rojnamegeriyê û aloziyên wê kir. Piştre me guhdariya Serokwezîr kir. Ew bi ferehî li ser kurdên dîasporayê û girîngiya wan axivî, behsa rewşa medyayê kir û dawî axaftin hat ser kurdên beşên din yên Kurdistanê. Di wê derbarê de jî me tiştên pir balkêş bihîstin ku ez nikarim li vir bibêjim, lê ez kêfxweş bûm ku em êdî xwediyê siyasetmedarên jêhatî ne.  
Dema hevdîtina me hate dirêjkirin. Min dixwest ez hinek pirsên taybetî bikim, lê min dît ku qet ne dema wan pirsa ye. Dibe ku rojekê di hevpeyvîneke taybetî de bikim û hûn jî bixwînin yan jî temaşe bikin.



Lê, dawiyê divê ez bibêjim ku Serokwezîriya siyasetmedarekî weke Nêçîrvan Barzanî gênc, karîzmatîk, modern û bixwebawer ji bo Kurdistanê derfeteke zêrîn bû û encamên wê jî pir baş têne dîtin.
Têbinî: Di dema belavkirina vê rêzenivîsê de, min gelek e-mail ji xwendevanan wergirtin. Piraniya wan yên destxweşiyê bûn. Ez spasiya tevan dikim. Hinek ji wan jî weke kasêta xerabe diçin û tên heman gotinan dicûn, “We çend îhale li Hewlêrê wergirtine? Ji bo vê pesindanê te çiqas pere wergirtine û her wiha”. Ez dixwazim li vir bersiveke giştî bidim:
1.     Em ne ji bo wergirtina îhaleyan, lê ji bo wergirtina hilma azadiyê diçin wî beşê welatê xwe.
2.     Hemû îhaleyên li Hewlêrê bidin me jî wê di destê me de bimînin, ji ber ku em ne bazirgan in, lê rojnamevan in û bi sala ye ku em debara xwe bi vî karî dikin ango ev karê me yê serekî ye.
3.     Beriya vê nivîsê û vê seredanê nerînên min li ser başûr çi bin, niha jî wiha ne. Heta ku êrîşên derdorê li ser wî beşê welatê me hebin, heta ku bingeha dewleta kurdî bihêztir nebe, ezê ji rexneyan zêdetir pesnan bidim, ez vê jî li vir bi awayekî vekirî radigihînim.  Bimînin di xweşiyê de.   
Jêder: avestakurd







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1858