KOMÊN AÞITÎYÊ
Dîrok: ÇáÃËäíä 19 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Demhat Dêrikî

Li hemberî hemû gavên neyînî û þêwaza þerxwazî ya dewleta Tirk ku (derûnî, siyasî, civakî, leþkerî...) ji hemû aliyan ve li dijî miletê kurd û tevgera azadîxwazî dimeþand, Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê di aþityê de bi biryare. Tevgera kurdî li bakurê kurdistanê di bin rêbertiya PKKê de ji deh sala pirtir destê biratî û hogiriyê dirêjî dewleta Tirk dike û dixwazê pirsgirêka kurdî bi riya aþitiyê bêçareserkirin. Pêngava ji aliyê vê tevgerê ve hatî avêtin ku komên aþitiyê þandin Tirkiyê, parçek giringe ji vê qonaxê.


 Li sala 1999an de jî PKKê pêngaveke bi vî rengî avêt û dewleta Tirk hemû endamên vê komê zîndankirin, lê, divê wateya xwe ya siyasî û dîrokî neyê jibîr kirin. Anko ev bû cara duyê ku ev kom tên avakirin û bi dirûþmeyên aþitiyê berê xwe didin Tirkiyê.
Lê, armanca vê pêngavê çi ye û çi dide diyarkirin? Di bersiva van her du pirsan de, di serî dixwazim bibêjim; nimûneyên wisa di tevgerên azadîxwazên cîhanê de kêmin yan nînin. Li ser banga serokê PKKê Ocalan, koma aþitiyê ya duyem di dîroka xwe de kete rê. Di demke ku AKP û artêþa Tirk jibo çareserkirina pirsgirêka kurdî li gorî berjewendiyên dewleta Tirk dimeþandin û soz û pakêtên derwe û vale amade dikirin, ev kom kete rê. Di demeke wisa de pêngava komên aþitiyê, siyaseta dewletê ya durû pûçkir û rojeva Tirkiyê, Kurdan û ya cîhanê qulipand aliyê xwe û însiyatîf û nîqaþa çareserkirina pirsgirêka kurd kire destê xwe. Ev gav, hêviya biratî, aþitî û bi hev re jiyanê ya ku dewleta Tirk bi derwan vemirandbû, pêxist û di dilê miletê kurd de gurkir. Lewma, îro (200.9.20) bi sed hezaran kurd li ser sînor di pêþwazîkirina komên aþitiyê de amadene. Ev gav samîmiyata PKKê di aþitiyê de dide diyarkirin. Ev gav, fersendeke dîrokî û afirandineke ji derfetên giranbuhare re jibo çareserkirina pirsgirêka kurdî.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1850