tira mîr
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 13 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Dîrok



Dilovan çeto
  
Rojekê mîr li dîwana xwe rûniştîbû û li dora wî wezîr û çend kes ji bazirganê bajêr.wext bûye derengî şevê û ji nişkave ba ji ber mîr çû(mîr tirek kir)!!!dengê tirê çû her kesî .mîr serê xwe rakir û li civatê meyzand ,dît teva serê xwe berdane berxwe,mîr dinava xwede got xuyaye dengê tirê çûye her kesî,bi tilîkê xwe miwê riha xwe xwerandin,rabû ser xwe û bi dengekî bilind bakire wezîr û got:


Wezîrê min ezê şertekî deynim berte û muhlet (sê roj) .eger te di van hersê rojande şertê min hilanî başe,lê eger te ne hilanî ez bi aniya mîrkim ezê serê te jêkim!!
Mîr berê xwe da civatê û got:roja dawî ji muhleta şert dive win tev li dîwana min amadebin.wezîr go mîrêmin kerembike şertê xwe bêje .
Mîr çend gava meşî û got:tê jiminre gewdê insan bikî sê parçe!!??
Civat ferikî herkesî berêxwe da malaxwe,wezîrjî bi dilekî şikestî berêxwe da mal,derbasî oda xwebû dest bi mitala kir,wê şevê ne raza ,roj hilat û dinya vebû lê wezîr ji oda xwe derneket,keçawî derbasî odawî bû û got:bavo te xêre ti mitala dikê û ji dihode ti ji oda xwe derneketiye?.
Wezîr go keça min mîr ev şert daye ber min û muhlet sê rojin û ez dikim û nakim bersiva wî licem min nîne.keçikê got bavo rabe jixwere derkeve bi dinyayê keve lê divê odêde tu tiştekî bi ser naxê û ji berêve gotine rovîkî gerayî çêtire ji şêrekî girêdayî.!!
Şîreta keçawî bi aqilê wî ket ,rabû cilê xwe lixwe kirin û ji bajêr derket û da ser riyekê û meşi.qederekî baş meşî ,giha yekî cotarî jinav erdê xwe dihat silav lê kir û da kêleka wî û bihevre meşîn,wezîr got apo tê here wî gundê hana,cotyar go belê ,wezîr go apo berê minjî li wire lê xuyaye rê dûre,dewere ezê kêlîkekê te hilgirim û ti kêlîkekê min hilgire tae m bigihin gund!!.
Cotyar matmayî ma û got:qey tu dînî!?
Wezîr:çima apo?
Cotyar:ti xortî û hêzate liteye tê karibê min hilgirê,lê ez rebenê xwedê kal bûme û hêza min nemaye ez çawa te hilgirim?
Wezîr deynekir û qederekî meşîn gihane erdekî genimê wê bûyîbû firîk,wezîr pirsî:apo xwezî min zanîba xwedyê vî genimî jê xwariye yan na!?
Cotyar got:bi gomanê min tu dînî.
Wezîr:çima apo?
Cotyar:ma tu nabînî genim firîke , jêre divê ta hişk bibê û xwedyê wê werê paleyi yê bikê û bibê bênderê û bi hêrê û bi dêrê paşê karibê bixwê.
Riya xwe berdewam kirin ta gihane bênderê gund,dîtin vaye mirovek liser darbestê ye û liser milê gundiya ye û berê wan liser tirbaye jibo wî bicih bikin (veşêrin).
Wezîr go apo ev kiye liser darbestê?
Cotyar jêre got ev yekî gundiye.
Wezîr :xwezî mi zanîba ev kes saxe yanjî miriye?!.
Cotyar:mi zanîbû tu mirovekî dînî,ma tu korî qey tu nabînî rebeno dinav kefende pêçayî ye û liser darbestêye û berê wî li nav tirbaye û hîn tu dibêjî saxe yanjî miriye.
Wezîr go apo otêl livî gundî hene yan na?
Cotyar:malnexirabo ma gund û otêl,qey tu li bajêrî.
Wezîr :lê mêvanê werê vî gundî wê bikûve herê?
Cotyar :wê herê camiyê.
Wezîr berê xwe da camiyê û Cotyar çû mala xwe.
Yê Cotyar giha mal keçawî hate pêşyawî û bixêrhatin dayê ,lê bavê wê bi dengekî nexweş lê vegerand.
Keç :xêre bavo çi bela teye?
Bav :keçamin birêde xortek gihamin û hate gundê me.tiştê pêre qiwimî bi wezîr re ji keça xwere got.
Keça Cotyar zana û aqil mend bû,dinava xwede got ev xort kesekî jîre û ne mirovekî normale.
Keç :bavo ew xort bi keve çû?
Bav :çû camiyê.
Keç :ezê hank xwarinê amadebikim û jêre bibê.
Bav :keçamin dive breed mirovekî dine.
Keç :bavo berê sedeqa serê miriya bê û jibîr neke ew xerîbe kesekî nasnakê.
Bavê wê serê xwe hejand,keçikê rabû heft nan û diwazde hêkê kelandî û zerikek mastê ne şikandî di nav bexçikekê de pêçan û da bavê xwe û got bavo vê bexçikê jêre bibe.
Bavê keçikê rahişte bexçika xwarinê û berê xwe da camiyê,birêde Cotyar bexçika xwarinê vekir û go ev xwarin têra sê çar zilama heye û ez gelekî birçîme,rabû nanek û hêkek û çend parî mast xwarin,dîse bexçik girêda û riya xwe berdewam kir.giha camiyê,bang li wezîr kir û got :ka were ez îro mame biteve,keça min hinek xwarin jitere şiyandiye.
Wezîr bexçika xwarinê vekir û lê meyzand,şeş nan û yazde hêk û zerikek mast çend parî jê hatine xwarin,wezîr dinava xwede got keça Cotyar nameyek rêkiriye bivê xwarinêre,berê xwe da Cotyar û got :
Apo çima sala we yazde heyvin!!?.
Cotyar bi germî got sala me çawa yazde heyvin ,sala mejî diwazde heyvin û dest pêkir jimart (çile,sibat,avdar,nîsan,gulan,hezîran,tîrmeh,tebax,êlûn,çirya pêşî,çirya paşî,ber cilê).ev nebû diwazde heyv.
Wezîr :naxwe çima heftiya we şeş rojin?!
Cotyar :lawo ma qey tu dînî çawa şeş rojin û dîse dest pêkir jimart (şemî,yek şem,du şem,sê şem,çar şem,pênc şem,în) ev nebû heft roj.
Wezîr :naxwe çima heyva we qetek jê hatiye xwarin!!??.
Livir aqil di serê Cotyar de nema,hema bidestê wezîr girt û kişande derveyî camiyê û got : erê tu dînî ma qey tu korîjî,jixwere binêre heyv li çardehaye,ne qetek jê hatiye xwarin û ne tiştek.
Wezîr go ez xwarina te naxum.
Cotyar rahişte bexçika xwarinê û got :korîma te kirî mi gote keça xwe lawo mêrik dine ewê bawer nekir,Cotyar vegera mal ,bankire keça xwe û got lawo ma min jitere negot ew dîne.
Keç :çima bavo çi qewimî,te çima xwarinê vegerand?.
Bav :keçamin dibêjê min sala we yazde heyvin û heftiya we şeş rojin û heyva we qetek jê hatiye xwarinê û dawî dibê ez xwarina we naxum.
Keç :bavo qey te hank jiwê xwarinê xwar?
Bav : erê lawo ez birçî bûm û xwarinjî gelek bû,hema min nanek û hêkek û çend parî mast xwarin.
Keç : bavo ji kerema xwere tê herê wî xortî werênê mala me!
Bavê keçikê bi dengekî hişk got bi zora sed bela em jê xelas bûn ti dibê here wî bêne mala me.ew mirovekî dîne.
Keçikê lave lav ji bavê xwe kir û got ew ne mirovekî normale,xuyaye kesekî aqil mende.
Cotyar go ezê herim wî werênim kabê dawiya wê çi di qewimê.berê xwe da camiyê,derî vekir û banker:were heyran tu îro bûyî pizika ser zimanê me,keça min te dixwazê.
Wezîr pêre hate mala Wasilla da kesî male û rûnişt,keçikê bixêr hatin dayê û got:tu çi kesî û derdê te çiye? Tu ne mirovekî normalî!!.
Wezîr : keça camera ez wezîrê mîrim.
Keçik : lê te xêre ti livî gundî çidikî,çiye derdê te?
Wezîr : birastî mîr şertek daye bermin û muhlet  sê roj dane min,divan hersê rojande eger min şertê wî ne hilanî wê serê min jêkê,û ez dikim û nakim ez bersiva şertê wî nizanim,û jibonî wilo ez di vandera de derketime.
Keçikê got eger ez bersiva şert jitere bêjim tê min bikî xanim jixwere!!!
Wezîr matmayî ma û got : ez soz didim eger tu min jive tengasiyê derbaskî ezê te bikim xanim jixwere.
Keçikê got berî ez bersivê bidim ezê pirsekê jite bikim,berî mîr vî şertî bidê berte….mîr tirek nekir!!??
Wezîr û Cotyar matmayî man lê wezîr bidilgeşî bersiva da û got :belê belê.
Keçikê serê xwe hejand ûgot :mîr gelekî aqil mende jiber bersiva şertê wî wê bibê sedema tira wî! Raste insan sê parçeye.
Parçê yekemîn ewe : dest û ziman,gava mirov di axivê destê xwejî pêre dibe û tîne.
Parçê didwa jî : dil û ling, dema dil bixwazê herê deverekê ling dimeşin û diçine wî cihî.
Parçê sisya jî : çav û qûne,dema çavê mirov tê girtin û diçine ser hev qûna wî vedibê.jiber wilo mîr ev şert avête ber te jiber wê bibê sedema tira wî.
Wezîr xatir jiwan xwest û bikêf berê xwe da ser riya mal.lê Cotyar maye dilihayî û ji keça xwe pirsî: te çawa zanîbû ev xort ne mirovekî normale?
Keçikê got bavo dewere ez jitere bêjim bê meqseda wezîr çibû dema ew giftûgo dinavbera wede çêbûn.
Dema win birêve hatin gund ewî dît rê dirêje jitere got ezê kêlîkekê te hilgirim û ti kêlîkekê min hilgire,mebesta wî ewbû tê çîrokekê jêre bêjî û ewjî yekê bêjî ta win gihiştiba gund.
Û dema wî pirsî ka xwedyê genim jê xwariye yan na,gelo xwedyê genim pere ser vî genimî anîne yan na.
Û gava pirsî ma evê liser darbestê saxe yan miriye,gelo zarokê wî hene yan na,eger zarok hebin û qenc bin manaxwe ev kes weke ne miriye,lê eger bê dûndebê raste miriye.
Û gava win gihiştin gund gote te ma otêl li gund hene yan na,jitere digot ez mêvanim gereke tu min bibî mala xwe .
Bav : keçamin min ev naskir lê tiştê li camiyê çêbû ?
Keçikê go bavo ewjî min dixwest ez naskim ka ev kes zaneye yan na , xwedê çêkir te ew tiştê xwarî bû sedema zanebûna min jêre.
Bav : çawa?
Keç : bavê minî hêja te nanek xwar mane yazde û te hêkekjî xwar mane şeş û te çend parî liwî mastê ne şikandî xistine lewma jitere got sala we yazde heyvin û heftiya we şeş rojin û heyva we parçek jê hatiye xwarin.
Hingî ez gihame baweriyekê ev kes aqilmende.
Wezîr êvarî çû dîwana mîr û kesî wê rojê li dîwana mîrbûn ewjî amadebûn.mîr bang li wezîr kir û got : te şertê min hilanî yan na ?
Wezîr serê xwe rakir û got : belê mîrê min .
Mîr : de kerembike bêje insan çend parçeye?
Wezîr : mîrê min insan sê parçeye.
Parçê yekem : dest û zimane,gava ziman di peyivê destjî pêre dice û tê, parçe didwa dil û linge, dema dil bixwazê herê deverekê ling dimeşin û diçine wî cihî, û parçê sisya : çav û qûne , dema çav diçine ser hev qûna mirov vedibe.
Mîr rabû serxwe û got : wê şevê cave min çûne ser hev û bak jiber min çû ma qey dinya xerabû!!!!!!.
Wezîr ji serjêkirinê xelas bû , berê xwe da gundê keçikê û ew jixwere xwest.
Çîroka me bigihê hezara , rehmet lidê û bavê hazir û guhdara.
 
 






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1839