Helbestên daran (1)
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 06 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe




Husên M. Hebeþ

Gef
Darekê xwest bejna xwe
Bi hesinan bixemilîne
Damaran gef dayê
Û gotin:
Em ê xwerin û vexwerinê
Ji ser te bibirrin.


Dostanî!
Darekê bi bivirekî re
Dostanî deyna!

Hemû darên din
Biguman li wê nirîn
Û xwe jê bi dûr xistin.

Xewna darê
Darekê di xewna xwe de dît
Ko ew difire
Bi sibehê re hemû çivîkan
Serdana wê kirin
Bask û perr pêxistin
Û bi xwe re firandin!

Bonn 2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1829