Bazê ku li biyanitiyê koçbarkir Mihemedê Mele Ehmed (Tûj)
Dîrok: ÇáÃËäíä 05 ÃßÊæÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



  Siyamend Brahîm*

Xwe danînim bo sitem û zorê
Divê ez serbilind herim gorê
Gava bi rûmet çûme goristan
Hêjaye bibim lawê Kurdistan
(Osman Sebrî)

Di salên heştiyan de Min li Şamê û bi taybetî li mala apo Osman Sebrî welatparêz û têkoşerê kurd perwer bû naskir, Di wê hingê de min temaşekir ku apo Osman bi germî bi vî camêrî re didê û destine, dan û standineke ne wekî xelkên din ewên tên seredana Osman Sebrî, Min di biryara dil xwe de gote,: Teqez ev mirovê han ne wekî kesên dinin yên ku Apo bi vî rengê han lêdinere.


Tevî ku tiştekî nexweşe li cem me kurdan yekî li xelkê bipirse, û min ji xwe re gote: Bi xwedê ez vê kula han ji dilê xwe nahêlim. Û ez pirsa vî camêrê por sipî bikim,
qonaxeke balkêş e. Li Sûryê  bi xurtî û dilekî germîn  Mihemed Mele Ehmed kete rêza xebata partiyê, ji dil û can, bê tirs û perwa karê xwe yê rêzanî nav hevalan û li herêmên kurdan dikir, lewra cihê xwe nav tevgerê û n gelê xwe bi xurtî dît ji bo mafên xwe yên bingehîn di her mercên zehmet de li ber xwe daneke mezin kir.
Teqez ewana bi arûziyeke (şewq) germ li seranserî welêt tîrêjn hişyariyê belavkirin û bi rengekî berz berxwedana xwe kirin, Hêjaye gotinê gel xwe li dora wan dabûhev, her rengê alîkariyê ji wan re pêşkêş dikirin, ta rêzdariyeke mezin li Kurdistana Îraqê çêbû, belê di nav vê partiyê de zana û xebatkarên kurdan   rêxistina partiyê geşkirin, Divê kes jibîra neke ku helewestên wan yên rêzanî bandora xwe li kurdan kirin nemaze li başûrê Kurdistan.  Erê ji nêv vê rêxistina han kesayetiya welatperwer Mihemedê Tûj rabû  û bi hemû hêz û jiyana xwe ve ji bo û çaresekirina  doza gelê xwe xebateke mezin kir, ne bes wisan jî lê ew gelek caran kete binê zindanê Qamişlo, û Şamê, ji nêzîk ve helesa bend û zindanên naskir, lê dilê wî pola bû, ew timî bi vîneke xurtir derdiket, belê ew li kolanên Qamişlo bi serfirazî diçû û dihate, hêzên dewletê didîtin, digotin eve xwediyê zindanê.
Û li gor her dû pirtûkên wî yên ku min ya dudyan çapkir ew yek bû ji welatparêz û kadirên pêşî bû, ango piştî Nûridîn Zaza, Osman Sebrî, Hemîd Derwîş yek bû ji wan bazên ku xebata wan cihê serbilindahiyêbû,
Ji wan axaftinên balkêş ew bû ku  Mamoste Mihemedê Tûj ji Apo Osman Sebrî re digote:
Apo tê bîra te me tucaran xwe ji riya xebata xwe neda alî, em timî wekî pola li pêşî bûn, tu caran çalakiyên me ranewestiya, dûşa me xwar ne bû, em li her çalakiyên dijwar li pêşî bûn, em wekî perika tivingê baz didan, em ji her tiştî re amedebûn.
Sal û dem û dewran derbasbûn, ez ji bo pirtûka xwe ya li ser elfebeya kurdî û paşê kovara ASO dihatim Cezîrê, car carna me hevdû didît, û
wisan pêwendî û têkeliyên min û Mamoste Mihmed û xanima wî ya rêzdar Keça kurd  xurtirbûbû û me berhemên wê di kovara ASO de belavdikir, û hêjaye gotinê ku di jînengariya vî niştimanperwerê han de du xalin giring hene ewî tucarî jê derneket:
A pêşî: ewî tucaran digel perîşaniya ku dîtî, rewşa kambax a ku dît, lê dev ji rêza xwe welatperwerî berneda.
Adudyan: hezkirina wî ji rewşenbîriyê û bi taybetî ji zimanê kurdî yê resen û ji destpêka xebata xwe ve mijûlî vî zimanê han bûbû, pirtûkên xwe wekî ya li ser Apo Osman Sebrî û hinin dini niviîsandibû.
Di dawiyê de silav û dirûd li rêka te û rêka her niştimanperwerekî kurd di vê riya serfiraziyê de koçbar dike, û çirîsak ronahiyê ji gel re ronî dike.

siyamendbrahim@gmail.com

  Qamişlo 4  10   2009








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1824