«Ewroname» di TRT-6ê de dest bi weþanê dike
Dîrok: ÇáÃËäíä 28 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



STENBOL (nefel.com/amude.com) - «Ewroname» programeke kulturî û civakî ye û behsa reng û dengên du milyon Kurdên ku li Ewropayê dijîn, dike. «Ewroname» dê bibe navgîneke agahiyê di nêvbera Kurdên li welatî û yên li Ewropayê de. Programa «Ewroname»yê dê ji sibe û pê ve her sêþem li gor dema welatî seet 22.15ê û li gor dema Ewropayê seet 21.15ê di kanala Tirkiyê ya bi zimanê kurdî TRT-6ê bêt weþandin.


«Ewroname» programeke belgeyî ye û digel mêvanên xwe li mala wan, li cihê karê wan û li welatê ku ew lê dijîn, qeydên xwe dike û lêdixebite ku bi wêne, reng û dengên profesyonel û mêvanên balkêþ temaþevanan bi ekranên televizyonê ve girêbide.

Her programeke Ewronameyê 45 deqîqe ye û di destpêka her programekê de bi qasî du deqîqeyan behsa xweseriyeka wî welatê ku program lê têt çêkirin, têt kirin. Paþê jî bi qasî 6-7 deqîqeyan portreyê mêvanê programê bi awayekî vîsuel û dewlemend têt amadekirin û paþê jî hevpeyvîneke dirêj li ser mijareke xweser bi mêvanê programê re têt kirin.

Produsentê sereke yê «Ewroname»yê rojnamevan û zimanzanê kurd Arif Zêrevan e. Sîrwan Hecî Berko ku li Elmanyayê dijît, pêþkêþkariya programê dike û li piþt kamerayê jî Hogir Hirorî radiweste. Mikaela Hammarstromê muzîka jenerîkê û programê taybet ji bo «Ewroname»yê nivîsiye û kalîteya dengî jî bi hêviya Robert Lofgrenî ve ye.

«Ewroname» bi tîmeke mobîl û profesyonal têt amadekirin û mêvanê pêþiyê yê programê nêçîrvanê kurd Elî Coþar e. Elî Coþarî li Swêdê mekteba nêçîrvaniyê xwendiye û tecribeyeke wî ya berfireh li ser nêçîrê heye. Ew di vê programê de behsa metod û qanûnên nêçîrê yên li Swêdê û li Tirkiyê û Kurdistanê dike.

Ji bo temaþekirina programa «Ewroname»yê di internetê de her roja sêþemê seet 22.15 yanî li gor dema Ewropayê 21.15-ê li ser vêderê bitikîne:
www.trt.net.tr/Canli/anasayfa.aspx?kanal=tv6&slv=0.

Jêder: amude.com






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1816