Kore Evîn
Dîrok: ÇáÃÍÏ 27 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



 
Bêwar Girpirî

Ji min pirsîn Evîn çiye?!
Evîn çawaye?!
Çi renge ji çiye?! Ji çiye?!
Li min nerîn û li benda
Bersivê sekinîn
Bê dengî bi ser me de girt


Lê! Li benda bersivê matmay ma
Û mijûl bû,gelo Evîn çiye?!
Nerîn ,li hev di terpilîn
Ji bo bersivê, ji xwe di pirsîn
Evîn ,Evîn,Evî,Ev,E,E....
Raman di çûn û di hatin
Yên dûr li benda yên nêzîk di sekinîn
Û yên nêzîk xwe jibîr di kirin
Di qada civatê de
Lev com bûn û rûniþtin
Her wiha Dem di sekinî
Bêdengiya ker di wistiya
Jiyan di bû Goristan...
Min li dora xwe di nerî
Çavên beloq ,laþên bê liv
Civat sar û sar di kirin
Ji vê yekê ez jî mame bê deng
Ji niþkêve Dem  þiyar bû
Û civat germ bû û put û lat liviyan
Bi hewara yekî ji wan
Ku dîse ji min di pirsî;
Ew pirsa berê
Li dûv ,hemiya bi yek dengî,
Bakirin :Evîn çiye ?!Evîn çiye?!
Min li wan nerî û ez kenîm
Eger win zanibin Evîn çiye
Li Evîna min binerin
Li min binerin...
 

 Þam,7-11-2008      








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1815