Gelo Dewleta Tirk di destpêkê de ji bo çareserkirina “pirsa kurd divê çi bike?
Dîrok: ÇáËáÇËÇÁ 22 ÓÈÊãÈÑ 2009
Mijar: Nûçe



Îbrahîm GUÇLU
ibrahimguclu21@gmail.com

 * Dewleta Tirk,  di destpêkê de bi alîkariya neteweya kurd hat ava kirin. Beriya ku dewleta tirk ava bibe, M. Kemal û hevalên wî bi berpirsiyarên Kurdan re li Erzorumê û li Sîwasê civîn pêk anîn, piştgiriya wan qezenç kirin. Di wan kongreyan de de facto ozerkbûn û otonomiya Kurdistanê hat pejirandin. Piştî ku Komara Tirkiyeyê ava bû, xwe li hundur û li derve xurt kir, ji ozerkbûna Kurdistanê dev berda.  Hebûna neteweya kurd hat înkar kirin. Ji bona ku netewa tirk ava bibe, asîmîlekirin û tirkkirina kurdan hat pejirandin.  Kurdan jî li hemberî vê siyasetê dewletê, serîhildan û ji bona azadî û serxwebûna xwe têkoşîn.


Dewleta tirk, neteweya kurd di jenosîd û qetlîamê re derbas kir, serokên neteweya kurd kuştin û îdam kirin. Gund û bajarên Kurdistanê şewitandin. Gelê kurd, encama Qanûna Îskanê û Takrîr-î Sûkunê koçber kir. Xwestin ku Kurdistanê vala bikin.
Di encamê de dewleta neteweya tirk ya unîter û otorîter/faşîzan ava bû.  Vê dewletê bes netewek netewa tirk, îdeolojiyek kemalîzm, olek îslamiyet, mezhebek sunibûn, sinifek/çînek bûrokrasiya sivîl û leşker ji bona xwe pejirand. Ji bona vê yekê dewleta tirk, ji bona kurdan dewleteke meşru/rewa nîne.
Dive di destpêkê de dewleta tirk bipejirîne ku dewleteke meşrû/rewa nîne. Amade ye ku xwe biguherîne. Dewleteke nû ya hemû neteweyan û grubên etnikî, civatên din ava bibe, nabe asteng.
Ji bona vê yekê jî, divê mesuliyeta jenosîd û qetlîamên neteweya kurd bipejirîne. Ji Kurdan baxişandin xwestin têrê nake, divê berpirsiyariya hiquqî jî bipejirîne.
* Dewleta tirk divê Peymanên îmzakirî re hirmetkar be. Di wan peymanan de mafê çarenivîsiya neteweyan re rêz girtiye û ev pîvana pejirandiye. Divê diyar bike ku gorî van peymanan ji mafê çarenivîsiya neteweya kurd re jî hirmetkar e û pêwistiyên vê pîvanê amade ye, ku pêk bîne.
* Divê dewleta tirk, ji aliyê maf û statuyê de wekheviya neteweya kurd û tirk qebûl bike.
* Dewleta tirk, amade be ku kurd jî dikarin qasî neteweya tirk xwediyê mafên neteweyî û desthilatdarî bin.
* Peymana Lozanê û Kemalîzm felsefeya damezirandin û bingeha dewleta tirk e. Divê dewleta tirk amade be, ku Peymana Lozanê ji holê rake û ji Kemalîzmê dev berde.  Destureke nû ya ku nasnameya, kurdan wek milet nas dike bipejirîne
* Dewleta tirk, qebûl bike ku dê jinûve ava bibe. Dewleta nû dê nebe dewleta tirk. Dê bibe dewleta Kurdan û Tirkan û grubên din yên etnikî. Ew dewleta jî, dewleteke neteweyî û unîter nîne. Dewleteke di ser neteweyan, îdeolojiyan, olan, mezheban, çînan re ye. Ew dewleta dê bibe dewleta federal û konfederal. Lewra Dewleta tirk, ji bo sed hezar tirkên li Qibrisê dewleta serbixwe, qet nebe dewleteke federal û konfederal diparêze. Ji bona tirkên li Kosovayê ku hejmara wan 25.000 e, desthilatdariya giştî û herêmî daxwaz dike.  
 
* Divê dewleta tirk bê qeyit-şert qebûl bike ku dê zimanê kurdî wek zimanê perwerdehıyê bipejirîne. Kurdên partiyên xwe yên siyasî bi nasnameya netewe û welatê xwe bi azadî ava bike.
* Divê dewleta tirk bê sînor qebûl bike ku kurd bikaribin nerîn û projeyên xwe pêşkêşi reya giştî bikin.
* Dewleta tirk, di minaqeşeya neteweya kurd de û di avakirina dewleta nû de divê kurdan teref qebûl bike.
Divê Kurd çi bikin?
* Kurd, xwediyê projeyeke neteweyî ya hevmişterek nînin. Beşek kurd “Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê”, beşek kurd federasyonê, beşek kurd jî dewleteke serbixwe diparêze. Ji bona neteweyekî bindest û kolonî xeteriya herî mezin ew e.  Ji bona vê yekê, divê kurd di destpêkê de ev pirsa bingehî çareser bikin.
Kurd ji bona ku vê pirsê çaraser bikin, divê model û pîvanên navneteweyî, pîvanên ji bona serxwebûn û azadiya hemû neteweyan derbas dibe, mafê çarenivîsiyê qebûl bikin.  Ew jî, ji bo neteweya kurd kêmtirin federasyonê tîne rojevê. Ji bona federasyonê îradeya neteweya tirk û dewleta tirk jî girîng e. Divê neteweya tirk bixwaze ku di nav sîstem û pergel û dewleteke nû ya federal de dê  bi kurdan re bijîn. Heger neteweya tirk qebûl neke, ku dê bi kurdan re bijî, dewletbûn mafê kurdan e.
Yanî divê kurd di nexşeriya xwe de hevbeşiyekê ava bikin.
* Ji bona vê yekê rola PKK/DTPê gelek girîng e. Hezar mixabin, PKKê/DTPê li hemberî dewletê mafê çarenivîsiya neteweya kurd gorî pîvanên navneteweyî û giştî naparêzê.  Ji dewleta unîter re xwedî derdikevin. Ji bona kurdan desthilatdarî û statuyeke serbixwe daxwaz nakin. Divê kurd di vê pirsê serrastiyeke pêk bînin.
Di vê pirsê de tesîr û bandora dewletê ya negatîf heye.  Divê PKKê/DTPê ji vê bandorê xelas bibe û nexşeriya Kurdistanî bipejirîne.
* Piştî ku ev pirsan çareser bûn, divê kurd di nav xwe de îradeyeke hevbeş ya berpirsiyar, ku di çareserkirina pirsê de, di çêkirina destureke nû de, di avakirina kêmtirin dewleta federal de bibe teref, ava bikin.
Ji bona vê kurd hevûdu rewa/meşru qebûl nakin. Divê ev pirsa çaraser bibe.
Bi kurtî, divê kurd helwesta hemû neteweyên din nîşan bide. Filîstinî çi dikin, divê em wê bikin. Em neçin dûrê. Kurdên Başurê Kurdistanê çi pêk anîne û çi kirine, divê em wê bikin.
Amed, 19. 09. 2009


Kurd, xwediyê projeyeke neteweyî ya hevmişterek nînin. Beşek kurd “Komara Demokratîk ya Tirkiyeyê”, beşek kurd federasyonê, beşek kurd jî dewleteke serbixwe diparêze. Ji bona neteweyekî bindest û kolonî xeteriya herî mezin ew e.  Ji bona vê yekê, divê kurd di destpêkê de ev pirsa bingehî çareser bikin.Kurd ji bona ku vê pirsê çaraser bikin, divê model û pîvanên navneteweyî, pîvanên ji bona serxwebûn û azadiya hemû neteweyan derbas dibe, mafê çarenivîsiyê qebûl bikin.  Ew jî, ji bo neteweya kurd kêmtirin federasyonê tîne rojevê. Ji bona federasyonê îradeya neteweya tirk û dewleta tirk jî girîng e. Divê neteweya tirk bixwaze ku di nav sîstem û pergel û dewleteke nû ya federal de dê  bi kurdan re bijîn. Heger neteweya tirk qebûl neke, ku dê bi kurdan re bijî, dewletbûn mafê kurdan e.Yanî divê kurd di nexşeriya xwe de hevbeşiyekê ava bikin.* Ji bona vê yekê rola PKK/DTPê gelek girîng e. Hezar mixabin, PKKê/DTPê li hemberî dewletê mafê çarenivîsiya neteweya kurd gorî pîvanên navneteweyî û giştî naparêzê.  Ji dewleta unîter re xwedî derdikevin. Ji bona kurdan desthilatdarî û statuyeke serbixwe daxwaz nakin. Divê kurd di vê pirsê serrastiyeke pêk bînin.Di vê pirsê de tesîr û bandora dewletê ya negatîf heye.  Divê PKKê/DTPê ji vê bandorê xelas bibe û nexşeriya Kurdistanî bipejirîne.* Piştî ku ev pirsan çareser bûn, divê kurd di nav xwe de îradeyeke hevbeş ya berpirsiyar, ku di çareserkirina pirsê de, di çêkirina destureke nû de, di avakirina kêmtirin dewleta federal de bibe teref, ava bikin. Ji bona vê kurd hevûdu rewa/meşru qebûl nakin. Divê ev pirsa çaraser bibe.Bi kurtî, divê kurd helwesta hemû neteweyên din nîşan bide. Filîstinî çi dikin, divê em wê bikin. Em neçin dûrê. Kurdên Başurê Kurdistanê çi pêk anîne û çi kirine, divê em wê bikin.






Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîşan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1807