Tevger û þûnde veger… û çandina tirsê
Dîrok: ÇáÌãÚÉ 28 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe



Keko
keko.57@hotmail.com

Em tev dizanin rewþa tevgra kurd îro li sûryê di çi qûnaxê re derbas dibe , û ta kîja radeyê têkilî sistin di navbera wande eger ewjî  hebin ,  û tu projeyên hêja liber çava ne diyarin ji bilî çirûskin melûl û bê hêvî . ango xebat kok ne ligor asta xweyî  normale , û wek tê xwestin , û evaya cihê þermezaryêye û cihê protistokirnêye .  
Lê guhrtina rasteqîn ew bû Raperîn yanjî þoreþa Avdarê 2004 an bû , raperîna gel bû hemû pîvanan , û tevger ajot ber Erebê da bê þopandin û bê sarastkirin , mixabin piþtre saloxa raperînê bû avakirna hevokan bo pesindana vî kesî û wî kesî vê partiyê û wê partiyê , û wey li wî li yê dî pirtir bike û li singa xwe xê tevlî go qelen xwîna dehên xortan bû û birîdara bi sedan û girtîkirna bi hezara bû ji xortên welat perwer.


Îca ev demeke hevokek nûjen tevgerê bi gelemperî  Afirandiye û liser gelek zimanan tê cûtin û bask pêvekirin bi zanbûn û bê zanbûn ewjî eve ku di raprînêde  (ÞAÞIYÊN PIR MEZIN HATIN KIRIN ) û evjî ( gunehkarîk bê lêbûrîne ) , û tevger ketiye hevdû û lêgerînek bê westan dikin da karibin vê ( gunehkariya mezin) çareseriyekê jêre peyda bikin û xwe bi heft ava jê biþon , û xwe ji ber pirsiyariyê reha bikin , û dixwazin xwîna wan goriyan  beramberî kiryarên hovane  berdin , û xwe ji bîrdibin kû rijandina dilopek xwîn tenê nayê beramberî tev wan têkçûnên kiryarî de, vêca çawa ku qelen can bi xwe bê ?! dema ku gerek ew can ew bê yê bê parastin û her tiþ bibê gorî , tevlî ku tevger dizanê ne ewin yênberpirsiyar jî .
Vêca Eger mirov  bi rengekî lêkolînerî û bê alî vê guhertina Partiya ya  neyênî  bi þopînê ,  rastî zû eþkere dibê , ewjî di bawerya minde eve : zingargirtin projên wan yên kevnar û bê hêvî ji alîkî ve , û  ne peydabûna projeyên hemdemî ligor xwestek û mercên tê xwestin ji bo berjwendiya gelê Kurd ji alîkî dinve , yan din jî bazdana partiya  ji bersivdanêre û ez bawerim ev bazdan barê wan sivik nake belê girantir dike û bêtir wê bên guvaþtin û bin pêkirin .

Dumahîk heye

   







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1779