Gerek biçûk li paytexta Ûrdinê.. Eliyê Seydoyê Goranî (2)
Dîrok: ÇáÃÑÈÚÇÁ 26 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe



 Siyamend Brahîm

Piþtî du rojan ku ez baþ li Emmanê  paytexta Urdinê geriyam, min berê xwe da nexweþxaniya Urdinê ku li wir Dr Eþref Eliyê Seydoyê Goranî pêþwaziya nexweþên xwe dike, li wir gava ewî bi pêþwaziyeke xweþ hate pêþiya min, û piþtî ku min ser saxiya we xwest, min jê xwest ku ez herim seredana goristana wan û piþtre ez herim mala wî, Camêr gelekî kêfxweþiya xwe anî û gote li ser çavan, û ji þofêrê xwe yê Filistînî (Mehmûd) re xwest ku sibehê here ciyê cîniþbûna min ê li Emmanê û malbata bavî wî pêþ min bike


li vir ez hez dikim ku bûyereke bêteþe bêjim, bûyera ku tu caran nayê hiþ û bîra kesî, belê Mamoste Selah Sedellah zavê Celdet Bedir Xan ew jî min ew li kilinka Bijîþkayiya Dr Eþref Seydo El Goranî re dît, me xêr hatin li hevdû da, û em bi hev re çûne seredan û dîtina vêlla Eliyê Seydoyê Goranî, Em li (texiya) Bijîþk Eþref siwarbûn û me berê xwe da taxa Um Uzeyna, li wir me birayê (Elî Seydo El endezyar Ihsan Goranî dît û ew hate pêþwaziya me, Ihsan ewî li Emerîka kolîca çandiniyê xwendibû, û ji xwe re jineke Emrîkî anîbû.
Li vir rengê vêlla wî ne wekî yên dinin, ango tu durvê payebûna raxistina tiþtên buha tunebû, çirayên kirîstalî kêmbûn, tu ew pilana beloq tunebû, teqez bendewariya Elî tev li ser rêzkirina pirtûkên xwe û dabeþkirina wan li gorî zimanên ewî xweþik bi rêk û pêk xweþik danîbû, û li hemû dîwaran pirtûkgehên biçûk cihê xwe girtine, ji mêvanên xwe re dibêje: Vame ezim, ez li vir, li biyanitiyê cardin jî li ber destên lêklonerekî kurd re bihna berzbûna çiyayê Kurdistanê difûrînim.
Li Villayê herî pirtûkên balkêþ ewên (kombenda Kawa) bû ew pirtûkên ku ji paytexta rewþenbîriyê Beyrûta delal dihat, û pirtûkên bi zimanên Ingilîzî, Ferensî, Elemanî û pirrên wan yê Erebî bûn.
Û li dîwarekî, ango li salona villayê Yekîtiya nivîsrên Kurdistanê û bi imza Nafie Eqrewî hatib imzekirin rêznameyeke bilind dabûnê,
Û di dawiyê de piþtî em baþ li vêlla mamoste Eliyê seydo geriyan Ihsan Seydo ez û mamoste Selah em birin mala xwe û me qehwakî tal vexwar, û hin serpêhitiyê xwe yên malbatî gote me.
Eve mamoste Eliyê Seydo El Goranî bû, li xakê biyanitiyê bihna kurdayetiyê ji hemû xelayên giyanê wî difûriya, Kurdistanê ji bîr û bala wî þevenga Kurdistanê ne diçû








Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1777