Þihîna binefþê ji dilekî dîn tê!
Dîrok: ÇáÃÍÏ 23 ÃÛÓØÓ 2009
Mijar: Nûçe




Ezîz Xemcivîn
xemcivin@live.com

Dengê te kaniyek e;
tîbûna min têr dike.
Çi xweþ e,
gijbûna hestên min aram bike.
Dengê te derbasî þaneyên hiþ dibe,
li bin sîbera þeva nazik
koçka razeyên min bilind dike.


***
Gava kanî hebe,
cobar jê diherikin.
Gava asîman bi ewran giran be,
baran dibare.
Gava dil bi hêz be, xwîn li damaran digere.
Û gava çav li himber çav be,
kulîlkên hezkirinê geþ dibin.
***
Pêjna heyvê,
min dike perperîk;
li valahiya jiyana te difirim.
Ez bi xwe çengê pêjna te me,
bi te, bi hêz dibim.
Min veke,
pertûkek im.
Min veke,
 gulek im.
Min veke
ew dilê di sînga te de lêdide ez im.
Min bibîne,
navê te li ser rewrewka afrandina min e.
Ji te hatime
û bi þaxên te ve dihilperikim.
Di nav wan mijgûlan de berxikekî piçûk im,
li buhareke geþbîn diçêrim.
Li ber kaniya çavên te me,
tî nabim;
mafir ko roniya te li ser dilê min e.
***
Li bal min
buhatirîn tiþt e.
Gava ew tilî bi min re diaxifin;
li ser zimanê wan, çapa ramûsanên xwe diþopînim.
Di nav tevna nerîna te de dîl dibim,
nema dizanim peyvên geþbîn ji kû bilivînim?
Te hevok kirine kulma buhara xwe de
û bi fireþteyên kenê xwe min didî nas kirin.
***
Her sibeh ko bihna te dikim;
pelgên matmayî divebin.
Sîngê!
min got deþtên te pîroz in;
dikarim sîwana aramiya xwe li ser vegirim.
Dema ber bi sînorên te ve hatim,
evîn di canê min de keliya.
Bi xaka te ve hatim girêdan
û li asîmanê te bûm penaber.
Li aso û li zemîna ramana min,
tîpên navê te weke keskesoran hatin meyandin.
***
Eger tu lavlavka baxçeyê min ba,
minê her sibeh, helbestek bi te re bipêça.
Guldankên dîwanan li hêviya tovê biþirandina te ne,
cihokeke hest li ber axa rehên te diherike.
Tu dibî dareke jîn,
dema destê te digirim;
sirûda can ji nû ve hênik dibe.
***
Zimanê bêdengiya te,
hêza te di hundirê min de gûrr dike.
Bi her zimanî dizanim,
her bêjeyê di dilê xwe de dibêjim.
Tu devoka heyvê yî,
tu zimanekî taybet î.
Dikarim pevekên bêdengiya te rave bikim,
dikarim hêminya te li piþta aramiya xwe bar bikim,
dikarim her du zimanên bêdeng li hev ewle bikim,
û hergav dikarim di wê bêdengiyê de avjenînê bikim.
***
Sobelana min
di derya çavan de
movikên jiyanê bi min dide nasîn.
***
Min dizanî bû,
ko li himber min Cibrîl dixwîne,
û min dizanî, nû li himber dibim Pêximber.
Min dizanî bû,
ew germa te rewanê min av dide.
Mignatîka te
hiþê min girtiye,
afrênerî berberojk e,
sibehê ta êvarê roka diyar
wek neynikekê min li dûv xwe digerîne.
***
Tiþtekî ji te navêm!
Navê min bi kenê xwe bipêçe.
Bila li ser þekrokan bibe berg,
li cejnan min diyarî þahiya zarokan bike.
Li tariyê roniya min diyarî hêviyekê bike.
Li kolana girnijînê,
min dê di lêvên xwe de biçîne;
Da ko li ber wê peravê herdem xewnedar bibim.
***
Ji min netirse,
serê min li ser pala te ne kevir e!
Ji min netirse,
birûska min di hewrên te de, ne agir e!
Ji min netirse,
hilmek im,
divêm di bihnvedana te de bijîm.

Alain
22.08.2009







Cihê ev nûçe jê hatiye: Welatê me
http://www.welateme.net/kurdi

Ji bo vê nûçeyê navnîþan:
http://www.welateme.net/kurdi/modules.php?name=News&file=article&sid=1771